Qedexeyên li Sûriyeyê li gorî zayend û çînê diguherin: Li ser jinan ferzkirina hîcabê

Rêveberiya demkî ya HTŞ ya cîhadîst qedexeyên nû li ser jinan ferz dike. Her çend jinên ku neçar in hicabê li xwe bikin jî bertekên xwe anîne ziman jî, tê destnîşankirin ku ev pratîk li deverên ku mirovên kêmdahat lê dijîn tê sepandin.

ROŞÊL CONYOR

Suweyda – Biryara nû ku ji aliyê Wezareta Turîzmê ya hikûmeta demkî ya Heyet Tehrîr El Şam ve hatiye girtin, di nava jinên Sûriyeyê de nîqaşên berfireh ava kir. Bi biryarê re, têgîna ‘nixumandinê’ hat rojevê. Bi hinceta parastina nirxên civakê, cilên ku feraseta wan a paşverû nîşan didin, li jinan ferz dikin. Bi vê biryarê re, zêdetir naskirina qada azadiyê ya ji bo turîstan û çînên bilindtir hat lêpirsînkirin.

Hinek derdorên fermî, vê biryarê wek ‘parastina zewqa cemawerî’ pêwîst bibînin jî, gelek jin ev pirs pirsîn: Kî vê zewqê diyar dike û çima ji bo hemû kesan bi awayek adilane nayê pêkanîn? Di heman demê de çawa dibe hikûmetek dema behsa reform û pêşketinê dike hewl dide jinan cardin bike bin destê xwe?

Biryar bi taybetî di nava jinan de rastî bertekan hat. Jinan ev biryar rasterast wek mudaxeleya li azadiya cilan û cûdaxwaziya ku xwe dispêre bingeha çînî û zayendparêzî dîtin. Gelek jinên li Suweydayê,  biryarê red kirin û anîn ziman ku ev ne edalet e û xizmetê ji daxwazên gel ku di salên dawî de dixwazin guhertin çêbibe re, nakin.

‘Divê ev biryar bê redkirin’

Manar Reşîdî diyar kir ku îro pirsgirêk ne tenê jin divê cilên hatine diyarkirin li xwe bikin e û wiha got: “Pirsgirêk awayê ferzkirina vê biryarê ye. Ev zordariya ku tê kirin û tê xwestin ku bêyî tevlîbûna jinan ji jor heta jêr pêk bînin, bi temamî divê bê redkirin. Çima azadiya lixwekirina cilan a bi dilê xwe didin dewlemend û turîstan, lê ferzkirina nixumandinê ji bo jinan tînin? Ev di hiqûqê de cotestandardî nîne?”

‘Em li dijî vê yekê ne’

Manar Reşîdî vê biryarê bi awayek berfirehtir ê di aliyê civakî de nirxandin, bal kişand ser cûdaxwaziya li ser bingeha çînî û wiha got: “Mirovên civakê li gorî asta debarê cûda dikin. Em li dijî vê yekê derdikevin. An wê zagon ji bo hemû kesan derbasdar be, yan jî wê ji bo kesê nebe. Ev polîtîka û pêkanîna zextên din ên berê li hember jinan heman e, gelek jin piştî hevjîn û zarokên xwe winda kirine, berpirsyartiya malbatê girtine û fêr bûne biryarên xwe bi xwe bidin.”

‘Me guherînek erênî xwest, lê berovajî wê çêbû’

Manar Reşîdî  di bedewamiya axaftina xwe de wiha got: “Êdî jinên Sûriyeyê dest ji mafên xwe bernadin û li dijî biryarên ku rûmeta wan dişkêne, bêdeng namînin. Ji ber em jin in, em êdî ditirsin ku di nava bajaran de geştê bikin. Ger mêr bên hedefgirtin, wê ji bo jinan rewş çawa be? Şoreşa ku gel beriya salan dayî destpêkirin ne tenê li dijî rejîmek zextê bû, di heman demê de li dijî fikrê radîkal ku dixwest mirovan li gorî mesheb û nasnameya wan a olî cûda bike bû. Em ji bo jiyanek bi rûmet û wekhev daketin qadan. Me guherînek erênî xwest, lê berovajî çêbû. Em paş ve çûn.”

‘Em wekheviyê dixwazin’

Nawal Ata jî anî ziman ku jin ji xuyakirina xwe ya ji derve de, tevgerên xwe yên rojane, heta awayê ramana xwe, di aliyên cûda de di bin zextê de ne. Nawal da zanîn ku pirsgirêk ne ‘azadî ye’, hewldana ku jinan bike nav çarçoveyek teng e û wiha got: “Em ji bo azadî, edalet û bi taybetî jî azadiya jinê derketin derve. Em wekheviyê dixwazin. Biryara wezîrê tûrîzmê nîşan dide ku, jin hê ji azadî û wekheviyê bê par tên hiştin. Divê her civak cilên xwe yên çandî hebin, divê ev bi zorê neyê ferzkirin û ji bo sînordarkirina azadiyê, ol û kevneşopiyan wek amûr, bikar neynin. Cihê jinê di civakê de ne lewazî ye, divê biryardayîn be.”

‘Hewl didin jinan her tim bêdeng bikin’

Samra Saîd jî diyar kir ku ji bo her kesê edalet xwestine û wiha got: “Lê ya me dît ku edalet tenê li gorî dewlemend û xwediyên bi bandor hatiye teşekirin. Ji bo wan hemû tişt serbest e, ji bo xizanan bêdengî tê ferzkirin. Ev cûreyên polîtîkayan ne tenê azadiya cil û bergan, azadiya bingehîn û rûmeta mirovî jî binpê dike. Hewl didin jinan her tim bêdeng bikin. Em bi aşkera dibînin ku em gelek paş de çûne. Ev ne edaleta ku em dixwazin e, ev nêzîkatiya edaleta berovajî ku beşên jêrîn dûr dixe û serweriya çîn û feraseta mêr gur dike ye.”