Peyama 8’ê Adarê ya jinên şervanên Ukrayna yê

jinên Ukrayna ya dibin dagirkeriya Rusya de ji qada şer peyama 8’ê Adarê didin. jinên Ukrayna yên bi rojanin di neyan de, nava xirabeyan de û li ser rêyên koçberiyê berxwedana xwe ya dîrokî nîşanî hemû cîhanê didin.

SERPİL SAVUMLU

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Rusya yên dagirkeriyê li ser Ukrayna di roja 13’an de dewa mdike. Dibin bombabaranê de reva sivîlan dewam dike. Her çendî Rusya ji bo derketina sivîlan agirbest îlankiribe jî sivîl dibin gulebaranê de hewil didin xwe digihînin herêmên ewle. Netewên Yekbûyî diyar kirin ku hejmara mirovên ji ber şer derketin gihaye 2 miliyonan. Tê payîn ku ev hejmar hîn zêdetir bibe. Têkoşîna jiyanê ya jinên Ukraynayê mohra xwe li çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê da. Ji roja despêkê ya êrîşên dagirkeriyê ve jinên Rusyayê li hemberî şer sekinîne. 

Jinên di eniyên şer de cihê xwe girtine

Li ser axa Ukrayna yê hilweşînek mezin tê jiyîn. Li ber çavê hemû diniyayê teza “ji şer herî zêde jin û zarok bandor dibin” carekdin tê dîtin. Jinên ku neçar dimînin hevjîn û zarokên xwe yên mezin li nava şer bihêlin, ji jiyana xwe de biriyara herî zor didin, her tiştî li peyî xwe dihêlin û li ser rêya koçberiyê hewil didin xwe li jiyanê bigirin. Yên dibin xirabeyan de mane jî bi hêviya dawîbûna şer dijîn. Hinek jinan jî di eniyên şer de cihê xwe girtine.

Ne sehna filîmane

Jinên dinava dengê texîn û xirabeyan de li ber ekranên televizyonan weke sehneyên filîman tên û diçin. Di vî şerî de jî jinan barê herî giran dane ser milê xwe. Jinên bi berxwedanê bala diniyayê kêşane ser xwe li hinek cihan nan dipêjin, li hinek cihan jî cilên qamafilajê çêdikin, hinekan jî li hemberî Rusyayê li kolanan molotofona amade dikin.

Ji şervanên jin peyama 8’ê Adarê

Dîmenê ji jinên Ukrayna yê hatiye hîn zêdetir wate dide daxwaza “ji şer re na” ya jinên li qadan. Jinên ji şer û alîgirê şer sudê nagirin, îro li Ukrayna ji bo parastina zarokên xwe, ax, jiyan û cîhana xwe peyamê didin. Jinên Ukrayna bi parkirina dîmenekê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li hemû jinan pîroz kirin û gotin. “Em jinên Ukraynayê me bi duayan hevjînên xwe şandin parêzvaniya welat û zarokên xwe derxistin cihên bi ewle. Em tevlî artêşa Ukrayna dibin. Emê di her bostek axa xwe de dijmin tine bikin.”