Qeydên beşa Jineolojî ya zanîngehan destpê kir

Qeydên beşa Jineolojî ya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di 9’ê Îlonê de destpê kir, dê heya 19’yê Îlonê bidome.

Navenda Nûçeyan – Beşa Jîneolojî ya Fakulteya Zanîngeha Rojava ya Herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 15’ê Cotmeha 2017’an de hat avakirin. Beşa Jîneolojî ya zanîngehê ji xwendina çar salan pêk tê ku her sal ji du qonaxên xwendinê pêk tê. Bi vekirina beşa Jineolojî, di nava zanîngehê de ji jinan re deriyekî nû ji bo xebatên akademîk vebû.

Beşa Jineolojî ya zanîngehê bi dîmenê ku parve kir ragihand ku qeydên beşa Jineolojî ya Zanîngeha Rojava, Zanîngeha El-Şerq a li Reqayê û Zanîngeha Kobanê ku di 9’ê Îlonê de destpê kir, di 19’ê Îlonê de dê bi dawî bibe.

Di broşura ku derbarê beşa Jineolojî hatiye amadekirin de ev agahî hatin dayîn;

Armanca beşa Jineolojî

Pêşxistina zanîngehên azad û demokratîk, li ser bingeha azadiya jin û civakê, guherînên zihnî li hember zayendperestî û zanistperestiyê di xebatên xwe yê zanistî de armanc digre. 

Beşa Jineolojî li ser vê bingehê ji bo siberojê di hemû karûbarên jiyanê de pisporiya xwe ava dike, zanist û ronakbîriya jinê pêş dixe.

Bernameya beşa Jineolojî

Bernameya Beşa Jineolojî, li ser rêbaza rexnegerî û navdîsîplînî tê meşandin. Li ser mijarên jin û civak, dîroka jinê, felsefe, civaknasî, hevjiyana azad, etîk û estetîk, aborî, tenduristî û di gelek mijar û materyalên din di bernameya xwendinê de cih digrin. Lêkolîn û projeyên xwendekaran bi saziyên civakî re têne meşandin. Xwendekar; li hemberî civak û xwezayê baldar,  çalak û xwedî helwest in.

Bi zaningehên cîhanê re bernameyên hevbeş

Beşa Jineolojî; di nav kar û xebatên pêwendiyan de beşa ku herî balê dikşîne. Projeyên akademîk ji bo mamoste û xwendekaran têne pêşxistin. Ji bo xebatên zanistî, danasîna beşê û pergala zanîngehê bi zanîngehên cîhanê têkilî têne avakirin. Ji damezrandina beşê û heta niha hevkarî û peyman bi hin beşên zanîngehan re hatine pêşxistin. Komxebat û korsên hevbeş têne meşandin. Beşdarbûna konferans û panelên navneteweyî dibe.

Derçuyên beşa Jineolojî

Derfetên kar û xebatê di saziyên Rêveberiya Xweser de ji bo xwendekaran vekiriye. Derçûyên beşê dikarin di beşên xwendina bilind de xwendin û lêkolînên xwe bidomînin, di dibistanan de dikarin mamostetiya materyala jineolojî û zanistên civakî bikin, di saziyên jin, saziyên civakî, navendên lêkolînê, saziyên ragihandinê, her wiha di navendên lêkolînê yên Jineolojiyê de dikarin tevlî  kar û xebatan bibin.

Tecrube û zanîna jinan

Zanistên ku jinê nabîne û rastiya wê dernaxîne holê, wê nikaribe civak û jiyanê jî rast binirxîne. Lêkolînên ku bi rastiya jinê û bi ramana jinê ketiye rê, wê zanyariyên nû yên ku bi jin, civak û dîrokê re têkildar in derxîne holê.

Xwendekarên ku dixwazin xwe ji bo beşa Jineolojî ya zanîngehan tomar bikin dikarin zanyariyên berfireh li ser vê navnîşanê werbigirin: https://university.acornassociated.org/student/login