Pirtûka keda hevpar a 22 jinên Mexrîbê: Deriyê Şîn
Jinên Mexrîbê, berhemên kolektîf ku hestên xwe yên der barê jiyana xwe û rastiya xwe, fikrên xwe û ravekirina jiyanê îfade dikin, dest bi weşandina pirtûka bi navê ‘Deriyê Şîn’ kirin.
RAJA KHAYRAT
Merakeş- Weqfa Çand û Mîrasê ya ‘Dar Bellarj’, roja yekşema borî di 3’ê Mijdarê de, bi çalakiya lidarxistin de pirtûka bi navê ‘Deriyê Şîn’ dan nasîn. Ev berhem ji çîrokên jiyana 22 jinên ku piranî jinên malan e pêk tê.
Di vê xebata xweser de, jin û jinên malan, firsenda ku çîrokên aîdê xwe binivîsin dît. Pirtûk di encama atolyeyên nivîsên ku bi piştevaniya dilxwazên di qada civakî û çandan de xebat didin meşandin derket holê. Jinên beşdarî atolyeyan bûne, metnên der barê jiyana wan de hest û fikir tîne ziman nivîsandin.
Aktîvîst Cemîle Hassun a ku projeyê koordine dike, diyarkir ku ev pirtûk bi hewldana dayîkên kêrhatî derketiye holê û wiha got: “Di dema atolyeyên nivîsînê de, nivîskara merhum yê Mexrîbê Fatîma Mernissi ku bawer dikir ku her kes xwedî kêrhatiya nivîsînê ye bi bîrxist. Ev fikir firsand daye nêrinên kesan bike nivîs, ji bo jinan deriyê ku der barê cihana wêjeyê ya nivîsînê dibe ye.”
Cemîle Hassun diyar kir ku nivîsakara Îtalî Patrizia Rigonî, bi atoleyeyên nivîsên ku bi jinê ceribandina wan ya nivîsandinê daye meşandin, serkeftin pêk aniye. Rigonî da zanîn ku berê metnên wergerî Erebî hatî kirin daye jinan û hewl da ku ew bi xwe binîvisin. Di vê pêvajoyê de ferq kir ku jin bi samîmî û hûrgûlî îfadeyên ku tiştên vedigotin dikarin bikar bînin.
Ji bo jin xwe îfadebikin firsandek baş e
Yek ji jinên beşdarî atolyeyan bûye Naciya Karmu diyarkir ku beriya çend salan beşdarî weqfa ‘Dar Bellarj’ bûye û li vêderê beşdarî atolyeyên cûda ên ku behsa şano û çîrokan dike bûye û got: “Di atolyeya dawî ya nivîsînê de, min bi bandor dît. Ji ber bi saya vê ceribandinê dikare metnên ku hestê wê îfade bike binivîse. Eleqeya min ya ji bo nivîsê ne nûye.”
Naciya Karmu destnîşan kir ku piştî ku hevjînê xwe winda kir ji bo zarokên xwe xwedî bike neçar maye bixebite û zehmetiyên ku kişandiye kiriye nivîs û pêwîstî bi vegotinê dîtiye. Naciya Karmu got: “Niha zarokên min mezin bûne û bûne xwedî jiyana xwe. Ez hedef dikim ku dem ji xwe re veqetînim û xeyalên xwe pêkbînim.”
Jinek din ya beşdarî atolyeyan bûye Amîna Şinak da zanîn ku ev ceribandin ji bo wê rumet e û got: “Bi tiştên nexweş ên ku min jiyan kiriye kirina nivîs, ji bo hîs û xwe îfade bike bûye alîkar. Ji sala 2016’an heta niha ez beşdarî çalakiyên weqfê dibim. Di riya xweîfadekirinê de asoyên nû min keşif kir.”
Koordînatorên rêveberiya atolyeye diyar kirin ku li ser taslakên jinan xebat kirine û metnên wan li ber çavan derbaş kirin, sererast kirin û anîn halê wê ya dawî. Anîn ziman ku jin heq dikin ku metnên nivîsandinê bi weşînin û bê xwendin.