Piştî 124 salan rewşa rojnamegeriya Kurdî
Piştî 124 sal li ser derketina rojnameya Kurdistanê re derbaz bûye jî hîna hinek medyayên Kurdî xizmetê ji dijmin re dikin.
LAVA KURDE
Navenda Nuçeyan - Roja rojnamegeriya Kurdî 22’ê Nîsanê ye, her sal salvegera rojnameya Kurdistanê ku ji aliyê Miqdad Medhed Bedirxan ku di sala 1898’an hatî derxistin tê pîrozkirin. Destpêkê belavkirina rojnameya Kurdistan ji ber di dema desthilatdariya Osmaniyan de derketibû weke xebatek netewî û rewşenbîrî dihat nirxandin. Sedemê ku ev rojname xebatek netewî bû, piştî têkçûna serhildana Bedirxaniyan a di sala 1847’an de, dewleta Osmaniyan Bedirxaniyên li herêma Botan a Bakurê Kurdistanê li Stanbol, Misir, Yewnan û çend welatên din dur xist.
Bi vî awayî ev binemaleya şoreşgerên Kurd belav bûn. Ji ber neguncana di aliyê şoreşa çekdarî de Miqdadt Medhat Bedirxan ji bo berdewamkirina xebata netewî rêyek din hilbijart, ew jî xizmetkirina çand, ziman û nasinda dîroka netewa Kurd bi rêya karê rojnamevantiyê de bû. Miqdat Medhat Bedirxan di hejmara yekem ya rojnameya Kurdistanê de dibêje: “Min rojnemeyek bi navê Kurdistanê derxist, armanca min ew e ku gelê Kurd di aliyê çand, siyasî, ziman, aborî û zanistê hişyarbin.”
Piştî derxistina hêjmara yekem ji ber dijberiya aliyên Osmanî, rojnamê hejmarên din yên rojnamê li hinek bajarên cûda hate çapkirin. Piştî Qahîre li bajarê Cinêf û Lendon û Fokston hat çapkirin, rojname di navxweya dewleta Osmanî de hat qedexekirin, lê belê bi awayek veşartî dihat belavkirin. Rojaname li bajarê Amed, Mardîn, Edene û Dimeşeq xwendevanên wê hebû, lê belê ji ber Miqdad Medhat Bedirxan di hêjmara şeş ya rojnamê de nexweş ket, xebatê çapkirin û sernivîsê ket destê Abdurehman Bedirxanê yê birayê biçûk yê Miqdad Bedirxan.
Hêjmara 6 heta 19 li Cênef paytexta Siwîsre, hêjmara 20 heta 22 dubare li Qahîre, hêjmara 24 li Lendon, hêjmara 25 jî dû caran derket, ya yekê li bajarê Lendon û ya duem jî li bajarê Fokston li Birîtanya, hêjmara 26-29 li bajarê Fokston, hêjmara 30 û 31 li Cênef derket.
Xebata Rojnemegeriya Kurdî piştî 124 salan çi gihandiye?
Îsal 124 sal li ser derketina rojnameya Kurdî re derbas dibe, piştî derketina sedan rojname, kovar û Tv hatin damezrandin, lê belê gelek ji medyayên Başûrê Kurdistanê xizmeta desthilatdariyê tenê dike û yên ku xizmetê ji desthilatê re bike û rastiyê raxe ber çavan an tên girtin an jî gef li ser heye, ev yek jî ji aliyê gel ve tê rexnekirin.
Wergerê Kurd rexne li medyayên Başûrê Kurdistanê di aliyê civakî, siyasî, aborî, çandî, ziman û zanîstî û hwd dikin. Ji ber ne li gor civakê û pirsgirêkên civakê tevdigerin ev ji dibe sedem ku ragihandina Başûr pêş nekeve.
Gelek medyayên Kurdî yên Başûr bi rêya film û drama û bernameyên cûr be cûr yên ku werger kirine, ji ziman, çand û şêwazê jiyana xwe dûr dikeve û nasnameya xwe ya Kurdî dide jibîrkirin.
Ew dezgahên medyayî ji aliyê desthilatê ve tê rêvebirin li gora berjewendiyên xwe yên siyasî tên rêvebirin.
Ev di demekê de ku derketina rojnemeya Kurdî ya yekem ji ber xebatek li dijî fikrê dewleta Osmaniyan bû, lê niha hinek rojnamevan û medyayên Kurdî tu xebatek ya netewî tê de nayê dîtin û hestê netewî û parastina çand û ziman û nasnameya Kurdî xebat nakin.
Aşkere ye ku erkê rojnamegerî û medyayê ewe ku nuçe û gihandina zanyariyên rast e, erkê din jî hişyarîkirina civak û kesan e. Her wiha gihandina mijarên rast e, lê belê niha gelek ji medyayan li gor berjewendiyên xwe kar dikin.
Ger em behsa hewla zindîkirina dewleta Osmaniyan ji aliyê dewleta Tirk ve bikin, behsa êrîşên dagirkirina vê dewleta dagirker li ser xaka Kurdistanê bikin, emê bibînin gelek caran medya li beramberî vê yekê bêdeng in bi taybet medyayên Başûrê Kurdistanê gelek caran belavkirina mijar û nuçeyan bi bernameyan vê dagirkeriyê rewa didin nîşandan û haya wan ji metirsiyên li ser çand, ziman û xaka Kurdistanê nîne.
Her wiha rojnamevanên Bakûrê Kurdistan û Tirkiye yan jî Başûrê Kurdistanê dengê wan hene xwestine xelk ji vê dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk li ser xaka Kurdistanê heye agahdar bikin, em dibînin di girtîgehan de û lêpirsin dema li gel dikin tometên cûda derdikeve holê. Rojnamevanên Kurd di girtîgehên dewleta Tirk de rastî îşkenceyan tên. Di demekê de li Başûrê Kurdistanê behsa azadiya fikir dikin, lê belê rojnamevan di çarçoveya yasaya xirab bikaranîna amêrên peywendiyên dixine girtîgehan. Wate bi hemû awayan dewleta Tirk destdirêjiyê li rojnamevanan dikin û rê nadin rojanmevan rastiyan ragihînin.