Piştî têkoşîna 5 rojan Rayan jiyana xwe ji dest da
Zarokê li Mexribî Rayan ê 1’ê Sibatê ketibû bîrê piştî têkoşîna jiyanê ya 5 rojan duh êvarî dema ekîbên parastinê Rayan ji bîrê derxistin hema di nava 5 deqeyan de jiyana xwe ji dest da.
Mexrib – Zarokê bi navê Rayan 1’ê Sibatê li Tamrourt a Chefchaouen ê ya bakurê Mexribê, dema ku dilîst ket bîreke kur ku ew bîr jî ji aliyê bavê wî ve li tenişta malê hatibû kolan. Ji wê demê ve ekîbên parastinê li ser bîrê dixebitîn ku bikarin zarok sax derxin. Duh êvarî li gel hemû hewildanan zarok derxistin, piştî derxistin bi 5 deqan zarok jiyana xwe ji dest da.
Bi milyonan welatiyên hundir û derveyî Mexribê li benda wê kêliya ku zarok sax ji binê bîrê were derxistin, lê her tişt berovajî bû. Dema hat ragihandin ku xebatên kolandinê bi dawî bûne û bijîjşk ji bo ku alîkariya pêwîst pêşkêş bikin hatine gazîkirin, di heman kêliyan de hat hînbûn ku zarok jiyana xwe ji dest daye.
Dayika Rayan, Sumaya Xarşîş û bavê wî Xalid Oram jî bi ekîban re ketin bîrê û derketin.
Bi girseyek mezin cenazeyê zarok ji ber bîrê rakirin.