Pêvçûnên li Yemenê bêîstîqrariya aborî zêde dikin

Aborîzan Manal Muhammed da zanîn ku ji navenda pêvçûnê li Yemenê, ji krîza aborî herî zêde jin bi bandor dibin û ji bo jin tevli jiyana kar bibin, daxwaz kir ku gavên pêwîst bên avêtin.

HALA AL-HAŞIDÎ

Yemen- Pêvçûn û biryardariyên siyasî yên ku li Yemenê tên jiyîn, heyîna rêvebirina dualî jiyana gel neyînî bi bandor dike. Ji ber vê rewşê her aliyê jiyanê bi bandor dibe, gel herî zêde ji ber krîza aborî ya ku her diçe kûrtir dibe ji ber navenda bê ewle bi fikar in.

Li Yemenê ji pêvajoya pêvçûnan heya niha xebatên bankayan hatine sekinandin, pisporê aborî û aktivîsta mafên jinan Manal Muhammed a ku krîza aborî ya gel di nav de dijîn nirxand û da diyar kirin ku li yek bajarê Yemenê, li Adenê ya din jî li Sanayê ji ber heyîna du bankayên navendî belavbuna pereyî hat jiyîn. 

Aborî jî bi du destan tê birêvebirin

Manal Muhammed destnîşan kir ku weke rêvebirina siyasî, aborî jî bi du destan tê birêvebirin û da diyar kirin ku “bankaya navendî ya ku li Adenê, di warê navneteweyî de dihat naskirin girêdayî hikûmeta saziyên aborî yên navneteweyî bu, bankaya navendî ya Sanayê, ji ber bankaya sereke li navenda giştî ya serbajar peydabûn di bin kontrola Hûsiyan de ye. Bankaya navendî, daxwaz kir ku piştî çalakiyên dawî yên li Adenê navendên giştî yên bankayên mazin bikşînin Adenê. Ev jî li ser Hûsiyan bu rêbaza zextkirinê ye. Ev gavên hanê ji ber nifusa aborî ya Hûsiyan kêm bike, xwedî girîngiyên jiyanî ne.”

‘Zehmetiyên aborî digihîje heta nava malbatan’

Manal Muhammed, diyar kir ku şert û merc bandoreke girîng li ser jinan çêdike, jinên karker jî weke mêran neçarî zextan dibin, jinên di malê de di piranî rewşan de neçarî barên giran dibin, mecbûr dimînin bi tena serê xwe van baran hilgirin. Manal Muhammed wiha got: “Ji ber zextên aborî hinek jin neçarî zexta hevserê xwe dibin. Ev zextên hanê bandora xwe di nava malan de jî nîşan didin.” 

Bang ji bo saziyên navneteweyî

Manal Muhammed da zanîn ku ewlehiya xwarinê hem ji bo jin û zarokan hem jî ji bo avakirina nifşek bi tendirust girîng e. Bang li saziyên navneteweyî kir ku ji bo xurtkirina jinan û girîngiya peydakirina serkeftinên fînansî derfetan biafirînin. Manal Muhammed got ku ji bo jin aboriya serbixwe bi dest bêxin divê perwerdeyên girîng bibînin û bibin xwedî jêhatîbûna pîşeyî.  

Manal Muhammed destnîşan kir ku ji bo jin bikaribin debara xwe û malbata xwe bikin divê ji bo jinan xwedî li bazara kar bê derketin. Manal Muhammed bang li hikûmet û partiyên siyasî kir û got: “Divê biryarên ku Bankaya Navendî girtine qebûl bikin û piştgiriyê bidin biryarên ji bo başkirina rewşa aborî. “Bi derbaskirina krîza aborî dê bandorên erênî li ser hemû welatiyan çêbibin, di serî de li ser jinan.”

Manal Muhammed bang li rêxistinên sivîl kir ku piştgiriyê bidin jinan û destnîşan kir ku ev yek dikare di civakê de bi giştî bibe sedema guhertinên erênî û wiha bi dawî kir: "Hêviya min bi lêkolînan heye ku mafên jinan bixin bin temînatê, bihêlin li gorî berjewendiyên xwe biryarê bidin û bibin alîkar ku pozîsyona wan di civakê de xurt bibe."