‘Pêvajoya Aştiyê ne tenê ji bo Rojava, ji bo pêşeroja Sûriye jî gelek giringe’
Eren Keskîn bal kişand ser hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Pêvajoyek nû ya ‘Pêvajoya Aştiyê’ ku erdnîgariya me eleqeder dike heye. Ez difikirim ku ev pêvajo ne tenê ji bo Rojava, ji bo pêşeroja Sûriyê jî girîngiyek mezin hildigre."
AXÎN BAHAR
Navenda Nûçeyan- Şerê navxweyî yê li Sûriyê ku beriya 14 salan destpê kir, bi hilweşîna rejîma Baasê ya ji aliyê rêxistina cîhadî Heyet Tahrir El-Şam (HTŞ) ve ket qonaxek nû. Li welat nediyarî hê jî didome. HTŞ û çeteyên girêdayî wê, li cihên ku diçinê ferzkirina hîzarê li jinan dike, êrîşî komên cûda yên baweriyan dikin.
Di medyaya dijîtal de dîmenên înfazkirina dû jinan a li Idlibê derket holê. Kesê ku hikmê înfazê xwendiye jî, hat tesbîtkirin ku ‘wezîrê edaletê’ ku di rêveberiya demkî ya Şamê de hatî tayînkirin, Şadî El Veyîsî ye. Hemû ev geşedan xeteriyên ku li pêşiya gelên welat e, radixwe berçavan. Tirkiye û Artêşa Netewî ya Sûriyê (SMO) ya girêdayî wê, êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin.
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, geşedanên li Sûriyê diqewimin, di pêvajoyek li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye de êrîş zêde bûne de çûyîna parlementerên Partiya Wekehevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partiyê a Grava Îmraliyê û hevdîtîna bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk anîn, nirxand.
‘Nayê qebulkirin ku HTŞ di rêveberiya welat de cih bigre’
Eren Keskîn da zanîn ku li Sûriyê binpêkirinên mafan ên ku fikaran zêde dike tê jiyîn û wiha got: “Her çend HTŞ ji aliyê hêzên emeperyal ve hatibe peydakirin û di saziyên dewletê de cih bigre jî, em ji bîr nekin ku berdewamiya DAIŞ’ê ye. Ji DAIŞ, El Nusra, heta ji El Qaîdeyê destpê kir. Em behsa rêxistinek ku di asta herî jor de xwedî avabûnek selefî ye dikin. Îro em dibînin ku ev rêxistina dinya ew mîna ‘rêxistinek terorê’ qebûl dike, cardin di saziyên dewletê de cih girtiye û vê yekê erê kirine. Ev rewş rewşek ku bi asanî nayê qebûlkirin e. Em bûn şahid ku vê rêxistinê çawa mafên mirovan binpê kiriye. Em behsa avabûnek ku bi temamî ne xwedî azadiya îfadeyê ye dikin. Rêxistinek wisa selefî, baweriya ku ji nişka ve vegere dewletê, kesên xwedî nasnameyên cûda ditirsîne. Em dizanin, di van rêxistinan de cihê jinê tuneye. Ji ber vê yekê, fikarên jinan û hem jî fikarên nasnameyên ku ji derveyî Mislimanên Sunnî ne, mînak Elewî, Xiristiyan û Kurd dikin, gelek asayî ye.”
‘Binpêkirinan ji nedîtî ve tên’
Eren Keskîn anî ziman ku gelek dîmenên li Sûriyê binpêkirinan digre nava xwe gihîştiye destê wan û bêdengiya rêxistinên navnetewî ya li beramberî van dîmenan rexne kir û wiha got: “Mînak ger ev binpêkirinên mafan werin ber destê me, ma ewê neçin ber destê Netewên Yekbûyî? NY li kuye? NY li wê derê ye, Amerîka li wir e, ma tiştên tê jiyîn nabîne? Hêzên Emperyal jixwe bi hebûna xwe li wir in. Dibînin, lê belê têkiliyên berjewendiyan dibe sedema piştguhkirina wan.”
Eren Keskîn destnîşan kir ku rêveberiya ku di pêşengtiya HTŞ’ê de hatiye avakirin, wê gelek dirêj neke û îhtimala ku wê Sûriye biçe avakirinek nû, anî ziman. Eren Keskîn da zanîn ku divê avakirinê de wê hemû bawerî û nasname cih bigrin û got: “Lê belê em parêzvanên mafê mirovan, divê em peymanên ku hatîn îmzekirin bi dewletan, rêxistinên navnetewî û Netewên Yekbûyî bidin bibîrxistin. Divê demildest van sûcên şer bidawî bikin.”
