Pirtûka 'Îxaneta Anne Frank' hat komkirin

Pirtûka îxaneta Anne Frank û malbata wê ku yek ji navên sembolê yên Jenosîda Yahudî ya di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de hat jiyîn vedibêje, ji aliyê weşanger ve hat komkirin.

Navenda Nûçeyan – Pirtûka ku îdia dike noterê Yahûdî yê Amsterdamê Arnold van den Bergh îxanet Anne Frank a yek ji navên sembolîk ên qirkirina Yahûdiyan û malbata wê kiriye, ji aliyê weşanger ve hat berhevkirin.

Weşangerê Hollandî Ambo Anthos li ser raporek amedekirina komek dîrokzan a li ser nivîsên li pirtûka bi navê "Îxaneta Anne Frank" rexne dike, biryar da ku firotina pirtûkê rawestîne. Weşangerê Holandî ku ji bo pirtûkê ji raya giştî lêborîn xwest, ragihand ku li ser rapora dîrokzanan, wan biryar daye ku pirtûk tavilê ji bazarê vekişînin û careke din çap nekin. Pirtûk bersiv digeriya pirsa kê veşartgeha Anne Frank û malbata wê ya li Amsterdamê îxbar kiriye.

Komek dîroknasên girêdayî zanîngehên cuda yên Holandayê û Enstîtuya Lêkolînên Şer û Jenosîdê li ser jiyana noterê Yahûdî van den Bergh lêkolînek du mehan pêk anîn.

Li gorî lêkolîna ku encamên wê ji neviyê van den Bergh, Mirjam de Gorter re hat pêşkêşkirin, nehat diyarkirin ku van den Bergh heşt mehên dawî yên şer li ku derê derbas kiriye. Li gorî dîroknasên Holandî, ekîba lêkolînê ya navneteweyî di der barê van den Bergh de bi pêşdaraziyek mezin tevgeriya ne. Dîroknas Laurien Vastenhout ku beşdarî lêkolînê bû got: "Em nikarin Van den Bergh bê sûc bikin. Em tenê nizanin çi qewimiye."

Anne Frank kî ye?

Anne Frank û malbata wê ji bo neşandina kampên komkirinê yên Nazî, li Amsterdamê di qadek veşartiya li xaniyek xwe veşartibûn. Rojnivîska Anne Frank ku di vê pevajoyê de girt û piştî mirina wê hat çapkirin, bû yek ji sembolên herî girîng a Jenosîda Yahûdiyan. Tu caran nehat zanîn kê malbata Frank ku di 4'ê Tebaxa 1944'an de ji aliyê Naziyan ve hatin girtin û şandin kampa komkirinê ya Auschwitz-Birkenau îxbar kiriye. Frank di sibata 1945’an de, di 15 salî xwe de li kampa komkirinê ya Bergen-Belsenê ji ber tifûse mir.

Bav Otto Frankê ku yekane endamê malbatê yê sax maye, weşandina rojnivîskên ku bûne sembolên zilm û Jenosîda sîstematîk a 6 milyon Yahûdiyan, dabîn kir.