Pirtûka ‘Muzeyen El Seltene’ hat nasandin
Pirtûka "Muzeyen El Seltene" hewldanên jinên pêşeng ên ku di nava guhertinên civakî û siyasî de, çarenûsa xwe tînin ser ziman e û "Şukûfe" veguherandine platformeke ku ji bo îfadekirina daxwaz û xemên xwe vebêjin.
AMENE ÎZEDÎ
Tehran – Pirtûkên "Muzeyen El Seltene û Şûkufe" li Teharanê bi beşdariya kesên di qada xebatên jinan û rojnamevaniyê de dixebitin hat nasandin.
Meryem Amîd Semnanî ku bi nasnav Muzeyen El Seltene tê naskirin, yek ji rewşenbîr û rojnamevanên serdema Qacaran e û di sala 1913’an de duyemîn rojnameya jinan a Îranê bi navê Şukûfe derxistiye.
Nivîskara pirtûkê Golareh Mûradî, di merasîma danasîna pirtûkê de ji bo pirtûkê wiha got: “Ji dîrokê ve jinên Îranî bala min dikşînin, di warê teswîrkirin û girtina dest de. Ger em jinên Îranî weke pêlîstokên ku tên çêkirin û dûre ji hev tên derxistin bigrin dest, em ê bibînin ku pir perçeyên biçûk di destên me de hene û yên heyî jî yan xera bûne yan jî di nava tozê de mane. Her dem bala min kişandiye û hê jî dikşîne ku ez wan perçeyan rakim toza wan paqij bikim û daynîm şûna wan.”
Golareh destnîşan kir ku di serdema Meşrûtiyeta Îranê de, jin di warê avakirina dibistana keçan, çapkirina rojnameyan, avakirina komeleya jinan de bûne xwedî tecrube. Meryem Amîd yek ji jinên di van her sê qadan de çalak bûn e. Meryem Amîd ku berpirs û xwediya Rojnameya Şûkufe ye, bi rêveberên Dibistana Maziniye û çend dibistanên keçan û jinên aktivîst re Komeleya Jinan a Himetê ava kir. Di vê pirtûkê de piştî edîtora rojnameya Danîş, Masume Kahhal, weşana du hefteyî ya rojnameya Şukûfe ku duyemîn weşana jinan li Îranê ye, hat lêkolînkirin.
Çar salan weşana xwe domand
Golareh da zanîn ku Şukûfe çar salan di dema dawiya Xanedaniya Qacaran de weşana xwe domand û perwerde û tenduristiya jinan mijarên herî girîng ên rojnameyê bûn. Şukûfe bi taybetî di rojnameyê de cih dida mijarên weke perwerdeya zarokên keç û tenduristiya jinan. Her wiha mijarên weke malbat, nelihevkirina di dema zewacê de digirt dest. Şukûfe her çendî helwesta xwe ya li hemberî tundiyê bi piranî li ser xweşbîniyê ava kiribe jî; di hinek rewşan de cihekî girîng daye vê mijarê. Her wiha behsa têkiliya jinan bi baweriyan dikir û van mijaran bi karîkaturan nîşan dida.
Ev mijar ji bilî nivîsan bi karîkaturan bi şeklekî bi bandor digihîşt xwendevanan. Karîkaturên rojnameya Şukûfe, ji ber ku beşek ji dîroka civakî û çandî ya civaka Îranê nîşan dide, weke belgeyeke hêja tê hesibandin.