‘Hevdîtin ji bo pêşeroja Sûriyê gelek girîng e’
Eren Keskîn bal kişand ser hevdîtina parlementerên DEM Partî ya di 28’ê Kanûnê de li Grava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û hevdîtinên wan ên li Meclîsê bi nûnerên partiyên siyasî re û ev nirxandin kir: “Li aliyek pêvajoyek nû ya ‘Pêvajoya Aştiyê’ ku hemû erdnîgariya me eleqeder dike heye. Ez difikirim ku ev pêvajo ne tenê ji bo Rojava, ji bo pêşeroja Sûriyê jî xwedî girîngiyek mezin e.”
‘Tiştên li vê parçeyê tê jiyîn bandorê li parçeyên din dike’
Eren Keskîn destnîşan kir ku geşedanên li perçeyek Kurdistanê tên jiyîn, bandorê li perçeyên din jî dike û da zanîn ku tiştên li Rojava diqewimin, têkiliya wan bi ‘Pêvajoya Aştiyê’ ya li Tirkiyê re heye û wiha dom kir: “Tirkiye vê pêvajoyê, ne ji ber ku ji Kurdan hez dike da destpêkirin. Geşedanên li Sûriyê, hebûna hêzên emperyal a di nava vê pêvejoyê de diyarker bû. Tiştên li Kurdistanê tê jiyîn, wek çawa 4 dewletan eleqeder dike, hemû dinyayê eleqeder dike. Rojava û Kurdên li Rojava, di nav Sûriye de bi taybetî ji şerê bi DAIŞ’ê re, avabûnek ku Amerîka jî qebul kirî ye. Ez bawer nakim destkeftiyên li wê derê bi asanî tune bibe.”
‘Pêvajoyek girîng e lê gel bi fikar e’
Eren Keskîn îşaret bi pêvajoya ku di salên 2013 -2015’an de hatiye jiyîn kir û anî ziman ku ji ber neyîniyên di wê pêvajoyê de hatine jiyîn, vê carê gel bi fikar in û wiha got: “Bi başiya bi fikar lê dinhêrin. Divê muxalefeta navendî piştgiriya vê pêvajoyê bike.”
Eren Keskîn di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Beşên Kemalîst derbarê pêvajoyê de dibêjin ‘wê ev pêvajo bi Bahçelî çêbibe, Yan bi Erdogan re çêbibe?’ Kî dewletê birê ve dibe, ev hevdîtin wê bi wan re were kirin. Bi muxalefetê re nayê kirin, piştgirîdayîna muxalefetê gelek girîng e, me ev di daxuyaniyên Abdullah Ocalan de dît. Li Tirkiyê destekkirina vê pêvajoyê ya ji aliyê muxalefeta navendî ve, çîna karker, sendîkayan û baş vegotina wê girîng e. Ji ber ku ger ev pêvajo bighê serkeftinê, wê hemû beşên di vê erdnîgariyê de rihet bibin. Di pêvajoya aştiyê de kes encama tam a tiştê ku dixwaze nagre. Ev li her aliyê dinyayê wiha ye. Hinek caran tawîz didin, hinek caran aliyê din tawîz didin. Yanê polîtîkayên beramber ên dayîn û stendinê heye. Vê carê di nava pêvajoyê de hebûna Bahçelî gelek ecêb e. Ji ber ku ew pêvajoyek ku nijdperestî û netewperestî gelek bipêş ketî de û dijwar bûyî de dijîn. Partiyek ku vê nêzîkatiyê diparêze, hebûna wê ya di nav vî karî de gelek ecêb e. Ev cara yekem e tiştek wiha çêdibe. Lê belê ev cara yekem e ez ewqas bi hêvî me.”
‘Yê vê pêvajoyê qezenc bike wê gel be’
Eren Keskîn destnîşan kir ku ên vê pêvajoya aştiyê qezenc dikin gel in û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ger dewlet bixwaze wê pêvajo bidome, ev qas asan e. Ji ber ku dewleta Komara Tirkiyê, xwedî avabûnek gelek totalîter e. Gel dişibe dewletê. Gel xwedî wê avabûnê ye ku dewlet çi bêje wê qebûl bike. Em vê di pêvajoya berê ya aştiyê de gelek baş dizanin ku dema ew pêvajo destpê kiriye, li kolanan mirov bihev neketine, pêvajo hatiye qebûlkirin. Li vê derê erka gelek mezin dikeve ser milê rêxistinên mafên mirovan, sendîka û muxalefeta navendî. Ger aştiyek pêk bê, ewê ne tenê Kurd ji vê yekê encam bigrin. Wê li hemû ernîgariyan gelên hatine perçiqandin encam bigrin. Ji ber vê divê her kes li cihê ku lê ye, piştgiriyê bide pêvajoyê.”