Qereqol mêrê kiryarê tundiyê tenê 'hişyar' kiriye!

Hate hînbûn ku Ş.Î. ya ku hat xwestin ji aliyê Ridvan Î. yê ku pê re zewicandibû ve were qetilkirin, bi salan rastî tundiya bipergalî tê, hate diyarkirin ku di giliyên berê hatine kirin de jî kiryar tenê hatiye hişyarkirin û berdan.

Amed - Ridvan Î. yê ku li Taxa Mewlana Halît a navçeya Rezan a Amedê dijî, di 23'ê Çile de hewl da Ş.Î. ya ku pê re zewicandibû bi amûra birînê qetil bike. Bi agahî dayîna kiryar Ridvan İ. ambûlans hat cihê bûyerê, Ş. İ ya ji qirik û destê xwe birîndar bû rakirin nexweşxaneyê. Dema Ş.Î ji nexweşxaneyê hat berdan, êrîşkar kiryar Rıdvan I. jî hat binçavkirin.

7 sal rastî tundiya bipergalî hat

Hate hînbûn ku dayika du zarokan Ş.İ. 7 sal in zewicandiye û di vê pêvajoyê de rastî tundiya bipergalî hatiye, şahidên bûyerê ku me têkildarî mijarê axivîn diyar kirin ku bûyer di saetên nîvro de pêk hatiye. Cîranan diyar kirin ku di avahiyê de dengê qêrîn kêliyekê jî nesekinîn û di navbera her duyan de her tim qêrîn hatiye jiyîn, da zanîn ku bûyera tundiyê jî gelek caran bi dengê tundiyê dibihîstine.

Qereqol tenê hişyar kir!

Hat hînbûn ku kiryar Ridvan Î. berê jî ji ber sûcên cuda di girtîgehê de maye û bisabiqa ye, derket holê ku tenê giliya yek bûyerê tundiya fizîkî ya hatiye jiyîn hatiye kirin û qereqolê ji kiryar Ridvan. I. re gotiye, "Binêr e Ridvan, em vê carê te hişyar dikin, carek din em ê te bigirin."

Hat hînbûn ku Ş.Î ya ku piştî bûyerê ji nexweşxanê hat derxistin, dê der barê kiryar Ridvan Î. de gilî bike.