PYD ji bo hişyarkirina tundiya li ser jinan rêzecivîn lidarxist

Partiya Yekîtiya Demokratîk bi hevkariya Kombûna Jinên Zenûbiya li bajarê Minbicê û gundewarê wê bi rêya rêzecivînan, kampanyayeke hişyarkirinê bi armanca perwerdekirina hemû deşên civakê dan destpêkirin.

SÎLVA El-Îbrahîm

Minbic - Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi hevkariya Kombûna Jinên Zenûbiya li bajarê Minbicê û gundewarê wê bi rêya rêzecivînan, kampanyayeke hişyarkirinê ya bi dirûşma “Bi têkoşînê û yekîtiya jinan em ê dawî li tundiyê bînin" bi armanca afirandina hişmendiya civakê bi perwerdekirina hemû beşên civakê dan destpêkirin. Di civînan de wê li ser mafê jiyan û xebata bê cudahî di navbera zayendan de, têkoşîna li dijî ramana paşverû, pêkanîna azadiya jinê di warê wekhevî û edaleta civakî de bên nirxandin. Civîna yekemîn li xeta rojhilatê bajarê Minbicê dest pê kir.

"Em hewl didin têgehan ji bo jinan zelal bikin da ku xwe biparêzin"

Rêvebera Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê Rîm Derwîş diyar kir ku wan ev kampanya bi armanca hişyarkirina tundiya li ser jinan da destpêkirin û wiha domand: "Di van demên dawî de tûniya li ser jinan bi awayekî berbiçav zêde bûye û hin jin di bin tûndiyê de hatine qetilkirin. Weke Meclîsa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk em hewl didin van têgehan ji bo jinan zelal bikin da ku xwe biparêzin."

"Divê her kes bi giraniya şîdetê zanibe"

Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kombûna Jinên Zenûbiya Rabia Bekro da zanîn ku ew bi Partiya Yekîtiya Demokratîk re tevlî vê kampanyayê bûn ji bo bidawîkirina tundiya li ser jinan û wiha lê zêde kir: "Tundiya li ser jinan tundiya li ser tevahiya civakê ye, ji ber vê yekê divê her kes bi giraniya şîdetê zanibe."