Qedexeya 20 mehan û rewşa Tirkiyê ya tecrîdê

Parlementera HDP’ê Gulîstan Koçyigit a ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 20 meh in tu agahî jê nayê girtin serlêdan kir, wiha got: “Li ser birêz Ocalan tecrîd tê ferzkirin, li dijî Kurdan êriş tê kirin.”

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi salan e li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin. Abdullah Ocalan ku di sala 2019’an de piştî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan belavbû bi parêzerên xwe re 5 hevdîtin pêk anî, bi qedexeya parêzeran ya di 27’ê Tîrmeha 2011’an û heya roja meya îro berdewam dike re rû bi rû ye. Bi Abdullah Ocalan re ku herî dawî hevdîtina malbata wî jî hat astengkirin, herî dawî di 25’ê Adara 2021’an de hevdînek telefonê hat pêkanîn, lê hat ragihandin ku ev hevdîtin jî qut bûye. 20 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayê girtin. Şert û mercên tecrîdê di her firsendê de tên ser ziman, serdana Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) fikarên cuda jî bi xwe re anî. Buroya Hiqûqê ya Asrinê di daxuyaniya xwe de diyar kir ew bihîstine ku Abdullah Ocalan derneketiyê hevdîtina bi CPT re.

Ji CPT di 23 salan de 9 serdan

Serdana CPT ya herî dawî di navbera 20-29'ê Îlonê de li Girava Îmraliyê pêk hat. CPT’ê ku di 15’ê Sibata 1999’an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Gireva Îmraliyê pêşwazî kir, di nava 23 salan de, di navbera dîrokên 27 Sibat-3 Adar 1999, 2-14 Îlon 2001, 16-17 Sibat 2003, 19-22 Gulan 2007, di 26-27 Çile 2010, 16-17 Çile 2013, 28-29 Nîsan 2016, 6-17 Gulan 2019 û herî dawî jî di 20-29 Îlon a 2022’an de serdana Îmraliyê kir. CPT di serdana xwe ya dawî ya li Tirkiyeyê de ragihand ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê bi Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim re hevdîtin pêk anîne. Di daxuyaniya dîroka 29'ê Mijdarê ya Buroya Hiqûqê ya Asrinê ku parêzertiya Abdullah Ocalan dike jî wiha hat gotim: "Me bihîst ku birêz Ocalan di dema serdana CPT ya di Îlona 2022’yan de derneketiye hevdîtinê.”

Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê kijan deriyan vebike?

Nederketina hevdîtinê ya Rêberê Gelê Kurd, wek şermezarkirina astengiya hevdîtinê ya parêzer hat şîrovekirin. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan ku di hevdîtina dawî de got, “Ger hevdîtin pêk were dê ev bi parêzeran re pêk were” di heman demê wek polîtîkayeke ku li Tirkiyeyê û li tevahiya erdingariyê û bi taybetî li dijî gelê Kurd kûrtir dibe, tê meşandin. Di aliyê îro de redkirina hevdîtinê ya Abdullah Ocalan yê CPT tê çi wateyê? Dibe sedema kîjan fikaran? Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê kijan deriyan vebike? Tifaqa AKP-MHP'ê di vê deriyê de li ku derê û çawa disekine? Van pirsan û hin zêdetirê wan em bi Gulîstan Kiliç Koçyigît re axivîn ku di nava heyeta HDP'ê ya ji bo biçin Girava Îmraliyê serlêdan kir de cih digre.

'Em hem ji tenduristiya wî hem jî ji jiyana wî bi fikar in'

*Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin 20 meh in agahî nayê girtin. Ji gelek navan serlêdana hevdîtin hat kirin. Di nava serlêderan de navê we jî heye. Fikarên we yên di vê mijarê de çi ne?

