Polîsan mudaxeleyî nobeta dayikan kir

Dayikên girtiyan ên xwestin li ber Edliya Bakırkoyê çalakî bikin rastî êrîşa polîsan hatin.

Stenbol- Malbatên ku li Stnebolê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatî şewitandin nobeda edaletê digirtin xwestin li ber Edliyeya Bakirkoyê daxuyanî bidin rastî mûdaxeleya polîsan hatin.

Çalakiya ku Parlamenterên HDP'ê Alî Kenanoglû û Zeynel Ozen jî piştgirî danê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Dayikan bertek nîşanî vê rewşê dan û gotin: "Em dayik in, zarokên me dimirin." Dema ku dayikên rastî êrîşa polîsan hatin hatin binçavkirin, gelek kesên ku xwestin piîtevaniya çalakiyê bikin jî bi darbkirinê ji qadê hatin derxistin.