‘Pêwîstî bi yekîtiya tevahiya jinên Sûrî heye’
Jinên ku beşdarî 1’emîn Konferansa Jinên Kurd a Rojava bûne, balkişandin ser girîngiya yekbûna jinan û gotin ku ji bo li Sûriyeyê destkeftiyek mayinde ya jinan hebe pêdivî ji her demê zêdetir bi yekîtiya tevahî jinên Sûriyeyê heye.

PELÎN NÛPELDA
Qamişlo – Bi pêşengiya jinên Kurd ên Rojava, di bin diruşmeya “Bi Pêşengiya Jinên Kurd Yekîtiya Neteweyî ya Kurd misoger dibe” de 1’emîn Konferansa Jinên Kurd a Rojava hat lidarxistin. Konferans, li hola Parka Azadî ya li bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi beşdariya jinên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şam, Heleb û kesayetên serbixwe, partiyên siyasî û YPJ’ê, pêk hat. Di konferansê de 11 xal hatin nîqaşkirin. Jinên ku beşdarî konferansê bûne, têkildarî armanca lidarxistina konferansê û girîngiya Yekîtiya Jinên Kurd, ji ajansa me re axivîn.
Aktîvîst Şilêr Sîdo balkişand ser girîngî û armanca lidarxistina konferansê ya di pêvajoyek wiha de û kêfxweşiya ji ber tevlîbûna konferansê anî ziman. Şilêr wiha got: “Şert û mercên ku îro em tê re derbas dibin girîng e. Hem ji bo Kurdistanê hem jî ji bo Rojava û di asta cîhanî de girîng e. Pêwîst e ku nêrînên jinan bên zelalkirin û daxwazên wan werin eşkerekirin. Rast e, li ser asta Rojavayê Kurdistanê gelek rêxistinên jinan hene, karkirina cuda zêde encam nade. Pêwîst e rêxistinên jinan, partiyên siyasî û aktîvîst werin ba hev û xwedî yek helwest û nêrînek bin.”
‘Pêwîst e hebûna jinan û daxwazên wan werin qebûlkirin’
Şilêr Sîdo destnîşan kir ku yekrêziya giştî ya îro di nav konferansê de tê avakirin, nikarin ji daxwazên jinê û civakê cuda bê nirxandin û wiha pê de çû: “Yekîtiya jinan di asta giştî de divê li ser asta Kurdistanê pêk bê. Lewma gelekî girîng e em bên gel hev û nîqaş bikin û biryarên girîng û mezin bistînin.”
‘Mafên netewî ne xuya be, ewê çawa mafên jinan hebe?’
Şemis Enter a nivîskar jî balkişand ser hebûna jinên Sûrî ya di qonax û merheleya ku hestiyar û hesas e de. Şemis diyar kir ku bi konferansa ku li dar dixin divê jinên Kurd, îro xwe bighînin hev û wiha got: “Ji ber ku em dizanin rejîma îro rejîmek desthilatdar e û radîkal e, mafên jinê tê de ne xuya ye û ne zelal e. Eger mafên netewî ne xuya be, ewê çawa mafên jinan hebe? Ji ber van sedeman, di rojên wiha de pêwîst e komxebat û konferans werin lidarxistin û encamên pêwîst werin bidestxistin. Jin divê bikaribin xwe li gor vê qonaxê bicîh bikin.”
‘Divê rola jinê di hemû aliyan de hebe’
Şemis diyar kir ku Danezana Destûra li Sûriyeyê derketiye pêş gelek metirsîdar e û bi van gotinan bal kişand ser girîngiya mafên jinan ên di destûra nû ya Sûriyeyê: “Tu mafên jinan û netewan tê de ne diyar e. Ji ber wê em têkoşîna xwe berdewam bikin heta ku em bighîjin encaman. Îro ji me jinên Kurd û gelê Kurd wisa tê xwestin. Divê rola jinê hebe, bi taybetî jina xwendevan, jina siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, ew zêdetir dikarin xwe di nav derdorên siyasî de bighînin hevdû. Eger îro nebin yek û neghên hev, ewê ji her darbeyê re vekirî bin. Rola jinê gelek girîng û diyarker e.”