Ji Birêz Abdullah Ocalan ê ku ev demeke pir dirêj e li Îmraliyê tê ragirtin, bi tu awayî nikarin agahî bigrin. Ne tenê ew jî 3 girtiyên din ên li cem wî dimînin jî ji aliyê wezaretê ve destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin pêk bînin. Bi rastî ev bêhiqûqî ya ku ev demek pir dirêj didome ye. Ji roja ku birêz Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hate kirin û li Îmraliyê hate bicihkirin vir e, pergalek tecrîdê heye. Pêvajoyek ku bi grevên birçîbûnê ku herî dawî di Hezîrana 2015'an de dem bi dem dest pê kir û têkoşînên heman awayî, bi awayekî deriyên Îmraliyê ku rastî qûtbûyinê hatibû vekir, lê ji nûvê hat girtin heye. 20 salên dawî jî bi tu agahî nayê girtin. Bi wî re tu peywendî nîne. Helbet ev rewş bi xwe me gelek bifikar dike. Ya ewil, der barê tenduristiya wî de fikarên me hene. Ya duyemîn jî, tu zeminek qanûnî ya vê meseleya hevdîtin pêkneanînê nîne.

Her car bi hinceta ‘koster xirabiye’ hevdîtin tê astengkirin û îro jî cezayên dîsîplînê ya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê mijara gotinê ye. Ev cezayên dîsîplînê, piranî caran parêzerên wî re nayên ragihandin, piştî ku pêvajoya îtîrazê derbas bibe tê agahdarkirin an jî îtîraz qet nayên qebûlkirin. Di rastiyê de bi awayekî pir vekirî û zelal nîşan nedan rehîngirtin heye, rewşekî ku di bine tecrîdê de girtin heye û ev jî ne hiqûqiyek e. Di vê wateyê de divê em diyar bikin ku hem ji tenduristiya wî hem jî ji jiyana wî bi fikar in. Mijara din jî ger Tirkiye xwe weke dewleteke hiqûqî ya demokratîk nîşan bide û bêje ku girêdayî destûra bingehîn e, vê demê ev yek rewşeke qet nayê qebûlkirin e. Bi rastî jî bê hiqûqiya li vir dibe nîşaneyek bêhiqûqiya giştî ya li welat. Bi vê wateyê xwe re, me xwest bi awayekî lez û bez hevdîtinek bikin.

Binpêkirina mafek...

*Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) ya girêdayî Konseya Ewropayê ragihand ku di serdana ku di dîroka 20-29’ê Îlonê de li Tirkiyeyê pêkanî de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamili Yildirim hevdîtin pêk anîne. Lê hat îfade kirin ku Abdullah Ocalan ev hevdîtin red kiriye. Abdullah Ocalan di 25’ê Adara 2021’an de di hevdîtina dawî ya bi birayê xwe Mehmet Ocalan re pêkanî de, carek din tekez kir k dixwaze bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêkbîne. Hûn vê helwestê çawa dinirxînin? Di warê îro de wate û girîngiya hevdîtina parêzer çi ye?

Ya rast birêz Ocalan hevdîtina xwe ya bi birayê xwe Mehmet Ocalan re di bingeh de balê dikşîne ser bêhiqûqiyekê. Diyar dike ku wek her girtiyên li girtîgehên Komara Tirkiyeyê xwedî mafên rewa ye, mafê wî yê hevdîtina bi parêzer û malbata xwe re heye û ev maf tê binpêkirin. Di vî warî de balê dikişîne ser wê yekê ku nehiştina hevdîtina bi parêzerên xwe re helwesteke siyasî ye û dibêje, ger hevdîtin pêk were, ne tenê telefon û hevdîtineke pir kêm e. bi malbatê re, lê divê hemû mafên xwe bi kar bîne. Di wateyê de balê dikişîne ku hevdîtin nepêkanîn parêzerê xwe hewlwestek sîyasî ye û ger hevdîtinek bê kirin ev ne tenê bi telefone û hevdîtinek pir bi sînordar bi malbatê bê kirin ne, divê hemû mafên wî bên bikaranîn. Balê dikşînê li ser qanûnîbûn û maddeyê û divê em bi taybetî binê vê xêz bikin. Helbet di hevdîtina CPT’yê de derketina hevdîtinê ya 3 girtiyên din û nederketina Abdullah Ocalan bi wateya balê kişandina vê bêhiqûqiyê tê kirin. Ji ber ku demek pir dirêj di bin tecrîdê de ye, nêzî 24 sal in di giravek girtîgehê de tê ragirtin û di van hemû pêvajoyan de CPT’yê ku her car tê serdana dike heye, lê li hemberê vê tu pêşketinek çênabe.

