Piştî erdhejê jin xizan û bê kar man!

Jinên Elbîstanê yên tengasiyên piştî erdhejê rû bi rû man vegotin, gotin em nikarin xwe bighînin mafê tenduristî û starbûnê. Jinên ku diyar dikin ji ber xizaniyê nikarin malbatên xwe xwedî bikin, taştê naxwin û danê nîvro jî tenê miqarne dixwin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Mereş – Di 6’ê Sibata 2023’an de du erdhejên mezin ên navenda wan Elbîstan û Bazarcix bûn, çêbûn. Di sel erdhejê re 2 sal derbas bûn. Hinek mexdûrên erdhejê yên ku piştî erdhejê demek dirêj çadir nedîtin, ji sermayê jiyana xwe ji dest dan.

Mexdûrên erdhejê yên ku ji bo wan jiyanek di çadiran de destpê kir, hewl didin li bajarên konteynir ên piştî çend mehan hatine avakirin bijîn. Mexdûrên erdhejê yên ji ber ne xwedî maf in, nikarin derbasî avahiyên erdhejê bibin, dê vê zivistanê jî di konteyniran de derbas bikin. Mexdûrên erdheja navçeya Elbîstana Mereşê, hewl didin bi gelek pirsgirêkan re mijûl bibin. Yên ku herî zêde ji vê rewşê bandor dibin jî, jin in. Jinên ku mexdûrên erdhejê ne, ev du sal in bi xizaniyek kûr re têdikoşin. Jinên ku di konteynirên 20 metrekareyî de carna bi malbatên xwe yên 7 kesî carna jî 5 kesî re dijîn û hemû barên malê yên mîna çêkirina xwarinê, paqijî û xwedîkirina zarokan digrin ser milê xwe, herçiqas bixwazin ji bo di aliyê aborî de rihet bikin, li derveyî malê bixebitin jî, derfeta xwedîkarbûnê nabînin.

Jin bi xizaniyek kûr re tenê hatin hiştin

Li navçeya ku piştî erdhejê mirov koçber bûn, gund hatin valakirin û hema bêje derfetên kar qet tunene. Jinên ku mexdûrên erdhejê ne, bi zehmetiyan re debara xwe pêk tînin. Bi taybetî jinên ku mexdûrên erdhejê ne ne xwedî maf in. Bi hinceta ‘wê bê valakirin’ dixwazin wan ji bajarê konteynir derxin. Jinên ku ji ber nikarin kar peyda bikin tenê di nava konteynir de dem derbas dikin, diyar kirin ku xwarinan jî bi sexbêrî bikar tînin. Jinên ku destnîşan kirin ji ber bêkariyê zarok û hevjînên wan nikarin kar peyda bikin, ji xwarina ku çêkin heta kirîna dermanên zarokên xwe, her tiştî difikirin. Jinên ku ji ber xizaniya tê jiyîn ji bilî pirsgirêkên xwe bi hemû pirsgirêkan re têdikoşin, bi van gotinan bertek nîşanî polîtîkayên li herêmên erdhej tên meşandin dan: “Haya têra tune ji birçiyan.”

'Em muxatabek ku pirsgirêkên me çareser bike nabînin’

Emîne Kaya ya 41 salî ku di erdhejê de mala wê hilweşiya û di konteynirê de dijî, ji bo xwedîkirina malbata xwe ya 4 kesî têdikoşe. Emîne, diyar kir ku kurê wê ji ber nexweşînên kronîk her tim pirsgirêkên tenduristiyê dijî û wiha got: “Hezar TL’yê ku qeymeqamtiya navçeyê ji bo dermanên kurê min dide jî, ji bo rêya nexweşxaneyê bikar tînim. Ji ber sedemên aborî ez û hevjînê xwe li ber hevberdanê ne. Em di konteynirê de bi gelek pirsgirêkan re tenê tên hiştin û em nikarin muxatabek jî bibînin. Pereyê ku dikevê destê min, ji bo lêçûnên nexweşxaneyê yên zarokên xwe radikim. Ji me re tiştek namîne. Gelek caran em rojên xwe bi nexwarina taştê an jî firavînê derbas dikin.”

