Piştevaniya jinên Efgan: Qirkirinê rawestînin

Piştevaniya Jinên Efgan li hemberî êrişa li Efganîstanê ku gelek kes jiyana xwe ji dest da û bş dehan kes birîndar bû daxûyaniyek da û got ‘Hazarabûn ne sûx e, qirkirinê rawestînin’.

Navenda Nûçeyan – Paytexta Efganîstanê jî di nav de, li Mezar-i Şerif û û gelek bajarên din bi awayekê hemwext teqîn pêk hat. Di têqînan de gelek kes jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes birîndar bûn. Piştevaniya Jinên Efgan derbarê mijarê de daxûyanî da. Di daxûyaniyê de bal lê kişand ku di êrişan de komên diyar hedef hatine girtin û daxwaz kir ku ev êriş rawestin.

 “Hazarabûn ne sûc e, qirkirinê rawestînin”

Piştevaniya Jinên Efgan a got ‘Hazarabûn ne sûc e, qirkirinê rawestînin’ da zanîn ku di êrişan de kesên Hazara hedef tên girtin û bal lê kişand ku li dibistan, mizgeft û zaningehan bi awayekê komî hemwelatiyên Hazara hedef tên girtin. Her wiha Piştevaniya Jinên Efgan destnîşan kir ku divê hejmara kesên ku di êrişan de jiyana xwe ji dest dane bên aşkerekirin û ji raya giştî neyê veşartin.

Dibistan û cihên baweriyê di bin êrişan de ye

Li Parchi li navendekî perwerdê ya li herema Qalano, li herema Tank Dasht li Dibistana Abdul Rahim Shahd û li navendên baweriyê yên Qebûl û Mezar-i Şerîf di wextên cûda de êriş hatibû pêkanîn.