Peykerên Moai şewitîn

Şewata daristanê ya li Girava Paskalya ya girêdayî Şîlî ya Başûrê Amerîkayê ji ber volkanê rû da bû sedema şewitîna peykerên Moai yên pîroz tên qebûlkirin.

Navenda Nûçeyan – Ji ber şewata daristanê ya bi volkanê re rû da peykerên Moai yên pîroz tên qebûlkirin şewitin û gihan rewşekê ku nikaribin bên sererastkirin. 

Li gorî nûçeya CNN´ê, rayedarên xwecihî û yên Şîliyê dane zanîn ku hem peykerên seriyan û hem jî hin hêmanên din ên arkeolojîk ji ber şewatên di encama aktîvîteya volkanîk de yan tine bûne yan jî zerarên mezin li wan bûne. Rayedaran daye zanîn ku ev zerar mayînde ne û nikarin bên baş kirin.

Di encama şewatê de zirar li bêhtirî 100 hektarên li ser giravê de şewitîne. Di encamê de zirar li peykerên weke 'Moai' tên nasîn jî texrîb bûne. Li gorî texmînan eşîra li giravê ya Polonezî ev peyker beriya bi 500 salan çêkirine.