Protestoyên jinan ên li cîhana werzîş û hunerê didome

Tîrvana Îranî Parmîda Ghasemî, di merasima ku li Tahranê hat li dar xistin de hîcaba xwe derxist û nîşana serkeftinê kir.

Navenda Nûçeyan – Xwepêşandanên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê 'polîsên exlaqê' ve li Îran û Rojhilat dest pê kir, didome. Xwepêşanên cuda li her qadên jiyanê tên pêkanîn, jinan; li kolanan û cedeyan nivîs dinivîsinin, şaşikên molayan dixînin û ji nişka ve nivê kolanan disekin û porê xwe qut dikin. Dirûşmeya bingehîn ya welatiyên ku di çalakiyên xwepêşandanên nêrazîbûnê yên girseyî de, daxwaza çûyîna mola û dîktaran dikin, "Jin, jiyan, azadî" ye.

Nîşana serkeftinê kir

Di merasîma ku duh li paytexta Îranê ya Tahranê hat li dar xistin de jî, dîmenên şermezar kirine hat. Parmîda Ghasemî ya endama tîma tîrvanî ya neteweyî, di platformê de hîcaba xwe derxist. Parmîda Ghasemî ku dinava werzişvanên ku li merasima bi dawîbûna lîga tîrvanê ya Kupaya Korpeza Basra ya li Tahranê, ji bo wergirtina madalyayê derket platformê cih digre, qanûna hîcabeya neçarî ji ne ditî ve hat, bê hîcabê poz da û nîşana serkeftinê kir.

Her wiha di dîmenan de hat xuya kirin ku werzişvan guh nedaye hişyariyên kesên li kêleka xwe yên derbarê vekiribûna porê xwe de jî. Parmîda Ghasemî di lîstikê de yekemînyî wergirtî bû.

'Jinên Azad’

Çêkera flîm, wênekeş û endama Komeleya Nivîskarên Îranê Maryam Yavarî jî li ser hesabên xwe yên medyayê, wêneyên xwe yên bê hîcab bi peyama "Jinên Azad" parve kir. Di peyama xwe de diyar kir ku mafên xwe yên ji jinbûn û mirovbûnê tên hildibijartî ye.

Her wiha nûçegihana werzîşê Kowsar Akbernejad, ji bo ku di weşana vîdeoyê zindî de, der barê rastî û heqîqetên çapemenî de axaftinek pêkanî, hat ecibandin.