Peyama jinên Hewlêrê ya 8’ê Adarê dawî kirina kuştinên jina ne

Bi wesîleya 8’ê Adarê jinên Hewlêrê çalakî kirin. Jinan di çalakiyê de wêneyên jinên hatine qetilkirin rakirin û daxwaz kirin ku dawî li kuştinên jinan bê.

Navenda Nuçeyan - Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hêjmarek jinên çalakvan û endamên rêxistinên mafê jinan li ber deriyê qeleya bajarê Hewlêr ê Başûrê Kurdistanê çalakiyekî kirin.

Jinan di çalakiyê de wêneyên jinên îsal hatine kuştin bilind kirin û daxwaz kirin ku dawî li kuştinên jinan bê û mêrên kujer ji aliyê peyîwendîdaran ve bên darezandin û cezakirin.