Pirtûka “Çîrokên Jinên di Zindanan de” derket
Pirtûka “Çîrokên Jinên di Zindanan de” ku ji 11 çîrokên 10 jinên di girtîgehan de pêk tê, derket.

Navenda Nûçeyan – Pirtûka “Çîrokên Jinên di Zindanan de” ku ji 11 çîrokên 10 jinên di girtîgehan de pêk tê, derket. Ev berhema ku bi zimanê kurdî ye ji 112 rûpelan pêk tê. Her wiha destnivîsên jinên çîrokên wan di vê berhemê de hene jî di berhemê de hatine bicihkirin. Berhema ku li Weşanxaneyên Aramê hat çapkirin xebateke hevpar a jinan e.
Ev berhem bi hevkariya saziyên weke; Komîteya Jinan a PENa Kurd, MED-DER, Komeleya Wêjekarên Kurd, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hukumxwaran a Amedê hat çapkirin.
Amadekariya pirtûka “Çîrokên Jinên di Zindanan de” ji aliyê rojnameger û nivîskar Roza Metîna ve hat kirin. Edîtortiya berhemê jî ji aliyê Enîse Şîrin û Roza Metîna ve hat kirin.
Di pirtûka “Çîrokên Jinên di Zindanan de” çîrokên Besê Ozer (Şiyar), Fatma Ozbay (Mirî Birîndar Nabin), Xanim Yildirim (Xezal û Av), Leyla Saraç (Zerya-Karwanê Meytan), Medya Yaklav (Mişkê), Melîke Kaya (Welatek), Mizgîn Ronak (Çîroka Duyem), Mulkiye Dogan (Hespên Hêviyê), Necla Yildiz (Rêwîtî), Suheyla Taş (Ji Xweliyê), cih digirin.
Di pirtûkê de çîrokên 10 jinan cih digirin. Û taybetmendiya vê berhemê jî ew e ku jinan di binê şert û mercên dijwar de li girtîgehê ev çîrok nivîsandine.
Li dû berga pirtûkê jî ev nivîs cih digire:
“Ev pirtûka bêrîkirin, berxwedan û hêviya ji pênûsa jinên kurd
ên girtî diniqutin, tîne gel hev. Jinên li paşiya dîwarên zindanê
bi pênûsa xwe li dijî tenêbûn û zilmê şer dikin, bi çîrokên xwe
dibin şahidên dîroka xwe.
Ev berhema hevpar a ji yazdeh çîrokên cuda pêk tê, ne tenê
êşên takekesî di heman demê de berxwedana gelekî, têkoşîna
azadiyê ya jinan û ronahiya li dijî tarîtiya zindanê rave dike.
Jinên girtî li dijî zext, înkar û zordestiyê bi pênûsa xwe deng
didin; Çîrokên gelekî û jinên ku tên xwestin bêdeng bên hiştin,
dinivîsin.
Di van rûpelana de xeyal, windahî, hêvî û têkoşîna jinên girtî
hene. Dengê wan zincîran derbas dike û di dîrokê de nîşeyekê
dihêle. Her hevok gaveke ber bi berxwedanê her riste gaveke
ber bi azadiyê ve ye.”
Çîrokên Jinên di Zindanan de, ne tenê berhemeke edebî ye, di
heman demê de şahidiyek e. Ev şahidî çîroka jinan e. Jinên
barê rabirdû û hêviya siberojê hildigirin.”