Piştî 8 salan hembêzkirineke ji dil

Soza ku dabûn jinên Êzidî roj bi roj bi têkoşîneke demdirêj û xebateke veşartî û pisporî pêk tînin. Xwedî li jinên Êzidî û li wan keziyên hûnandî ku hatibûn jêkirin û bi keviran ve hatibûn girêdan derdikevin û dîsa dest bi hûnandina wê keziyê dikin.

SORGUL ŞÊXO

Hinek kêlî tenê tên jiyîn, hîskirin û dîtin lê dema ku pênûs tê ku binivîse, bi saetan dimîne heya tîpek ango gotinek der tê, paşê hevok li pey hev rêz dibin. Di vegotina kêliyên wiha de zimanê mirovan lal dibe, tenê awirek ango kenekî wiha bêdeng ku li ser rûyê mirovan tê neqişandin dikare hinek hestan îfade bike. Kişandina bêhneke azad ji wê kezeba şewat re hêja ye ku ew agirê di dil de vêketiye vemire. Hêja ye ku mirov her roj wê bi bîr bîne, binivîse û li ser zimanan bimîne.

Piştî 8 salan ji aliyê zarokên agir û rojê ve hat rizgarkirin

Wefa ya Êzidî ji aliyê zarokên agir û rojê, rêhevalên temînata serkeftinê û tilîliyên azadiyê ve di 9'ê Tebaxê de ji xetertirîn kampa di Rojhilata Navîn û cîhanê de hat rizgarkirin. Soza ku dabûn jinên Êzidî roj bi roj bi têkoşîneke demdirêj û xebateke veşartî û pisporî pêk tînin. Xwedî li jinên Êzidî derdikevin, xwedî li wan keziyên hûnandî ku hatibûn jêkirin û bi keviran ve hatibûn girêdan derdikevin û dîsa dest bi hûnandina wê keziyê dikin. Têl bi têl rêz dikin û bi hezkirineke bêdawî dihûnin wekî ku jiyana nû pêşkêşî wan dikin.

Wefa jî weke bi hezaran jinên Êzidî rastî her cure hovîtiyê hat!

Bi hezaran jinên Êzidî yên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve di 3'ê Tebaxa 2014'an de li Şengalê hatin revandin, jin bi jin ku ji Şengalê ber bi Reqa, Şedadê û Dêrazorê ve hatibûn veguhestin ji aliyê şervanên YPJ'ê ve tên rizgarkirin. Wefa ya 18 salî, di 9 saliya xwe de tê revandin, jiyana wê ya zaroktiyê jê tê dizîn û çeteyên ku temenê wan 40-50 û 60 salî li dijî wê kiryarên derexalqî pêk tînin, rastî destdirêjiyê û kiryarên cûr bi cûr ên dermirovî tê. Wefa ji temenê xwe zêdetir êş û keser kişandiye.

Sozê Qamişlo jineke ciwan e, bi rûkeniya xwe tê nasîn û bi dilnizmiya xwe tevdigere, di heman wextê de xwedî erkeke wisa ye ku Hevseroka Ofîsa Parastinê ya Herêma Cizîrê ye. Sozê dema ku ji cihê xwe ber bi Kampa Holê ve dikeve rê, bi hêviya ku Wefaya Êzidî bibîne.

Hembêzkirina ku hesreta salan vedibêje…

Dema ku Sozê birê dikeve, digihîje cihê ku wê keça ciwan a çavreş lê bibîne. Li odeyê rûdine, piştî bendewariyeke demdirêj Wefa derbasî hundir dibe. Yek bi yek silav dide û diçe rûyê Sozê wê maç dike. Piştî du saetan nîqaş û suhbeta Sozê bi Wefa re diqede. Di nav re dikenin, diçin Şengalê û tên Reqayê ber bi Kampa Holê ve û dîsa vedigerin Şengalê ku li wir wê çawa dest bi jiyana nû bikin. Hîs nekirin ku ewqas saet derbas bûn. Wefa Sozê bir Şengalê, hestên ku jiya pê da bihîstin û hîskirin, Sozê jî wisa bi baldarî lê guhdar dike bêyî ku axaftina wê qut bike û li çavên wê yên tijî xemgînî û wekî deryayan dinêre ku di nav de winda dibe.

Dema xatirxwestinê…

Êdî dema xatirxwestinê hat, dinya ber bi êvarê de diçû diviyabû ku Sozê vegere cihê xwe. Ji lewre diviyabû ku xatir ji Wefa bixwaze û wiha di riya xwe de bimeşe. Ew kêlî pir zehmet e ku em bînin ser ziman, ji ber ew tenê tê hîskirin nayê gotin û şîrovekirin. Piştî ku Wefa silava destan dide Sozê û rûyê wê yê nazik maç dike, vê carê wê hembêz dike. Lê hembêzkirina wê pir cuda bû, tijî hezkirin, êş, xemgînî û serfirazî bû. Hembêzkirineke ji dil bû, yekemîn hembêzkirina piştî rizgarkirinê bû. Wefa wiha Sozê hembêz kir ku nexwest wê berde, nexwest bêhna azadiyê biçe. Nexwest yekem miroveke bikaribe hemû barên xwe li ser milên wê bike biterikîne. Hembêzkirineke ji dil piştî dûrketina 8 salan...

Sozê got ku wê hîs kiriye bi rastî ew tekane hêzên rizgarkirina jinên Êzidî ne. Yekem hêz di cîhanê de ne ku bi rastî ji bo azadî û têkoşîna jinan kedê dide, li ber xwe dide. Ew sîwana hemû jinan e, wekî kevokên ku di bin baskên dayikên xwe de bi aramiyê hîs dikin û dijîn. YPJ hêzeke wisa ye ku tu carî nayê şikandin û qelskirin. Hembêzkirina yekemîn a piştî rizgarkirinê, hêja ye mirov her wê bi bîr bîne.