Peykerê jina ku hat gotin “Lingê wê xuya dike” hat rakirin!

Li bajarê Gorgana Îranê peykerê jineke ku me wêneyê wê parve kir, bi biryara dozgeriyê bi gotina "lingê wê xuya dike" hat rakirin.

Navenda Nûçeyam - Îran dev ji gotina “tenê navê jinan heye” bernade.

Li bajarê Gorgan ê Îranê biryar hat dayîn ku peykerê jina ku ji bo balê bikşîne ser pêwendiya teknolojiyê, telefon di destên wê de ye û li ser cadeyê radiwestiya û bi gotina "Lingê wê xuya dike" were hilweşandin. Di encama biryara Serdozgeriya Gorganê de peykerê ku bi "Cil û bergên ne guncaw e" hat binavkirin, hat destnîşankirin ku lingê jinikê diyar dike û peyker hat rakirin.

Rakirina peyker rastî bertekên tund hat.