“Pêwistiyên xwendewanan nayê bi cih anîn”

Pêwistiyên xwendevanên Başûrê Kurdistanê her roja ku diçe zêde dibe, ji ber kêmbûn û nebûna xizmetgozariya xwendevanan pêwistiyên wan ji aliyê saziyên perwerdê ve nayên dabînkirin û ew erk ketiye ser milê mamosta û malbatên xwendevanan.

 
ŞINYAR BAYÎZ
Silêmanî – Li Herêma Başûrê Kurdistanê pirsgirêka xwendevanan bûye yek ji pirsgirêkên sereke û xwendevanên ji vê rewşê bêzar di nava sala borî de serî li gelek çalakiyên cihêreng dan û heta niha jî encam negirtiye. Dabîn nekirina pêwistiyên xwendevanan mamosta û xwendevan bêzar kirine. Li gel vê yekê jî muçexwar bi giştî mamosta ji tirsa birîna muçeyê wana, kêm û kurtiyên xwendevanan wisa kiriye ku mamoste ji ew muçeyên ku hene pêwistiyên wana dabîn bikin an jî neçar dibin ku wî muçeyî ji malbatên xwendevanan bigrin. Ev jî dibe sedemê bargiraniyek li ser milê malbatên xwendevanan. Di nav dibîstanan de encumena dayik û bavan heye, karê wan ji bo xizmetkirin û pêwistiyên xwendevanan komkirina muçeyan e. Hinek dibîstan her meh hinek pere ji xwendevanan digrin, lê belê hinek jî tenê salê carekê pere kom dikin. Mamostaya Bîrkarî Şine Elî derbarê rewşa mamoste û xwendevanan de ji ajansa me re axivî.
"Budçeya dibistanan li ser malbatan dibe bargiranî"
Mamosta Şine Elî diyar kir ku rêjeya kêm û kurtiyên di nava dibîstanan de zêde bûye, sedema wê jî bê agahiya berpirsên perwerdê ye ku pirsa pêwistî, kêm û kurtasiyên nav dibîstanan nakin û wiha got: “Bi salan e pêwistiya me bi boyaxkirina dibîstinan heye. Salên borî dahatek ji pêdawsitiyên xwendevanan hebû, lê belê niha perwerdeyê tenê kêmek pere didin, ew jî têra kaxezên ezmunan nakin. Mamosta hewil didin alîkariya xwendevanan bikin, lê ji ber muçeyê mamostayan kêm e û ji ber tirsa birîna muçeyê nikarin dibîstanê nûjen bikin. Rewşa aboriya malbatan di astek xirab de ye. Tenê hinek dibîstan rêjeya kêmek pere diyar kirine ku ev jî li ser malabatan dibe bargiranî. Dema ku em kaxez didin xwendevanan da ku kêmek pere binîn, piranî kaxez vale li me di zivirin an ji hinek şerm dikin li gel hevalên xwe bêjin me pere ne anîye. Rewşa wan a aborî ne baş e, gelek ji wan 250 dinar yan jî 1000 dinar didin ku em nikarin bi vî pereyî tu pêdawsitiyan pêk bînin.”
"Divê ji bo dabînkirina pêdawsitiyan plana berpirsên perwerdê hebe"
Şine bi bîr xist ku erkê berpirsê hikumetê ew e xerca pêdawistiyên dibistanan lêkolîn bikin û wiha dom kir: “Hinek butce di festîvalan de pêwîste were xerckirin. Ewqas asta dabînkirinê diyar kiriye ku weke dibistanên taybet lê hatiye. Ger hemû pêdawîstî ji bo xwendevanan were dabînkirin wê demê bi derûniyek aram fêr dibin, divê berpirsên perwerde helek cidî ji bo xizmetkirin û tunekirina kêm û kurtiyên xwendevanan bide. Çareseriya ji bo pirsgirêkan danin û her wiha planên salane dêynin da ku xwendevan rastî vê rewşê neyên.”
Beşek zêde ya dibîstanan dibêjin kêm û kurtasî hene û perwerde pêdawisityên wana dabîn nakin. Tevge Mistefa ya jimêryara diwana rêveberiya perwerdeya giştî ya Silêmaniyê û rêvebera bi wekalet, derbarê alîkariya dibistanan a ji aliyê perwerdê de wiha got: “Weke perwerdeya giştî, her dema perwerdekar liste derbixin û daxwaza pêdawsitiyan bikin, em ji bo wan dabîn dikin û pereyê firoşgehan ji sedan sed ji firoşgehan werdigrin. Piştre li gor jimara xwendevanan navê dibistanan pere didin dibistanan ku serê her xwendevanekê dibe 6 hezar û 77 dînar. Dema ku pêdawsitiyên dibîstanan zêde be bi rêya pirtûka fermî daxwazê ji perwedeya xwe dike, ger perwerdeya Rojava û Rojhilat karîna dabînkirinê nebû, daxwazên xwe bilind dikin û ji bo perwerdeya giştî ew pere kêm ê ku di firoşgeha dibîstanê de pêdawîstiyên wan dabîn dikin. Butceya taybet a her yek ji dibistanan heye ku hikumet dide wan da ku pêwistiyên xwendevanan dabîn bikin.”
Rewşa dibîstanan û nebûna pêdawîstiyan her ku diçe ber bi xirabiyê ve diçe, ev destnîşan dike ku li dibistanan xizmetgozarî nîne, kêm û kurtî zêde hene û cihên kevîn nayên çêkirin.