Polîtîkayên bêcezakirinê yên li Tûnisê sûcdaran cesaret dike
Li Tûnisê zêdebûna kuştina jinan fikar çêdike, rêxistinên jinan ên li welêt biryar dan ku li ser vê mijarê bixebitin. Jinan diyar kirin ku polîtîkayên bêcezakirinê sûcdaran cesaret dike û xwestin qanûn ji bo her kesî bi awayekî adil bê sepandin.

NEZIHA BOUSSAID
Tûnis – Kuştina jinan li Tûnisê bi rêjeyek tirsnak zêde dibe. Her roj jineke din ji aliyê zilamê herî nêzî wê ve tê qetilkirin. Bêdengiya dewlet, hiqûq û civakê li şûna ku van komkujiyan rawestîne zêdetir dike. Digel ku qanûnên heyî jinan naparêzin, sûcdar pir caran ji hêla bêcezakirinê ve têne cesaret kirin. Jina bi navê Hanane El-Cendûbî 2 roj berê li mala ku li banliyoya Manouba ya Tûnisê dijî, ji aliyê hevserê xwe ve bi tiştekî tûj li ber çavên zarokên xwe hat qetilkirin.
'Jin di malên xwe de jî ne ewle ne'
Têkildarî zêdebûna hejmara kuştina jinan li welat, Seroka Komeleya Karsazên Jin Senaa Fethallah Xenîma ji ajansa me re axivî û got, "Ez bawer dikim ku pirsgirêka kuştina jinan ji gelek sedeman vedigere ku ya herî girîng necezabûn e. Li Tûnisê mewzuat û qanûn ji bo parastina jinan hene, lê ji ber ku ev qanûn jiyanî nebuye, her ku diçe kuştinên jinan zêde dibe. Di 3 mehên destpêka salê de 6 jin hatin kuştin. Jin di mala ku tê de dijîn xwe herî ewle hîs dike, lê weke ku tê dîtin jin di malên xwe de jî ne ewle ne."
'Gelek caran guh nadin giliyan'
Senaa Fethallah Xenîma jî got ku jinên hatine qetilkirin ne tenê hejmar in û wiha got: “Ew jin xwedî jiyan, malbat û zarok bûn. Komkujiyên jinan encamên wêranker û bandorên pir giran ên derûnî û çandî li ser tevahî civakê dike. Li tûnisê, qanûna me heye. 58 û navendên guhdarkirina jinan ku armanca wan parastina jinan ji tundiyê ye, lê dema jinên rastî tundiyê tên serî li qereqolan didin, rewşa wan cidî nayê girtin. Gilî pir caran biçûk tên dîtin û jin vedigerin malên ku rastî tundiyê tên."
‘Divê em li dijî tundiyê bêdeng nemînin’
Senaa Fethallah Xenîma diyar kir ku kuştina jinan ne tenê nûçeyekî di manşetên rojnameyan de ye û got, "Divê em li hemberî sûcên tên kirin bêdeng nemînin û divê em fêm bikin ku tundî bi serê xwe naqede, bi hişyarî, perwerdehî û bi taybetî parastinê bi dawî dibe. Ji ber vê yekê divê sîstemeke berfireh ji bo parastina jin û zarokên ku mexdûrên sereke yên van sûcan in, bê aktîfkirin."
'Komele û rêxistin li ser komkujiyan lêkolînan dikin'
Xebatkara Civakî Zehra Bouguerra diyar kir ku, ne tenê li Tûnisê li gelek welatên cîhanê jî qetilkirina jinan pêk tê. Zehra Bouguerra got, "Rêxistinên femînîst ên wekî Komeleya Jinan a Demokratîk a Tûnisê niha li ser vê mijarê dixebitin. Komele û rêxistinên jinan wê komkujiyên li ser jinan binirxînin û li ser vê mijarê lêkolînan bikin. Pirsgirêkên aborî yên li Tûnisê bi taybetî bandorê li jinan dike. Kêşeyên aborî di nava malbatan de hin pirsgirêkan derdixîne û di vê rewşê de her tim ya ku bêdeng dimîne, dibe qurbanî, bêbersiv dimîne û zirarê dibîne jin e."
'Divê qanûn ji bo her kesî bi awayekî adil bê sepandin'
Zehra Bouguerra, anî ziman ku yek ji sedemên herî girîng ên zêdebûna sûcan bêcezabûn e û got, "Divê qanûn ji bo her kesî bi awayekî adil bê sepandin. Ji bo dawî li qetlîamên jinan bên divê hesab bê dayîn. Rewş bi tenê bi pêkanîna qanûnê nayê guhertin, divê hişmendiya civakî bê afirandin."