‘Pêwîste Zimanê Kurdî bibe zimanê duyemîn li ser asta Sûriyeyê’

Mamosteya Zimanê Kurdî Henan Bekir û Xwendekara beşa Çandiniyê ya Zanîgeha Rojava Hundirîn Îsa gotin ku “Ziman hebûna her miletek e, ji ber ku her welatiyek di cîhanê de xwedî ziman û nasnameyek e.

‘Ziman beden, hebûn û nasnameya gelan e’

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Mijara naskirina Ziamanê Kurdî di nava destûra Sûriyeyê ya nû de di van demên dawî de zêde bûye. Bi zêdebûna daxwazên ji bo nîşandana statûyek zagonî ku hebûna wê wek ziman û nasnameyek ji bo bi milyonan axaftvanên wê nîşan dide.

Mamosteya Zimanê Kurdî Henan Bekir û Xwendekara beşa Çandiniyê ya Zanîngeha Rojava Hundirîn Îsa, derbarê qebûlkirina xwendina bi Zimanê Kurdî ya di destûra Sûriyeyê ya nû de, ji ajansa me re axivîn.

Mamoste Henan Bekir diyar kir ku Şoreşa Rojava bi xwe re şoreşeke çandî û ziman afirandiye û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ziman hebûna her gelekî ye, ji ber ku her welatiyek di cîhanê de xwedî ziman û nasnameyek e. Em wekî gelê Kurd xwedî nasnameya zimanê xwe ne û bi zimanê xwe tên naskirin. Şoreşa Rojava wek gelê Kurd derfetek li pêşiya me vekir ku xwedî li zimanê xwe derkevin û biparêzin. Bi sed salan dewletên desthilatdar û sîstema kaptalîst gelê Kurd ji çand û zimanê wê dûr xistibûn.”

‘Li Rojava Zanîngehên Zimanê Kurdî çêbûn’
 

Henan Bekir da zanîn ku ew wek mamoste di Serdema Havînê de perwerdeyên Zimanê Kurdî didîtin û wiha domand: “Destpêkê me perwerdeyên ziman dîtin û pê re jî em derbasî dibistanan bûn. Destpêka ku em derbasî dibistanan bûn, em rûbirûyî gelek astengiyan ji aliyê gel û Rêjîma Baasê ve hatin, tevî hemû astengiyan jî tekoşîna ji bo fêrkirina Zimanê Kurdî berdewam e. Bi rêya perwedeyan, me dibistanên seretayî birêve birin, di sala 2017’an de û piştî xebatên perwerdê em bi branşên xwe derbasî dibistanên navîn bûn. Piştre em derbasî dibistanên amadeyî jî bûn û îro em gihîştine heta zanîngehan.”

‘Pêwîst e Zimanê Kurdî bibe zimanê duyemîn li ser asta Sûriyeyê’

Henan Bekir bal kişand ku zihniyeta hikumeta demkî heman zihniyeta rêjîma Baasê ye û wiha pê de çû: “Hikûmeta demkî mîna rêjîma Baasê ye, gelê Kurd qebûl nake. Hikûmeta demkî dibêje di dibistanan de tenê heftiyê du par bibin. Têkoşîna me wekî mamoste di hundirê dibisatan de pênûs û lênûsên me bûn. Pêwîst e Zimanê Kurdî bibe zimanê duyemîn li ser asta Sûriyeyê. Heya ku Zimanê Kurdî di destûra Sûriyeyê ya nû de were pejirandin, wê her tekoşîn û çalakiyên me berdewam bikin.”

‘Ziman hebûn, beden û nasnameya me ye`

Xwendekara beşa Çandiniyê ya Zanîgeha Rojava Hundirîn Îsa li ser axaftinên mamoste Henan Bekir zêde kir û da zanîn ku pêwîst e Zimanê Kurdî di destûra Sûriyeyê de bi awayek fermî were qebûlkirin. Hundirîn Îsa wiha got: “Tu ferq û cudahî di navbera hikûmeta demkî û rêjîma Baasê de tuneye. Her du sîsteman jî Zimanê Kurdî nepejirandin. Pêwîst e em xwedî li zimanê xwe derkevin, ji ber ku ziman hebûn, beden û nasnameya me ye.”