CPT parçeyek ji pêvajoya tecrîdê ye

Di rastiyê de em dibînin ku CPT jî parçeyek ji vê pêvajoyê û CPT çavê xwe ji van bêhiqûqiyan re digre an jî amûrek rewakirina van bêhiqûqiyan e. Em dibînin ku nederketina hevdîtina CPT ya Abdullah Ocalan armancek wek ji vê bêhiqûqiyê re neqezençkirina rewabûnek, wek teshîrkirina vê bêhiqûqiyê heye. Li vir careke din derdikeve holê ku pirsgirêkek kûr jî tê jiyîn. Rapora CPT’ê ji hevdîtinên berê jî hebû û rapora wê ya dawî jî bi destûra Tirkiyeyê hat ragihandin, lê em dibînin ku ji ragihandina vê raporê heta dîroka vê serdanê tu tiştek neguheriye. Wê demê çi wateya hevdîtin pêkanîn CPT heye? Pirsek wiha derdikeve holê. Di vî warî de peyameke pir cidî dide, ‘hevdîtina bi CPT û pirsgirêkan vuguhestin, di encam de ger tu tiştekî naguherê û tu pirsgirêkan çareser nake tu wateya hevdîtin pêkanîna bi CPT'ê nîne'. Bi fikra min birêz Ocalan hem balê dikişîne ser berpirsiyariya gelên li welat û hem jî berpirsiyariya saziyên navneteweyî.

'CPT ji berpirsyariyên xwe direve’

*CPT hûrgîliyên vê hevdîtinê parve nake. CPT çi, çima vedişêre, berpirsyariya wî çi ye?

Di esasê de divê CPT der barê mijara nederketina hevdîtinê ya bi birêz Ocalan re, zelaliyek binê, lê ji vê direve. Ev ji binpêkirina mafan ya li welatê endam ku diçe yan jî eşkerekirina hûrgiliyên raporê rewş serbixwe ye. Ango pir baş dikare rave bike ka keseki di girtigehê de ye re hevdîtin pêkanîye an nederketiye hevdîtine. Em dibînin ku di vê mijarê de berpirsyariyek wê heye, lê CPT ji vê direve. Bi rastî ev jî binpêkirina mafan e; zelal û eşkere ye. Ji xwe CPT ya ku bi salane pêvajoyê ji nêz ve dişopîne, tevî ku ev bêhiqûqî heye derbarê vê de tu gav neavetîna wê, pêşîgirtinên bibardor negirtin û di vê mijarê de tevgernekirina saziyên girêdayî vê ji xwe bi xwe bêhiqûqiyek mezin e.

Di her tiştê ku tê jiyîn û bê jiyîn de berpirsyariya CPT’ê jî heye

Herî dawî di vê qonaxa de em vê nizanin ku; ecebe derneket hevdîtine, an nehat derxistin an jî pirgirekên wî yên tenduristiyê hene… ev pirs hemû li hewa dimîne. Divê CPT bersiva van hemû pirsan bide û bêguman ev karê wan e. Daxuyaniya nedana CPT ji me ra nîşan dide ku hemû tiştên di vê pêvajoyê de bên jiyîn de berpirsyartiya CPT û Konseya Ewropayê ya girêdayî wê jî heye. Di mijara tecrîda li ser birêz Ocalan de hemû saziyên navneteweyî yê wek li hemberî pirsgirêka Kurd bêhestiyar in, li hemberî vê pirsgirêkê jî bêhestiyar in. Ez dibînim ku welatekî ber endamê Yekîtiya Ewropayê û endama Konseya Ewropayê li hemberî tecrîda ku ewqas bi eşkere, kûr û dirêj dom kir û sûcê mirovahiyê ye bêdeng dimîne û bi vê awayê dibe parçeyek vê pêvajoyê. Saziyên navneteweyî ku ne tenê nêzîkatiya li hemberî Birêz Ocalan, çavên xwe ji hemû bêhiqûqiyên li vî welatî tên jiyîn re girtin, bêhestiyar dimînin û di vî warî de tu gavan navêjin hene.

