Pêşangeha di bin siya Talîbanê de hat vekirin bi dawî bû

Pêşangeha "Pêşxistina Berhemên Afganî ji bo Bazarên Navneteweyî" li Kabîlê di bin siya qedexeyên Talîbanê de bi dawî bû.

BAHARÎN LEHÎB

Kabul – Pêşangeha pêşxistina berhemên Efganistanê ku di 29’ê Gulanê de hate vekirin û 5 rojan dom kir, piranî mêr beşdar bûbûn û hejmarek gelek kêm jin hebûn. Bi fermana rêveberiya Talîban piranî mêr beşdar bûbûn. Jinên ku beşdarî pêşangehê bûne dibin zextê de û neçarî berhemên xwe pêşan didan. 

Saziyên medyayê ya dibin kontrola Talîban de, roportaj bi jinan re ne dikir. Hinceta wan jî ewbû ku, ‘li gora xwe nuximandinê tevnegeriyane’ ji ber vê bi were roportaj nakin.’

Pêşnageh ji bo jin û mêran vekirî bû. Lê belê bi temamî atmosfer di terzê Talîban de bû. Piraniya beşdarvanan derdorên nêz ên Talîban bûn û hemû roportaj tenê ji aliyê erkdarên dewleta Talîban ve dihat kirin. Rayedarên di asta jor de bi erebeyên luks û gelek parêzvanan û tedbîrên ewlehiyê li qadê bûn.

Dema diketin qada pêşangehê, serdanvanan ji aliyê endamên Talîban yên girtî ve lêgerîn dihatin kirin û pêşwazî dikir. Piştî di gelek xalên kontrolê de derbas dibûn digihan qada pêşangehê. Ji bo jinan riyek din ya ketina pêşengehê hatibû vekirin.

Di qada  pêşangehê de, gelek kesên girêdayî fermandayîna başiyê (Emri Bil Maruf) hatibûn bicihkirin. Ev kesane derbarê cil û hîcabên jinan de her yekê cûda hişyarî dida. Heta jinên ku cilên li gorî terzê Talîban li xwe kirine jî ji aliyê van kesan ve hatin biçûkxistin û ev hişyarî dibihîstin: “Maskeya xwe qet dernexin.”

Jinên Efgan gelek baş dizanin ku her cara ji malê derbikevin, divê amadebin ji heqaret û biçûkxistina Talîban re. Divê pêşangehê de gotinên ‘emrî bil maruf’, ji kenê bi êş yê di ruyê jinan de hate pêşwazîkirin û wan riyên xwe dom kirin.

Di dema pêşangehê de me li gel Zahra Ayubî ku di qada santrala enerjiyê (Power Station) di xebite hevdîtin kir û wiha got: “Armanca meya beşdariyê pêşangeha navnetewî ya Efganistanê, em berhemên xwe pêşan bidin û mirov werin bibînin.”

Zahra Ayubî derbarê firotina berheman de wiha got: “Berhemên power station ku me tenê ji bo mînak aniye vêderê hene. Ger daxwaz li ser hebin em li ofîsa xwe amade dikin û dişînin ji wan re. Hemû kiryarên me mêrin.”

Zahra Ayubî peyama xwe ya ji bo jinên Efgan wiha anî ziman: “Peyama min a ji bo hemû jinan ewe ku bila bên û gav biavêjin, da Efganistanek meya ku bi xwe kêrî xwe were hebe. Power station ne tenê karê mêrane. Jin jî dikarin bixebitin, perwerde bibînin.”

Pêşangeha ku li Kabulê hatî vekirin bi dawî bû, beşdariya sînordar a jinan û atmosfera dibin zextê de, carek din radixwe ber çavan ku di civaka dibin rêveberiya Talîban de jin çiqas hatine şikandin û di rewşa zor dene. Tevî van hemû sînordarkirinan, jinên wek Zehra Ayubî, hewl didin di qada aborî-civakî ku wek qada mêrê serdest û muhafazakaran tê dîtin, ji bo xwe cih bibînin û hêviyê bidin jiyîn.