Peyama jinên Êzidî: Em naxwazin û nahêlin careke din PDK vegere Şengalê

Keç û jinên Êzidî yên ku beşdarî meşa girseyî ya li dijî hatina îdareya PDK’ê hat lidarxistin bûn gotin ew naxwazin careke din PDK vegere Şengalê. Jinan got ku xortên ku Şengalê biparêzin hene û ew ê li dijî her hêza ku vîna Êzidiyan nas nake bisekinin.

Şengal – Duh li navçeya Sinûnê ya Şengalê li dijî hewldanên hatina hêz û îdareya girêdayî PDK’ê ya ji bo Şengalê civaka Êzidî meşeke girseyî li dar xist. Gelek dayîk û ciwan tevlî meşê bûn û helwesta xwe nîşan dan.

‘PDK’ê ji bilî komkujî û malwêraniyê ji bo me tiştek nekiriye’

Dayê Neam Bedel ku tevlî meşê bûbû hestên xwe wiha anîn ziman: “Îro em ji bo li dijî derketina hewldanên vegera îdareya PDK’ê li vê derê kom bûne. Em weke civaka Êzidî, weke xelkê Şengalê li dijî vê îdareyê ne. Ji ber ku ev îdare ji 2003’an heta 2014’an li Şengalê bû, ji bo Şengalê tiştek nekir ji bilî komkujî, ferman û malwêraniyê. Gel hinek bi ser xwe ve hatiye, vegeriyaye Şengalê. Niha dubare dixwaze planeke qirêj bixe dewrê û li ser me siyasetê bide meşandin. Em weke gelê Êzidî li dijî hatina pêşmergeyan in, li dijî îdareya berê ne.”

‘Em li dijî vegera îdareya berê ya PDK’ê ne’

Dayê Neam diyar kir ku wan kesên bi dengê Êzidiyan çûne parlamentoya Iraqê û niha jî ji bo vegera îdareya PDK’ê îmze dane şermezar kir û got: “Em wan kesên weke Murad Îsmaîl û Xalid Seydo ku bi dengê me çûn parlamentoyê û niha jî li ser vegera pêşmerge îmze didin şermezar dikin, rûreş dikin. Em dibêjin cihê we li Şengalê tune ye. Ez ji Murad Îsmaîl re dibêjim, te dengê Êzidiyan girt, niha jî tu dixwazî komkujiyek bi serê Êzidiyan de bînî? Em vê tiştê ji bo tu kesê qebûl nakin. Heta dinya hebe em ê li dijî vegera îdareya berê ya PDK’ê bisekinin. Ev Iraq jî be. Êzidî ne Êzidiyên berê ne, jixwe fêm kirine. Careke din nikarin bîr û bazarê li ser gelê me bikin. Kê jî kir em ê weke gel li dijî bisekinin.”

Divê dengê me bilind be da ku em bikaribin azad bijîn’

Samya Şingalî jî armanca xwe ya hatina çalakiyê bi van gotinan anî ziman: “Îro em jî ji bo li dijî derketina vegera îdareya PDK’ê li vê derê amade ne. Di dema wê îdareyê de jenosîdek hat serê Êzidiyan û heta niha jî bi hezaran keç û jinên Êzidî girtîne. Ji ber vê yekê divê em weke keç û jin li vê derê bisekinin da ku careke din bi kerameta me neyê lîstin. Ger îro ez weke keçek bihêlim ew îdare vegere, ez ê dîsa tirseke mezin bijîm. Gelo wê êrîşeke din bê serê min yan na? Ji ber vê jî ez bang li xwişk û dayîkên me dikim ku dengê xwe bilind bikin da ku bikaribin azad bijîn, malên xwe, zarokên xwe û karên xwe bê tirs birêve bibin. Ger ew îdare vegere wê destê her yek ji me li ser dilê me be. Ji ber van sedeman em nahêlin vegere. Ji bo wê jî îro em li vir kom bûn. Îro vîna ciwanên Êzidî gelek e. Ger gumana kesek jî ji vê vînê hebe, bila bîne ber çavên xwe çawa li dijî DAIŞ’ê sekinîne.”

‘Şengal ji aliyê keç û xortên me ve tê parastin’

Dayê Emşê Elî jî nêrînên xwe bi me re parve kir û helwesta xwe wisa nîşan da: “Îro em hatine vê derê da ku pêşmerge careke din neyên Şengalê. Di 3’ê Tebaxa 2014’an de pêşmergeyan me terikandin, reviyan û çûn. Me di nava destên wan kafiran de hiştin. Careke din baweriya me bi kesê nayê û em naxwazin pêşmerge werin Şengale bi hezaran keçên me hatin revandin, gelek însanên me hatin şehîdxistin. Heta niha hestiyên miriyên me di gorên komî de ne. Em naxwazin careke din bên. Şengal ne muhtacê pêşmergeyan e. Şengal bi xwîna şehîdan hatiye avakirin. Bi qeweta Xwedê û keç û xortên me Şengal tê parastin. Careke din werin wê me bikin bindest. Ji bo ku neyên çi ji me bê em ê bikin. Baweriya me bi wan nayê.”