'AKP'ê polîtîkaya bêçaresiya di pirsgirêka Kurd de bi tecrîdê kûrtir dike'

*Hikûmeta AKP-MHP’ê bi bersiv hiştina serlêdanên tên kirin re çi armanc dike?

Pir zelal û diyar e. Dibe ku em vê yekê di warê dîroka nêz de bi AKP û MHP’ê re rave bikin, lê di dawiyê de em dest nîşan bikin ku ev polîtîkayeke dewletê ye. Polîtîkaya tecrîdê ya li ser Birêz Ocalan di rastiya xwe de polîtîkaya dewletê ye û îro rastiya desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ku vê polîtîkaya dewletê dimeşîne heye. Ev rewşek e ku ji bo xwe bikar tînin, hatiye amûrkirin û ji bo li ser desthilatdariyê bimînin pozîsyon girtine ye. Tecrîda li ser Birêz Ocalan û nêzîkatiya li hemberê pirsgirêka Kurd jî parelel tê meşandin. Di vê wateyê de qûtbûna hevdîtinên ji dîroka 5’ê Nîsanê 2015’an û vir berdewam dike, hilweşandina maseyê, di pirsgireka Kurd de jî nû ve hekimbûna politîkayên tundî û ewlehiyê re polîtîkaya tecrîdê ya li ser Brêz Ocalan parelel tê meşandin. Di rewşa ya din bûye sedema ya din heye. AKP polîtîkaya bêçareseriyê ya di pirsgirêka Kurd de bi tecrîdê kûrtir dike. Hemû daxwazên gelê Kurd ên wekhevî, azadî, aştî û demokrasiyê, bi tecrîdê re dide rawestandin. Di heman demê qanûna bingehîn a Tirkiyeyê jî binpê dike. Hewil tê dayîn bi rêya Birêz Ocalan ji gelê Kurd û hemû muxalîfên li Tirkiyeyê têkoşîn didin jî gef û guran bide. Ez wisa difikirim ku dixwazin vê peyamê bidin tevahiya civakê û bi taybetî gelê kurd, "Ger hûn têkoşîn bikin, mafên xwe dixwazin, di aşitiyê de îsrar bikin, em e bi awayê herî tund vê yekê jî dikarin bikin û kes jî ji me ra tiştekî nebêje.”

Tecrîd li hemû gelan tê meşandin

Em dikarin diyar bikin ku hemû polîtîkayan ji bo AKP’ê ya ku di 7’ê Heziranê de ji hikûmetê ket, di hikûmetê de bimîne di pirgirêka Kurd de kûrkirina bêçareseriyê û kûrkirina tecrîda Îmraliyê bi hevdûrê pir girêdayiyê û derbasî nava hev bûye. Ev konsepteke giştî ye, ango em dikarin bêjin ku halê şênber a rejîmek wisa ye ku di heremê de tahamula wî ji statuya Kurdan re nîne, dixwaze destkeftiyên Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tune bike, destkeftiyên li Başurê Kurdistanê timî dike hedef, li Bakur jî ji bo destkeftiyên wan tune bike, wan ji dîka siyasetê bibe her cure êrişan pêk tîne. Di rastiyê de tecrîd bi xwe jî nîşaneya bingehîn e ku li hemberî hemû gelan, hemû demokratan, Kurdan, jinan û Elewiyan sîstemeke hovane ya çawa hatiye pêşxistin.

‘Tecrîd ji bo AKP’ê awayê rêvebirinê ye’

*Hûn dibêjin ku li Tirkiyeyê polîtîkayên tecrîdê yên ji Îmraliyê dest pê kirine her diçe li ser hemû beşên civakê kûrtir dibin. AKP vê yekê çawa dike?

Em bi desthilatdariyek ku ve rewşê îstîsmar dike, li ser birêz Ocalan pozîsyona rehînetiyê ferz dike re rûbirû ne. Îcar ev hikumet, rewşa derasayî ya li Îmraliyê, li hemû welat belav dike. Hemû girtîgehên li welat ev polîtîka hene her wiha sîrayetî saziyên fermî û yên civakî jî dike.

