Polîsan bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin

Polîsan bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê yên li Belçîkayê girtin.

Navenda Nûçeyan-Polîsan duh bi şev ser studyoyên navenda nûçeyan ên Stêrk TV û Medya Haberê yên li Belçikayê girtin. 

Polîsan Belçîkayê, avahiyên studyoyên nûçeyan dorpêç kirine û nahêlin xebatkarên televîzyonê têkevin hundir. 

Balkêş e ku ev serdagirtinên studyoyên televîzyonan, piştî serdana duh ya Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a Herêma Federe ya Kurdistanê pêk hatin. 

'Ev konseptek êrîşa navneteweyî ye'

Desteya Piştevaniyê ya Stêrk û Medya Haber TV têkildarî serdegirtinan daxuyaniyek da

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Dema dawî konsepta ku dewleta Tirk ji bo qirkirina Kurdan amade kiriye, hewl tê dayin ku bi cih bê anîn. Serdana Tirkiyeyê ya li DYE, Iraq û Îranê, her wiha peymanên bi PDK'ê re mohr kir, li gel van hemûyan serdana Serokkomarê Tirk Erdogan a li Iraq û Barzaniyan, nîşaneyên dawî yên ji bo bicihanîna vê konsepta qirkirinê ne. Êrîşa dagirkeriyê ya li ser Metînayê jî asta leşkerî ya vê qirkirinê ye.

Eşkere ye ku ev konsept konsepteke êrîşê ya navneteweyî ye. Serdegirtina studyoyên Medya Haber û Stêrk TV ên li Belçîkayê ku şeva 23'ê Nîsanê saet derdora 02:00 pêk hat, nîşaneya şênber a vê yekê ye. Televîzyonên me niha ji aliyê bi sedan polîsî ve hatine dagirkirin. Bi vê serdegirtinê tê xwestin, dengê gelê Kurd bê birîn. Nabe ku em li hemberî vê serdegirtinê bêdeng bimînin.

Em bang li gelê xwe dikin ku ji bo pêşî li vê bêhiqûqiyê û serdegirtina neqanûnî bigire, berê xwe bide cihê televîzyonan."