Pêwîstiya ferzkirina wekheviya zayendî li Tûnisê hat nîqaşkirin

Hevbendiya Sivîl ji bo azadiyên kesane li Tûnisê konfêranseke rojnamevanî li dar xist ku tê de tekezî li ser pêwîstiya ferzkirina wekheviya zayendî kir.

ZİHÛR EL-MEŞREQÎ

Tûnis – Hevbendiya Sivîl ji bo azadiyên kesane li Tûnisê konfêranseke rojnamevanî li dar xist ku tê de rapora civaka sivîl li ser pêdaçûna demkî ya gerdûnî li pêş Encumena Mafên Mirovan li Cinêvê pêşkêş kir. Di rapora Hevbendiya Sivîl de zêdetirî 120 pêşniyar hene di derbarê asta ku dewlet erkên xwe li pêşberî civaka navdewletî bi cih tîne. Rapora Hevbendiya Sivîl daxwaza ferzkirina wekheviyeke tam di navbera zayendan de û pêşxistina siyaseteke giştî ji bo misogerkirina piştgiriya pêwîst ji jinan re di dema ducaniyê de û pêşkêşkirina xizmetên tendirustiya zayînê bi taybetî ji bo jinên ku li gundan dijîn kir.

"Hevbendiya Sivîl banga cîbicîkirina Qanûna Wekheviya Mîrasê kir"

Di raporê de bal hat kişandin ser girîngiya peydakirina aboriyek guncaw li Tûnisê ji bo hêsankirina gihandina jinan bo cihên bilind. Hevbendiya Sivîl di raporê de bang kir ku pergalek hilbijartinê ya ku wekheviyê garantî dike were pejirandin da ku hebûna jinan di saziyên cûda yên hilbijartî de zêde bibe û cîbicîkirina Qanûna Wekheviya Mîrasê ku ji sala 2018'an ve hatiye pêşkêş kirin û nehatiye cîbicîkirin. Di raporê de hat xwestin ku çavkaniyên aborî ji bo Çavdêriya Niştimanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Dijî Jinan werin peyda kirin ji bo misogerkirina karê wê di şert û mercên baştir de û krîmînalîzekirina her cureyê tundiyê. Her wiha di raporê de tekezî li ser girîngiya pejirandin û cîbicîkirina Peymana Stenbolê hat kirin.

"Maf û azadiyên takekesî di bin xeteriyê de ne"

Cîgira Serokê Komeleya Parastina Mafê Mirovan a Tûnisê, Omeyma Cibnon diyar kir ku bangawazî heye ku 31'ê Adarê bibe roja têkoşîna li dijî bêcezakirinê û wiha lê zêde kir: "Maf û azadiyên takekesî di bin xeteriyê de ne. gavên vê dawiyê yên desthilatdariyê metirsîdar in û divê rûbirûyê wan bê kirin, ji ber ku binpêkirina azadiyan e ku weke destkeftên herî berçav ên şoreşê tên hesibandin."