Emîne Kaya, bi van gotinan behsa tengasiyên dijîn kir: “Em pirsgirêkên pir xerab jiyan dikin. Zarokek min ê nexweş heye, em pir bi zehmetî debara xwe dikin. Konteynir pir sar in, em nikarin bijîn. Em ne di xema kesî de ne. Ev salek e ez li vir im û min heta niha tu alîkarî nedîtiye. Em hatine jibîrkirin. Ne şaredarî tê û ne jî qeymeqamtî. Kes pirsgirêkên me çareser nake. Ji bo malên hatine çêkirin jî pere tên xwestin. Gelo mirovên mîna min ewê çawa sed hezaran bidin TOKÎ’yan? Kesekî ku were û li me guhdarî bike jî tuneye. Ez ji bo çareseriya pirsgirêkan diçim gel şaredariyê, bila carek jî ew were, me bibîne û li me guhdar bike.”

'Ger em ji konteyniran derkevin, em ê li kuçê bimînin'

Sufade Ozdogan a 55 salî jî diyar kir ji ber nebûna derfetan di konteyniran de dijîn û wê ji wir bên derxistin. Sufade got konteynera ku tê de du malbat dimînin, mala wan a yekane ye. Sufade  destnîşan kir ku rayedar dixwazin wan ji vê konteynira ku di nava zor û zehmetiyan de dijîn, derxin û wiha got: “Ger em ji vir bên derxistin, emê wek pêvajoya erdhejê carek din li kuçê bimînin.”

‘Jin xizaniyê ji kûr ve hîs dikin’

Sufade Ozdogan, da zanîn ku di malbatê de tu kes nikare kar peyda bike û wiha axivî: "Ev 2 sal in em li vir in, em dibêjin eger me ji vir derxin ewê kirêdarên li vir çi bikin? Tu dahatek me nîne, pêwîst e ev dewlet ji me re çareseriyek bibîne. Ger cîhê me hebe, tu kes deqeyek jî di nava vê zehmetiyê de namîne. Li vir her tim av diçe nava konteyniran. Mirovên têr ji rewşa mirovên birçî fêm nakin. Bi gotina ‘hûn ne xwedî maf in’ derfatên kar nadin.” Sufade Ozdogan, bi bîr xist ku piştî erdhejê demeke dirêj li kolanê mane û anî ziman ku jin xizaniyê ji kûr ve hîs dikin.

Taştê nîne, her roj danê nîvro meqerne

Çîgdem Kartala erdhejzede jî da zanîn ku piştî erdhejê derfeta wan a çûyîna xaniyê kirê tune û got ku ji ber bêkarî û xizaniyê nikarin zarokên xwe bibin nexweşxaneyê. Çîgdem diyar kir ku piştî hatina her baranek konteynir di nava heriyê de dimîne û cîhekî ku serê xwe lê bişon jî nîne. Çîgdem destnîşan kir ku xwarina wan a nîvro tenê miqarne ye û gelek caran taştê jî naxwin.

'Em hewceyê pariyek nan in û şerpeze ne’

Çîgdem Kartal, diyar kir ku li derfetên kar digere, lê li navçeyê jin nikarin kar peyda bikin. Çîgdem destnîşan kir ku heta karek peyda bike neçar e di konteynirê de bimîne û got “konteynirek dan û me jibîr kirin.” Çîgdem her wiha diyar kir ku hevjînê wê naxebite û ji ber xizaniyê nikare zarokên xwe bişîne dibistanê. Pirsgirêkên din ên ku dijîn jî Çîgdem wiha rêz kirin: “Çar zarokên min hene. Ji ber ku pereyê servîsê dixwazin, zarokên min nikarin herin dibistanê. Em pir şepreze ne û di nav xizaniyê de ne. Em hewceyî pariyek nan in. Em ji 6’ê Sibatê vir ve heman tiştan dijîn. Em li vir di nava çopê de dijîn. Ger ku em xanî bibînin jî em nikarin herin. Ji ber ku derfeta me ya dayîna kirê jî tuneye. Taziyeyên me çêdibin, lê ji ber ku em nikarin mazotê peyda bikin, em nikarin herin. Em ev du sal in bi xizaniyê re têdikoşîn.”