Piştî çar salan bîranîna ewil: Edalet di bin erdê de ye!
Hacî Esvet û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar ên li Pirsûsê hatin qetilkirin, piştî 4 salan cara ewil li ser gorên xwe hat bibîranîn. Salîha Aydenîz a di bîranînê de axivî, wiha got: “Edalet di bin erdê de ye, pêwîste bê derxistin.”

Riha - Di komkujiya ku di 4'ê Hezîrana 2018'an de ji aliyê parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve ya li dijî malbata şenyaşar pêkhat de, Hacî Esvet û kurên wî Celal û Adîl Şenyaşar jiyana xwe ji dest dan. Ji ber îro salvegera qetlîamê ye li sûka Pirsûsê esnafan dikanên xwe girtin. Ji bo Hacî Esvet û kurên wî Celal û Adil Şenyaşar ên hatin qetilkirin li ser gorên wan mêrasîma bîranînê hate kirin. Malbata Şenyaşar, dikandarên cîranên dikana malbata Şenyaşar, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmê Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu û Omer Ocelan, Dayikên Aştiyê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê, rêveberên HDP’ê û gelek kes beşdarî bîranîna li Goristana Şaredariyê pêk tê, bûn.
Ji bo ferdên malbata şenyaşar a hatin qetilkirin lorandin
Girseya ku ji bo bîranînê li ber goristanê kom bûn, ji aliyê polîsan ve hat xwest ku ketina goristanê bê astengkirin. Polîsên ku malbat û wekîlan girtin goristanê, destÛr nedan welatiyên din bikevin goristanê. Malbat, wekîl û endamên saziyên sivîl bertek nîşanî helwesta polîsan dan. Piştî ku Emîne Şenyaşar diyar kir ger girse neyên girtin wê serdana goristanê neke û heta girse bê girtin ew ê li ber derî rûne, girseya ku 30 deqeyan li ber derî hat sekinandin, ji goristanê hat girtin. Girse li ber deriyê goristanê heta gorên malbatên hatin qetilkirin meş pêk anî. Emîne Şenyaşar ferdên malbata xwe bibîranî. Girseya ku li ser gorê hatin cem hev, ji bo kesên hatin qetilkirin dua kirin. Ferît Şenyaşar ê di bîranînê de axivî, da zanîn ku ew 4 salin şîna xwe nedanîne û dema edalet pêk were ew ê şîna xwe bigrin.
"Em ê heta dawiyê di lêgerîna edaletê de bin”
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmê Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz jî, balkişand ku komkujî li ber çavên raya giştî pêk hat û wiha got: “ Li ber çavên cîhanê komkujiyek hat pêkanîn. 4 sal derbas bûn lê edalet pêk nehat. Di nava 4 sal de gavek ji neavêtin nîşan dide ku edalet tune. Li nexweşxaneya dewletê komkujî hat pêkanîn. Dayik Emîne Şenyaşar ji bo her kesî edaletê dixwaze û berxwedanêk nîşan dide. Dayik ji bo hemû Tirkiyeyê berxwe dide. Edalet di bin erdê de ye, pêwîste bê derxistin. Em soz didin ku em ê heta dawiyê li cem malbatê bin. Heta ji bo malbata Şenyaşar edalet neyê demokrasî pêk nay. Ji bo xwendina Fatîhayê bi me re bazar dikin. Her kes vê komkujiyê dizane. Em ê heta dawiyê di lêgerîna edaletê de bin.”
Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) a Şaxa Rihayê Salîh Karataş jî, hemû kes vexwend Nobeda Edaletê ya ku dê li ber Edliyeya Rihayê pêk bînin.
Bîranîn bi daynîna qurnefîlan ya li ser goristanê bi dawî bû.