Piştî qetilkirina rojnameger Şêrîn Ebû Aqle li Xezayê çalakiya nobedê hat despêkirin

Rojnamevanên jin ên piştî qetilkirina rojnamevan Şîrîn Ebû Akle beşdarî çalakiya nobedê bûn, destnîşan kirin ku guleya artêşa Îsraîlê dê gotina rastiyê nekuje û medya dê rastiyê ronî bike.

RAFİF ESLEEM

Xeza - Sendîkaya Rojnamegerên Filistînê 11’ê Gulanê, bi amadebûna girseyeke mezin ji rojnamevan, parêzvanên mafên mirovan û çalakvanan, bi armanca şermezarkirina kuştina rojnamevan Şêrîn Ebû Eqle, çalakiya nobetê li dar xist.

"Êrîşî rojnamevanan dikin ji bo ku dengê gelê vê herêmê bibirin"

Endama Komîteya Jinan a Sendîkaya Rojnamegerên Fîlîstînî Taîf El-Buheysî got ku çalakiya wan helwesta ji bo şermezarkirina sûcê kuştina nûçegihana qenala Al-Jazeera Şîrîn Ebû Eqle ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hat lidarxistin û bal kişand ser wê yekê ku divê rayedarên navneteweyî mudaxeleyî dagirkeriyê bikin û wiha domand: “Rojnamevan Şîrîn ne rojnamevana yekeme li van herêman ji aliyê Îsraîlê ve tê qetilkirin. Timî êrîşî rojnamevanan dikin ji bo ku dengê gelê vê herêmê bibirin.”

"Divê hesab ji dagirkeriya Îsraîlî bê xwestin"

Çalakvana mafên mirovan Fatima Aşûr jî got: "Ez bi nûçeya kuştina rojnamevan Şêrîn Ebû Aqle û zêdekirina kiryarên sîstematîk ên artêşa Îsraîlê yên li dijî rojnamevanan xemgîn bûm. Divê dewlet erka xwe pêk bîne û rojnamegerên Filistînî biparêze. Dagirkeriya Îsraîlê zagona navdewletî ya însanî û zagona mafên mirovan binpê dike û ji ber ku tu çavdêrî tune dê van kiryarên xwe yên hovane berdewam bike. Ji ber tirsandin û hedefgirtina hemû Filistîniyan divê hesab ji dagirkeriya Îsraîlî bê xwestin."

"Dagirkeriya Îsraîlê bi zanebûn Şêrîn Ebû Aqle qetil kir"

Rojnamevan Meysûn Kihêl jî diyar kir ku beşdarbûna wê ya vê çalakiyê ji bo îfadekirina hêrs û xemgîniya wê ya li hemberî hedefgirtina hevala wê ye û wiha pê de çû: "Wêneyên ku di dema qetilkirina Şêrîn Ebû Aqle de hatin weşandin nîşan didin ku dever aram e û ti pevçûn çênebûne, ev jî piştrast dike ku dagirkeriya Îsraîlê bi zanebûn Şêrîn Ebû Aqle qetil kir."

"Gule nikare gotinê bikuje û çapemenî dê her dem rastiyê ragihîne"

Sûzan El-Xelîlî jî anî ziman ku ew beşdarî vê çalakiyê bû da ku piştrast bike ku gule nikare gotinê bikuje û çapemenî dê her dem rastiyê ragihîne û wiha berdewam kir: "Dagirkeriya Îsraîlê nikare bi van kiryarên xwe tirsê bixe dilê rojnamevanekî ku dixwaze rastiya Îsraîlê bigihîne cîhanê."

Yekîtiya Ewropayê daxwaz kir ku di zûtirîn dem de lêkolînek berfireh li ser bûyera qetilkirina Şêrîn Ebû Aqle bê kirin û berpirsên wê bên dadgehkirin. Dîrektora Giştî ya UNESCO Audrey Azoulay jî xwest ku derbarê qetilkirina Şîrîn Ebû Aqle de lêpirsîneke tam bê kirin.