Qetilkirina rojnamevanan li Şehba û Kobanê hat şermezarkirin

Êrişa dewleta Tirk a li ser rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn, ji aliyê Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a kantona Firatê û Tevgera Civaka Demokratîk Efrîn-Şehbayê ve bi daxuyaniyan hat şermezarkirin.

Kobanê – Dewleta Tirk duh li Başûrê Kurdistanê wesayîdên rojnamevan û xebatkarên kampaniya Çetir bombebaran kir ku di encamê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bihadîn şehîd bûn her wiha 6 rojnamevan jî birîndar bûn.

Li dijî van kiryaran û bûyera pêk hatiye, ji duh ve bertek didomin. Di vê çarçoveyê de Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xwseriya Demokratîk a kantona Firatê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de rojnamevan, rêxistina Kogreya Star, Meclisa Malbatên Şehîdan û jinên Sirînê jî amade bûn.

Daxuyaniya ku li qada Jina Azad hat dayîn, ji aliyê berdevka jin a Desteya Fêrkirin û Perwerdeyê Sozdar Mehmûd ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Weke ku her kes dizane dewleta Tirk a dagirker di siyaseta xwe ya qirkirin û înkarkirinê de îsrar dike. Kiryarên hovane li dijî mirov, xweza û zindiyan pêk tîne. Ev demeke dewleta Tirk a dagirker xaka Başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDK’ê parçe, parçe dagir dike û rojane welatiyan dike armanc. Ya ku vê rastiya dewleta Tirk hem bi xelkê Başûrê Kurdistanê re, hem jî bi gelê Kurd û qada navdewletî re parve dike, ew jî çapemeniya azad û rojnamevan in. Duh di seatên sibehê de li navçeya Seyd Sadiqa bajarê Silêmaniyê, Başûrê Kurdistanê wesayîdeke kampanyaya Çetir a rojanemevanan bû armanca êrîşên balafirên bê mirov a dagirkeriya Tirk. Di encama vê êrîşa nemerdane de du rojnamevanên jin ên bi navê Gulistan Tara û Hêro Bihadîn şehîd bûn û 6 jî birîndar bûn.

Em weke Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Demokratîk êrîşa li ser rojnamevanan şermezar dikin û ji malbatên şehîdan re sersaxiyê, ji birîndaran re şîfayê dixwazin. Li gorî zagonên navneteweyî divê rojnamevan ji hemû qeyranan dûr werin girtin. Ger di nava şer de bin jî nabe ku rojnamevan werin hedefgirtin. Lewre ev êrîş li dijî hemû pîvan û zagonên navneteweyî ye, sûc û binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye. Em weke koordînasyon, li hemberî vê bûyerê bê bertek namînin û em ê têkoşîna Gulistan Tara û Hêro Behadîn û hemû şehîdan bikin bingeha xebat û têkoşîna jiyana azad. Banga me ji bo tevahî jinan asta têkoşîna xwe bilind bikin. Her wiha ji bo federasyon, yekitiya Ewropayê û mafên mirovan banga me ew e ku hesab ji dewleta Tirk bê xwestin û pêşî li van êrişan werin girtin.”

Şehba

Li dijî hedefgirtina rojnamevanên jin li başûrê Kurdistanê ofîsa jinan a Tevgera Civaka Demokratîk Efrîn-Şehbayê daxuyanî da.

Daxuyanî li wargeha Serdem bi beşdarbûna nûnerên jin ên saziyan hat dayîn. Jinan wêneyên pakrewan Gulistan û Hêro û alên Tevgera Civaka Demokratîk hildan. Daxuyanî ji aliyê endama Tevgera Civaka Demokratîk Tev-Dem Efrîn-Şehbayê Fehîma Kelo ve hate xwendin.

'Dixwazin vîna jinên azad bişkînin’

Fehîma Kelo di destpêka daxuyaniyê de bal kişand ser planên li dijî tunekirina Kurdan û wiha got: "Di berdewamiya êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser nivîskar, rojnamevan û kesên sivîl de, duh di encama êrîşa balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker de li navçeya Seyidsadiqa Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê, wesayîdeke rojnamevanan hat hedefgirtin.

Di encama êrîşê de Gulistan Tara, Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dane û rojnamevan Rêbîn Bekir û 5 xebatkarên din jî bi dijwarî birîndar bûn. Dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Kurdistanê binpêkirin û kiriyarên derexlaqî pêk tine. Ji bo herêmên Kurdan dagir bike li Başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDK'ê planên qirkirinê û êrîşên xwe didomîne. Her wiha tê zanîn ku ne cara yekemîn e malbata Barzanî hevkariya dewleta Tirk a dagirker dike û lîstikan û xiyanetê li dijî doza Kurd dike. Her wiha armanca operasyona Tirk bi hevkariya PDK’ê li dijî gerîla hatiye pêşxistin, projeya Mîsaqê Milî ya qirkirinê ku Mûsil û Karkûkê jî digre nava xwe. Di vê wateyê de dewleta Iraqê, rûmet û pêşeroja gelên Iraqê firotiye dewleta dagirker a Tirk. Ji ber vê yekê dengê heqîqetê dike armanc. Bi taybetî îradeya jinên azad ku pêşengiya vê şoreşê kirine, bi felsefeya cîhanî 'Jin Jiyan Azadî' di kesayeta van jinan de dixwazin vîna jinên azad bişkînin.

'Li dijî planên qirkirinê rabin ser piyan'

Di dawiya daxuyaniyê de Fehîma Kelo bang li hikumeta Iraqê kir ku dev ji îxaneta xwe berdin û wiha got: "Em weke ofîsa jinan a Tevgera Civaka Demokaratîk van kiryaran bi tundî şermezar dikin. Em bang li hikûmeta Iraqê dikin ku li hemberî êrîşên Tirkiyeyê û dagirkeriya li ser herêma Kurdistanê bi erka xwe rabe û bêdeng nemîne. Em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan dikin ku ji bo rawestandina êrîşan û parastina rojnamegeran helwesta xwe nîşan bidin. Li dijî van êrîşên hovane bêdeng nemînin û bang li gelê Başûrê Kurdistanê û azadîxwaz û raya giştî ya demokratîk dikin ku li dijî xiyaneta malbata Berzanî bêdeng nemînin, li hemberî van polîtîkayên qirker rabin. Her wiha em sersaxiyê ji malbatên rojnamevanên ku di êrîşa li Silêmaniyê de şehîd bûne û hemû xebatkarên çapemeniya azad re dixwazin."