‘Polîtîkayên qetilkirinê ya Îranê tekoşîna azadiyê kûrtir dike’

Fatene Hamîdî ve Esrîn Tahmasabî bertek nîşanê cezayê darvekirinê ya Komara Îslamî ya Îranê dan û daxwaz kirin ku jinên ji pêkhateyên din jî bertek nîşanê biryara darvekirinê bidin.

NÎHAN HÛSREVÎ

Sine – Piştî serhildana “Jin, jiyan, azadî” ku bi qetilkirina Jîna Mahsa Emînî bi pêşengiya jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir, Komara Îslamî ya Îranê li dijî gel û bi taybet jinan zext û zordariya xwe zêdetir kir. Ji destpêka serhildanê heta niha gelek jin hatin girtin, hinek jî bi darvekirinê hatin mehkûmkirin. Piştî serhildana li welêt îşkence, girtin, revandin, komkujî, tehdîd, tecawiz, îdam û gelek rêbazên din ên zextê ketin dewrê. Ji bo tirsê di nava gel û jinan de belav bikin gelek kesan darvekirin, herî dawî cezayê daarvekirinê li Pexşan Azîzî û Şerîfe Muhammedî hat birîn.

‘Hikumet ji gelê Kurd ditirse’

Çalakvan Fatane Hamîdî ku li bajarê Sine dijî, cezayê darvekirinê yên li Pexşan Azîzî û Şerîfe Mihemedî şermezar kir û got: “Ez xelkê Sêmnanê me û li bajarê Sine dijîm. Ez bi salan bi Kurdan re mam. Ez pir qîmetê didim jinên Kurd û min her tim behsa zilm û zordariya li ser Kurdan kiriye. Bi rastî, ji min re pir ecêb xuya dike, ji ber ku Kurd miletekî pesindar in. Rejîma Îslamî ya Îranê diviyabû li şûna ku zordestiyê li wan bike, di warê zîrektî û jêhatîbûna wan de qîmet bidana wan, lê mixabin hertim para wan ji bindestiyê hebûye. Li ser wan bi îdiayên bêbingeh cezayê îdamê tê dayîn. Gelê Kurd xwediyê zanîna siyasî ya bilind e û hikûmet ji gelê Kurd ditirse.

'Jinek wêrek e ku li edaletê digere’

Fetane Hamîdî diyar kir ku li gelek bajarên Sine û Rojhilatê Kurdistanê geriyaye û got: “Dema ku ez wê bi bajarê Sêmnanê û bajarên din ên Îranê re didim ber hev, cudahiyeke cidî dibînim, bi taybetî jinên Kurd di her warî de hişyartir in û ji rewşa xwe haydar in. Gelek  hevalên min ên jin Kurd hene. Cezayê îdamê ku ji bo Pexşan Ezîzî hatiye dayîn şermezar dikim. Ji ber ku ez wê weke jineke wêrek ku tenê li edaletê digere dizanim. Ew jineke durust û rojnamevaneke serbixwe ye ku ji bajarê xwe dûr ma û kar kir.”

‘Divê em bibin dengê jinên ku bi neheqî li wan ceza tên birîn’

Fatane Hemîdî diyar kir ku ev çend sal in li Rojhilatê Kurdistanê di warê jinan de xebatên xwe dimeşîne û wiha berdewam kir: “Di çalakiyên ku min pêk anîn de ev yek fêm kir; Kes nikare weke jina Kurd di têkoşînê de wêrek û netirs be, piranî azadî û edaletê dixwaze. Rejîmê ji tirsa têkoşîna gelê Kurd û jinên Kurd, cezayên giran li Pexşan Ezîzî, Şerîfe Muhammedî û gelek Kurdên din da. Divê em bibin dengê jinên ku bi neheqî rastî cezayên bi vî rengî tên. Weke jin ji her ziman û neteweyan divê em li dijî vê bêhiqûqiyê bisekinin. Ji bo azadiya Pexşan Azîzî, Şerîfe Muhammedî, Zeynep Celaliyan, Werîşe Muradî û girtiyên din ên jin divê em têkoşîna xwe bidomînin. Ev jinên ku di girtîgehan de rastî îşkenceyên giran tên, li şûna ku dîl bên girtin, pêwîste wêrekiyê bigihînin hemû civakê.”

'Ez xwe ji van jinan cuda nabînim'

Ji jinan Esrîn Tahmasabî jî anî ziman ku ew ji ber cezayên darvekirinê bi fikar in û wiha gotinê berdevam kir: “Ji bo me gelek zehmet û îşkence ye ku em xeyal bikin ku em nikarin pêşiya biryareke wiha bigirin. Ez xwe ji van jinan cuda nabînim. Ez Şerîfe Muhammedî me, Pexşan Ezîzî me... Nizanim hestê wan çawa ye, lê teqez ji rêya ku avêtine poşman nabin, ji ber ku ew şervanên doza ku pê bawer in. Piştî serhildana şoreşgerî ya 'Jin, jiyan, azadî', rejîmê zextên xwe bi taybetî li ser ciwanên Kurd zêde kirin. Rejîm bi her biryareke dijdemokratîk ku dide zêdetir winda dike. Komara Îslamî ya Îranê bi destpêkirina Şoreşa Jinê re polîtîkayên xwe yên komkujiyê xist meriyetê. Polîtîkayên qetlîamê tenê dijminatiyê kûr dike û têkoşîna azadiyê ya ciwanan hîn mezintir dike."

'Li hemberî van darvekirinan bertekên jinên pêkhatiyên din girîng e'

Esrîn Tahmasabî di dawiyê de bertek nîşanî cezayê darvekirinê da û wiha got: "Her tim li benda cezayê darvekirinê mayîn bûye kabûsek ku gelê Îranê bi taybet Rojhilatê Kurdistanê dijî. Bertekên jinên ji pêkhatiyên din li hember van darvekirinan girîng e. jinên ku dibêjin Komara Îslamî me temsîl nake diyar dikin ku di navbera gelên li Îranê de tu dijminahiyê nîne û destnîşan dikin ku cudahî û ji hev qutkirin polîtîkayên hikumetê ye. Bi vê şoreşê re gel wê polîtîkayên cudakar qebûl neke.”