Peyama girtiyên jin: Sepana du kelepçe veguherî îşkenceyê

Girtiyan jin di nameya ku ji Komeleya Parastinê ya Mafên Mirovan re şandine de binpêkirinên ku li wan hatiye kirin vegotin û bal kişandin ser bikaranîna kelepçeyê û wiha gotin: "Ev sepan şermezarî ye û di heman demê de vediguhe îşkenceyê."

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Bi belavbûna koronayê re, binpêkirina mafan ên li girtîgehan zêdetir eşkere bûn. Girtiyan diyar kir ku ji ber pêkanînên dijdemokratîk girîgeh nebaş bûne. Girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Amedê ya girtî, bi nameyekê ku ji Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (IHD) a Amedê re şandin, bal kişandin ser binpêkirina mafên wan ên li girtîgehê. Girtiyên jin di nameyê de daxwaza desteka hiqûqî ji rayedarên pêwendîdar kirin. Komeleyê der barê pirsgirêkên girtiyan de daxwaznameyek pêşkêşî rayedarên pêwendîdar kir.

"Her derê girîgehê 24 saetan bi kamerayan tê şopandin"

Girtiyan di nameya xwe de diyar kirin ku ji ber pêkanînên keyfî girtîgeh veguheriye cihekî ku lê nayên jiyandin. Her derê girîgehê 24 saetan bi kamerayan tê şopandin û ev yek qada jiyana wan teng dike û hem jî azadiya wan a takekesî binpê dike ji ber ku pergala kamerayê ji girtiyan re cihekî nepenîtiyê nahêle.

"Di her quncikek girîgehê de girîgehek tê çêkirin " 

Girtiyan anîn ziman ku li girtîgehê lêgerînên bi berfirehî û tazî li girtiyan hatiye kirin û destnîşankirin ku ew vê kiryara ku rûmeta mirovahiyê binpê dike qebûl nakin.

Di berdewamiya nameya girtiyan de ev tişt hatin gotin: "Li girtîgeha ku beriya 3 salan em tê de bûn me nekarî ji çalakiyên çandî, civakî û sporê sûdê werbigirin. Doza ku bi hinceta nexweşiyê hat rewakirin, niha bi hinceta "ewlehiya ragihandina birêkûpêk" veguheriye polîtîkayê. Hema bêje di her quncikek girîgehê de girîgehek tê çêkirin."

"Em nikarin xwe bigihînin rojnameyên muxalif"

Girtiyan da zanîn ku ew nikarin xwe bigihînin rojnameyên muxalif ên ku dixwazin û bal kişandin ser wê yekê ku ji ber lêçûna zêde ya li kantînê nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin.

Girtiyan bi nameyê destnîşan kirin ku krîza aborî ya li welat bandor li wan kiriye û tekez kirin ku bihabûn roj bi roj li girtîgehê zêde dibe û ji bilî rojnameyên fermî tu rojname û kovarên din ji saziyên dewletê wernegirtin û wiha gotin: "Em nikarin xwe bigihînin kanal û rojnameyên muxalif. Di hemû mijaran de mafê me yê ragihandinê û wergirtina agahiyan tê tecawizkirin."

"Sepana du kelepçeyan berdewam dike"

 Girtiyên jin jî weke mijareke din a girîng bal kişandin ser mijara kelepçeyê û wiha gotin ev pêkanîn şermezarî ye û di heman demê de vediguhe îşkenceyê. Li ser rêya nexweşxaneyê ji aliyê leşkeran ve em ji milê me kaş kirin û birin nexweşxaneyê. Tevî ku me gelek caran daxwaz ji rayedarên pêwendîdar kir ku vê kiryara rawestînin, lê hê jî didome."

"Li dijî binpêkirinan gilî hat kirin"

Der barê binpêkirinên mafên girtiyên jin de ji Şaxa Amedê, Komîteya Mafên Mirovan a a Parlamentoyê (TBMM), Wezareta Dadê ya Girtîgehan, rêveberiya girtîgehê ya eleqedar û her wiha ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re gilî hat kirin.