Piştî 8 rojan cenazeya zaroka ku di çemê Zirganê de xeniqî bû hat dîtin

Cenazeya zaroka 15 salî Nêrmîn Xelîl a ku di çemê Zirganê de li navçeya Dirbêsiyê xeniqî bû hat dîtin.

Hesekê - Zaroka 15 salî Nêrmîn Xelîl, a ku bi eslê xwe ji navçeya Şedadê a Kantona Cizîrê ye, di 19'ê Adarê de di çemê Zirganê li gundê Eradê a navçeya Dirbêsiyê xeniqî bû.

Li gorî agahiyên ku me ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin bi dest xistiye, hat zanîn ku îro di saet 11:30'an de Nêrmîn a ku xeniqî bû li gundê Kesra ê navçeya Zirganê ku cenazeya wê bi dareke nava çem de asê mabû, hat dîtin.

Hat zanîn ku malbatê cenazeya Nêrmîn Xelîl birin cihê ji dayikbûna wê ango Şedadê da ku li wir wê veşêrin.