Ji aliyê AKP’ê ve tecrîd awayê rêvebirinê ye. Şer, şîdet, polîtîkayên bi hinceta ewlehiyê hemû rêbazên rêveberiyê ne. Nêzîkahiya li dijî birêz Ocalan û ya ji bo pirsgirêkên li welat heman e û bi hev ve girêdayî ne. Li ser birêz Ocalan tecrîd heye. Li dijî Kurdan şer heye. Di encama vê yekê de em gelên Tirkiyeyê xizan dibin, bêkar dimînin, keda me tê dizîn û çend kesên sermayedar xwe li ser keda me didin jiyîn. AKP’a ku pêla nijadperestiyê rakiriye, bi polîtîkaya xwe ya dijminahiyê hewl dide xwe li ser desthilatdariyê bihêle.

*Êrîşên li dijî Bakur Rojhilatê Sûriyeyê tên çi wateyê?

Dijminahiya AKP’ê ya li dijî Bakur Rojhilatê Sûriyeyê her diçe zêdetir dibe. Dema ku DAIŞ’ê êrîşê Kobanê kir Receb Tayîb Erdogan gotibû ‘Kobanê ha ket ha ket’ û vê yekê di civakê de bû sedema bertekên mezin. Îro li dijî partiya me jî bi hinceta bûyerên 6-7-8 Cotmehê doz hatiye vekirin. Jixwe di encamê de Kobanê bi saya têkoşîna enternasyonal, bi saya berxwedana gelê wê derê teslîm nebû. Bi serkeftineke mezin rêveberiyek ku dikare xwe bispêre hêza xwe hat avakirin. Tişta ku hêrsa AKP-MHP’ê tîne hêza Kurdan a ku li wê derê çêbûye ye.

Bi dagirkirinê fikrên birêz Ocalan tên hedefgirtin

Li dijî feraseta ku li welatê xwe yeknetew, yek dewlet, yek alê her dem tîne ziman, pergaleke ku yekitiya gelan, baweriyan û bi hevrebûna wan diparêze û tenê bi parastinê namîne, vediguherîne sazîbûnê heye. Dema em ji vê aliyê ve lê binêrin em ê fêm bikin ku çşima AKP-MHP çima ewqas dijminahiyê bi Bakur Rojhilatê Sûriyeyê re dikin. Di bingeha vê de dijminahiya bi Kurdan re jî heye lê zêdetir bîrdoziya wê derê wan aciz dike. Nikarin daqurtînin. Aliyek din jî ew e ku dizanin di pêşeroja Sûriyeyê de dê Kurd jî xwedî gotin û statu bin. Ger li wê derê ew pergal were rûniştandin, baş dizanin ku dê ev yek sîrayetê Tirkiyeyê jî bike. Vê yekê ji bo xwe weke xeter dibînin. Ger Tirkiye dixwaze bibe hêz şerta wê ya yekem ew ku li hundir û derve bi Kurdan re li hev were, maf û hiqûqa wan nas bike. Hinek partiyên ku ji xwe re dibêjin muxalif, serokê giştî yê Îyî Partiyê dibêje; “Em ê bi Esad re hevdîtinê bikin.” Vekirî dibêjin ku ew ê li ser tunekirina destkeftiyên Kurdên li wê derê biaxivin. Ji ber çi ye gelo ev nêzîkahî ji ber aqilê dewletê ye bêguman. Dema em îro dinêrin dibînin ku li wê herêmê kevirek biçûk jî neavêtine Tirkiyeyê ango tu zirar negihîştiye. Dijberê wê hemû rayedarên wê derê dibêjin ku dixwazin bi Tirkiyeyê re têkiliyên di nava aştiyê de çêbikin lê tevî her tiştî, her car bi senaryoyek ev dikin hedef. Bêguman sedema vê yekê ew e ku fikrên birêz Ocalan li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê jiyandar bûne. Şoreşa Rojava ji felsefeya birêz Ocalan îlham girt û hewl dan çarenûsa xwe diyar bikin lê em dibînin ku Tirkiye vê yekê tehemul nake. Bi polîtîkayên tecrîdê li dijî li dijî gelên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê êrîşan pêk tîne ango tecrîda li welat û êrîşên li dijî wê derê bi hev re girêdayî ne.

‘Aktorê yekem birêz Ocalan e’

*Partiya we her dem balê dikşîne ku ger bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk werin dê riya derketina ji krîzan were dîtin. Gelo tê xwestin desthilatdarî were wê qonaxê?

