Projeya Tora Nûçeyan a Jinê dike

Komeleya Piştevaniya Rewşa Jinan dest bi Projeya Tora Nûçeyan a Jinê dike. Dê heta 15’ê Tîrmehê serlêdanên tevlîbûna xebatên projeyê dom bike.

Amed - Ji bo nûçeyên temsîliyeta jinan û ragihandineke alternatîf, Komeleya Piştevaniya Rewşa Jinan, Projeya Tora Nûçeyan a Jinê amade kir. Proje dê li Amed, Êlih, Riha û Mêrdinê pêk bê. 20 kes dê tevlî xebatên perwerdê yên projeyê bibin, perwerdê dê 6 mehan bidome û bi tevahî dê 7 ders bên dayîn. Tê armanckirin ku di qada medya û ragihandinê de zimanê ku li hemberî jin û LGBTÎ+yan tê bikaranîn biguherînin. Ji bo guherîna zimanê serdestiya mêr û veguherîna cinsiyeta civakî ev xebat tê meşandin. 
Perwerde dê heftê 1’ê Tebaxê despêbike û her 2 rojan carekê li ser zoomê bê dayîn, bi giştî 6 hefteyan bidome. Dema perwerde qediya û şonde dê her 2 hefte carekê jî nûçe bên çêkirin. Perwerde dê 1'ê tebaxê dest pê bike. 
Forma serlêdanê: https://form.jotform.com/211802611907045