Polîsan gef li Wekîla HDP'ê Ayşe Acar Başaran xwarin!

Li pêş avahiya Navenda Giştî ya HDP’ê, bi beralîkirina polîsan pevçûn derket. Bi pevçûnê re avahiya partiyê hat dorpeç kirin û amirekî polîsan bi gotina “Ez ê te bi dîwar ve bizmar bikim” gef li Wekîla HDP’ê Ayşe Acar Başaran xwar.

Enqere - Komeke ku di bin parastina polîsan de hatin pêş avahiya Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), xwestin çelenkekî danin pêş avahiyê û daxuyaniyê bidin. Koma ji 3 kesan pêk tê û îdia dikin ku zarokên wan di nav PKK’ê de ne, bi alên dewleta tirk daxuyanî dan çûn. Piştî daxuyaniya vê komê jî polîsan ji ber avahiyê neçûn û li wê derê man. HDP’iyan diyar kirin ku polîs dixwazin li pêş avahiya partiya wan provokasyonê bikin û bertek nîşanî polîsan dan. Polîsan bi awayekî devkî û fîzîkî êrişî HDP’iyan kirin. 

“Em ê li dijî provokatoran têk neçin”

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê û Wekîla Êlihê Ayşe Acar Başaran a bertek nîşanî provokasyona polîsan dan xwest daxuyaniyê bide çapemeniyê. Dema Ayşe Acar Başaran got ‘Ez ê daxuyaniyê bidim’ polîsan xebatkarên çapemeniyê dûr xistin û ji bo Ayşe Acar Başaran jî gotin ‘Wekîlê bigirin hundir’. Ayşe Acar Başaran a axaftina xwe domand wiha got: “Îro polîs û Wezareta Karên Hundir ji bo provokasyonê bikin hatin pêş avahiya me. Çelenkek heye polîs ji bo vê çelenkê biparêze xwe peywîrdar kiriye. Êrişkirina me mafdar dibînin. Dema ku gel bertekên xwe yên demokratîk nîşan dide, hêzên hiqûqî yên êrîş dikin îro li vir in. Ez daxuyaniyê didim pêşiya min vekin. Ez mafê xwe yê demokratîk bikar tînim. Ez ê jî dê daxuyaniyê bidim.” 

Ayşe Acar Başaran li dijî astengkirinê ev bersiv da: “Bikaranîna mafê min ê demokratîk tê astengkirin. Em ê li dijî provokatoran û êrişan têk neçin.”

Ji polîsê gef li wekîl!

Amirekî polîsan wiha got: “Zarokên van li ku derê ne bêjin.” Ayşe Açar Başaran jî bavê xwe yê di salên 90’an de bi awayekî kiryarên nediyar de hatiye qetilkirin bi bîr xist û ev bersiv da: “Here wê demê kujerê bavê min jî bipirse.”

Amirê polîsan ê piştî bersiva Ayşe Acar Başaran heqaret û gefên xwe domand ji Ayşe Acar Başaran re got “Ez ê te bi dîwar re bizmar bikim.”

Ayşe Acar Başaran û endamên partiyê bertek nîşanî polîsan dan.

Dema dorpêça polîsan a li Navenda Giştî ya HDP’ê berdewam dike, endamên partiyê jî dirûşmeya “HDP gel e gel li vir e” berz dikin.