Pinar Gayip hat berdan
Rojnameger Pinar Gayip piştî îfadeyê hat berdan.

Navenda Nûçeyan- Parêzer Sezgîn Keleş ku ji ber sûcê “êrişa zayendî” ceza lê hatibû birîn, bi hinceta ku edîtora ETHA’yê Pinar Gayip derheqê wî de nûçe çêkiriye, giliyê wê kir. Pinar Gayîp a ji bo îfadeyê çû qereqola Şehîd Sînan Acar a Kocamustafapaşa hat binçavkirin û hat diyarkirin ku der barê wê de biryara girtinê heye.
Pınar Gayip piştî kontrola tenduristiyê birin Edliyeya Anadolu ya Stenbolê.
Pınar Gayip piştî îfadeya xwe da hat berdan.