Piranî jin û zarok li Sûdanê 32 kes hatin qetilkirin

Dema ku Sûdanî û civaka nevneteweyî ji bo hevdîtinên agirbestê li Cenevre bûn, balafirên şer ên girêdayî artêşa Sudanê gelek herêmên bi cihbûnê yên li welat kir hedef.

Navenda Nûçeyan- Komên siyasî, rêxistinên hiqûqî û pîşeyî êrîşên li ser herêmên cuda yên Sûdanê hatin pêkanîn şermezar kirin û diyar kirin ku ev binpêkirinek eşkere ya hiqûqa navnetewî ye.

Balafirên şer ên girêdayî artêşa Sûdanê, 20’ê Tebaxê roja Sêşemê di êrişên hewayî yên dijwar ên li Omdurman, El Daein û El Faşir ên girêdayî herêma Derfun de, 32 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn. Di êrişa li dijî nexweşxaneya perwerdeyê ya  li paytexta eyaleta rojhilatê Darfurê, Al Daeinê de û bazara mezin de 8 jê jin 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. 17 kesên ku di navbera wan de jin û zarok jî hebûn bi giranî birîndar bûn. Balafirên şer bajarê Al-Tuwisha yê li eyaleta bakurê Darfurê kirin hedef, di encamê de hejmarek zêde kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Li bajarê Al-Hasahisa yê eyaleta Al-Jazeera balafirên şer herêmeke bicihbûnê kirin hedef. Di encama êrişê de 15 sivîlan jiyana xwe ji dest dan bi dehan kes birîndar bûn. Di êrişa li ser taxa rojavayê bajar a li Omdurmanê de di nav de malbatek bi temamî, herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Dema hevdîtin li Cenevreyê ji bo agirbestê dihatin kirin êriş pêk hat

Rêxistinên siyasî, hiqûqî û pîşeyî êrîş şermezar kirin û diyar kirin ku ev binpêkirinek eşkere ya hiqûqa navnetewî ye. Yek ji komên ji şer bêalî maye Hêzên Rizgariya Sûdan (SLF) diyar kir ku ev êrîşa bi metirsî di demek ku gelê Sûdanê û civaka herêmê û navneteweyî li Cenevreyê ji bo agirbest û gihandina alîkariya mirovî hevdîtin dikirin de, pêk hatiye. Bang li hêzên bi çek kir ku demildest dawî li êrişan bînin. Bang kir ku divê hêzên bi çek, êrişên xwe yên li dijî sivîl, nexweşxane û hemû çalakiyên ku ji aliyê  hiqûqa navneteweyî ve hatine qedexekirin demildest rawestînin.

Sendîkaya Mamosteyên Sûdanê, êrişa li Um Badah li dijî avahiya mamosteyek hat kirin û bû sedema mirina hemû ferdên malbatê şermezar kir û wiha hat gotin:

“Berdewamkirina şerê bi vî rengî hovane, gefê li jiyana bi milyonan mirovan dixwe. Ev yek nîşan dide ku metirsiya felaketek heta niha nehatiye dîtin heye.”