Di esasê xwe de em dixwazin hiqûq çi be wisa were kirin. Birêz Ocalan jî û her sê girtiyên li balê jî xwedî mafên hevdîtinê ne. Bêparmayîna ji mafên wan û astengkirina hevdîtinan binpêkirina maf e û di heman demê de jî îşkence ye. Em dixwazin nîşan bidin ku desthilatdarî maf û hiqûqê binpê dike û ji ber wê hewl didin ku ev binpêkirin bi dawî bibin. Birêz Ocalan di meseleya Kurdan de yek ji muxatabên esasî ye. Ji bo çareseriya aştiyane ya vê meseleyê dikare însiyatîf bigre û roleke baş bilîze. Divê ev yek were dîtin, ne tenê ji aliyê desthilatdariyê ve ji aliyê hemû beşên Tirkiyeyê ve divê were dîtin. Dema ku ev yek were dîtin û qebûlkirin kîjan alî hikumet bin em bawer in dê gelek pirsgirêk çareser bibin. Bi halê heyî em bawer nakin ku AKP bibe hêza çareseriyê. Berpirsyarên vê bêhiqûqiyê bêguman AKP û Wezareta Dadê ne.

‘AKP li dijî hiqûqê derdikeve’

*Wekî tê zanîn dê ji bo birêz Abdullah Ocalan li Amed û Wanê meşeke girseyî were lidarxistin. Gelek baroyan daxwaza hevdîtinê kirin. Ji bo vê banga we çi ye?

Em wek partî serlêdanan dikin Ji aliyê hevserokên me yên giştî û parlamenteran ve serlêdan hatin kirin lê bêbersiv man. Niha me sê parlamenteran, di bin serokatiya hevseroka DBP’ê Saliha Aydenîz de serlêdan kir. Tevî ku çend roj derbas bûn jî hê bersivek nedane me. AKP li dijî hiqûqê derdikeve û ji bo ku pêk neyne li ber xwe dide. Dixwaze heta hilbijartinê vê rewşê bidomîne. Fikarên me yên cidî hene di vê mijarê de. Em ê tenê bi serlêdanan bi sînor nemînin. Em ê van fikarên xwe bi meş, mîtîng û çalakiyan bînin ziman. Ev mafê me yê bingehîn û demokratîk e. Em ê vê mafê xwe bi kar bînin. Li vir makezagon hatiye îhlalkirin. Nêzîkahî û tecrîda li ser birêz Ocalan asta bêhiqûqiya li welat nîşan dide. Ev nîşan dide ku mafê tu welatiyên li Tirkiyeyê di bin temînatê de nîn e. Ji bo vê yekê ez bang li gelê me dikim ku beşdarî van meşan bibin.

‘Divê hevdîtin were kirin’

Hevdîtin ji bo jinan pir girîng e. Hê çend roj di ser roja 25’ê Mijdarê de derbas bûn. Polîtîkaya vê hikumetê ya li dijî jinan zelaltir bû.

Di meşa 25’ê Mijdarê de ji 200’î zêdetir hevalên me Stenbolê hatin derbkirin û girtin. Lingê hevalek me ya jin hat şikandin, li Şirnexê milê dayikek me ji cih derket. Her roja diçe li welat hejmara jinên li nava kolanê tên kuştin zêdetir dibe. Li dijî jiyan, xebat û mafên jinan êrîşên pir mezin hene. Peymana Stenbolê hat rakirin. Zagona bi hejmara 6284 dê were nîqaşkirin, mafê nefeqeyê dibe mijara nîqaşê. Di pêvajoyek ku ewqas li dijî jinan hewldan û êrîş zêde bûne de bêguman em dixwazin peyama birêz Ocalan ji bo jinan bigrin. Em dizanin ku ji bo jinên Kurd dê riyek veke. Ji ber vê yekê em dixwazin di demek nêz de bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk were. Li cihê daxuyanek divê rûbirû pê re hevdîtin çêbibe. Fikarên me tenê bi vê yekê dê kêm bibin. Dijberî vê çi biqewime dê berpirsyarên wê hikumet û wezareta edaletê bin.