Perwerdeya taybet dê çawa pêşeroja zarokên kêmendam biguherîne?

Cudahiyên zarokek ne bêçaretî ye, şêwazeke cuda ya hebûnê ye. Perwerdeya taybet ne tenê bernameyek e, pira zarokek ji tarîtiya tecrîdê ber bi sînorên civakê ve dibe ye lê di heman demê de di pêşerojê de dibe karakterek bi bandor.

HÊVÎ SELAH

Silêmanî – Zarokên kêmendam her dem di navbera dûrxistin û çewisandinê de dijîn û gelek caran ji aliyê civakê ve wekî bar an jî bêkêr tên dîtin. Ev yek bûye sedema windakirina jêhatiyên wan ên veşartî û tenê di nava malê de mane. Niha ji aliyê psîkolojîk ve sîstema nû heye, dixwaze zarokan ji tecrîdê ber bi entegrebûna nava civakê bike û mercên serxwebûna darayî û civakî ji wan re ava bike.

Zarokên xwedî pêdiviyên taybet di çend kategoriyên sereke de tên dabeşkirin. Ên herî girîng zarokên bi otîzm, sendroma Down, zarokên bi pirsgirêkên bihîstin an dîtinê yan axaftinê ne. Divê ew bixwînin û binivîsînin divê ji hêla mamosteyên pispor ve werin çavdêrîkirin û ev pêvajo li ser planeke takekesî disekine ku tê de mamoste, malbat û psîkiyatrîst bi hev re dixebitin da ku bigihîjin qonaxa xweseriyê û entegrasyona tevahî bi hevalên xwe re li dibistanan.

‘Mafên civakî yên zarokên otîstîk hene’

Çavdêrê perwerdeya taybet, Medya Omar Husên got: "Zarokên bi otîzmê mafên wan ên jiyanê, mafên jiyana civakî û mafên hebûna di civakê de hene. Bi her zarokek ku pere dide re zarokek azad heye. Pere ne ji bo rêxistinê ye, tenê ji bo debara xwe û dabînkirina mûçe û pêdiviyên mamosteyan e. Piraniya zarokan tên vê derê da ku werin perwerdekirin. Nîşane û tevgerên zarokan pir dişibin hev, ev yek dihêle ku rapor otîzmê binivîsîne û ne tenê li Kurdistanê, di heman demê de raporên li derveyî welat jî heman tiştê nîşan didin ji ber ku nîşaneyên wan yek in û pir nêzî hev in.”

Medya Husên da zanîn ku zarok ne tenê bi nexweşiya otîzmê ne û got: “Tiştê me perwerde kir dît ku ew ne otîzm bû rewşeke din bû weke nexweşiya kêmasiya baldariyê û hîperaktîvîteyê. Yek ji nexweşiyên herî gelemperî yên pêşketina mejî ye ku bi piranî di zarokan de dest pê dike û carna di mezinbûnê de berdewam dike. Ev rewş pir caran weke nexweşiya kêmasiya baldariyê û hîperaktîvîteyê yan ADHD tê binavkirin ku xwedî heman nîşaneyan e lê dema ku ji dayikê tê pirsîn ka nîşane çi ne û gelo ba li ser serê lingê wê dizivire û dimeşe? Dema ku ew dibêje erê, ew jê re dibêjin ku ew otîzm e lê ev nayê teşhîskirin. Em dikarin bi rûniştina bi wî re û pratîzekirinê jê re bibêjin ka ew çi ye."

Dayîk qehreman in

Medya Husên wiha gotinên xwe berdewam kir: “Karê me ew e ku em zarokan ji bo dibistanê dîsa amade bikin. Piraniya zarokên ku li vir êşê dikşînin ew in ku kêmasiyên fêrbûnê bi wan re hene ji ber ku em xwendin û nivîsandinê fêrî wan dikin. Em rahêner in û ez bi xwe rahêner im. Em zarokên ji 3 heta 15 salî qebûl dikin. Ji 15 salî mezintir in lê şiyana wan a fêrbûnê mîna ya zarokek pênc salî ye. Zarokên me yên din jî hene ku kêmasiyên wan ên veşartî hene. Gelek zarok wisa hene û em di havînê de ji bo wan qursên havînê vedikin.”

Medya Husên hewcedariyên zarokên xwedî pêdiviyên taybet anî ziman û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Pêdiviya wan bi materyalên fêrbûnê heye û bêguman divê ne di pola 40 xwendekaran de bin. Ji ber vê divê ji wan re hawirdoreke guncav were peydakirin. Em bi berdewamî bi malbatan re diaxivin ka çawa alîkariya me bikin. Ez ji van dayîkan re dibêjim qehreman. Ew bi rastî jî qehreman in, zarokên xwe di vê rewşa dijwar de bi xweşikî mezin dikin.”

"Dê û bav ji ber giliyê cîranan dermanên xewê didin zarokên xwe yên astengdar"

Medya Husên destnîşan kir ku ji bo ku cîranan an jî kesek din aciz nekin, malbat dermanê xewê didin zarokên xwe yên xwedî pêdiviyên taybet û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Bi ya min divê tevahiya sîstema perwerdeya taybet biguhere. Ew ne metneke Quranê ye ku kes nikaribe biguherîne. Sîstem ji hêla pisporan ve hatiye pêşxistin. Dema ku perwerde diguhere, zarok bi wê perwerdeyê û civakê re mezin dibin. Divê civak ji hawirdor û pirsgirêkên din haydar be. Divê ew ji zarokên astengdar haydar bin û alîkariya malbatên wan bikin. Dema zarokek digrî yan jî li cîhekî giştî tiştekî dixwaze divê civak li wî nenihêre da ku dê û bavê wî xwe sûcdar û kêm hîs nekin. Niha pirsgirêkek me ya din heye. Divê civak fêm bike ku karekî dijwartir li pêşiya van malbatan e û divê hevkariyê bikin ne ku ji bo wan pirsgirêkan biafirînin.”