Qêrîna Sedaf Ehmedî ya ji Efganistanê; Ez keça vê axê me

Ji kûrahiya Çiyayên Kapîsa, dengê Sedaf Ehmedî bilind dibe; keçekî ku Talîbanê rêya perwerdehiya wê astengkir, lê ew bi helbestan diqîre: "Ez keça vê axê me."

BAHARAN LEHÎB  

Kapîsa – Em çûn gundekî dûr. Em neçar man bi saetan bimeşin û di dawiyê de me xwe gihand xaniyekî. Digel xaniyên ji heriyê hatine çêkirin jî, atmosfera gund kesk û xweşik bû.

Efganistan, li gelek parêzgehên xwe bi çiyayên bilind û tarî dorpêçkirî ye û hema bêje li her derê, çemên bi lez ên bedewiya xwezayê zêde dikin, diherikin. Di nava van çiyayan de xaniyên xizan û yên ne li gorî standartan ên kevin hene; gelek malbat bi hev re di van xaniyan de dijîn. Li hin deveran hêj çanda qebîle serwer e û biryar ji aliyê porspiyên gundan an jî meclîsan ve tên girtin, ji aliyê encumenên mezin ve tên dayîn. Ew çi biryar bidin, hemû kes li gor wan tevdigere.

Xwendin û nivîsandinê ji dayîka xwe hîn kir

Jinên Efganistanê, di bin zextên pirqatî yên mêran ên mîna "rûmet" û "namûsê" de tên perçiqandin. Lê tevî radîkalîzm û desthilatdariya baviksalar jî, jinên Efganistanê di nava çiyayên bilind de jî ji bo mafên xwe yên herî biçûk jî têkoşiyane. Jinan, hewl dane zanebûnê bilind bikin û ji bo rizgariya jinên din dengê xwe bilind bikin. Sedaf Ehmedî yek ji van jinan e û li parêzgeha Kapîsayê ye. Perwerdehiya wê di rêfa 10’an de ji aliyê Talîbanê ve hatiye astengkirin û mîna bi milyonan zarokên keç ên Efganistanê nekarî perwerdehiya xwe bidomîne. Sedaf Ehmedî, fikirî ku tenê dikare tiştek bike, ew jî alîkariya diya xwe ya di karên malê de ye. Lê belê, ji ber ku dayîka wê ji ber nexwendina xwe pir êşan şikand, Sadaf fêrî xwendin û nivîsandinê kir. Her wiha keça xwe teşwîq kir ku xwişkên xwe jî fêrî xwendin û nivîsandinê bike.

Helbestên ku hêz didin jinan

Teşwîqkirina dayîka wê, Sedaf neçarî xwendina pirtûkan kir û ew eleqedarî Sedaf ber bi nivîsandina helbestan ve bir. Di şevên tarî yên Efganistanê de, helbestên ku berxwedan û tekoşîna jinan bihêz dike, nivîsand. Sedaf Ehmedî, wiha dibêje: "Helbesta ku min ewilî nivîsand, têkildarî xwebaweriyê bû. Zarokên keç û jin pir bihêz in. Divê tu caran fêrî hikûmeta Talîbanê nebin û li dijî hikûmeta wan serî netewînin. Navê helbesta min 'Ez keça vê axê me” ye.”

Sedaf Ehmedî, ji bo me helbesta xwe bi dengekî bilind xwend. Ev deng, nîşan dide ku wê jinên Efganî tu caran bêdeng nebin.

Helbesta Sedaf Ehmedî wiha ye:

"Ez ew çûk im ku carek ket û baskên wê şikest.

Lê rihê min qet neşikest!

Min bi nikila xwe ya biçûk a aydê xwe re, birînên xwe derman kir.

Û ji erdê rabûm.

Ne carek û ne du car, gelek caran

Û niha ji her demê bihêztir, di asîmanê jiyanê de difirim

Ez jinek im, ez keça vê axê me

Kokên min di kûrahiyên erdê de ye, lê çavên min li asoyê ne

Ez sed caran ketim û sed caran rabûm

Ya ku min şikand, ne gurura min bû,

Zincîr bûn, tişta ku min sekinand ew bû

Ez îro li vir im, ji her demê bihêztir

Ji duh amadetir,

Ez ji avakirina sibêyek ku

               bi destên xwe ava kir re amede me

Ez jinek im!

Û ev destpêka min e!”