Perwerde û dibistanên di bin dagirkeriyê de
Ji rêveberiya dibistanên bajarê Til Temirê Eyhan Yûnis sala xwendinê ya 2025-2026’an nirxand û got ku dikaribûne îsal daxwazên xwendekaran bi cih bînin û 4 dibistanan vekin.

SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Til Temir yek ji bajarên ku bi hebûna Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê û artêşa Tirk a dagirker, dikeve xeta agir e. Zêdetirî 35 dibistanên girêdayî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya bajarê Til Temirê yê girêdayî Kantona Cizîrê di bin dagirkeriyê de ne, beşek jê ji ber êrîşên hewayî û bejahî yên dagirkeriya Tirk hatine rûxandin û yên din jî di bi êrîşan re rû bi rû ne.
7 hezar xwendekar
Li gorî rêveberiya dibistanan zêdetirî 7 hezar xwendekarên bajar û yên koçber, sala xwe ya xwendinê ya 2024-2025 bi dawî kirin. Bi hezaran xwendekarên koçber, malbatên taxên ku koçber di dibistanên wê de ne, ji 2019’an ve ji xwendinê bêpar in. Malbatên xwendekaran ji Rêveberiya Dibistanan her dem xwestin dibistan careke din werin vekirin, da ku zarok bixwînin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku li Til Temir û gundewarên wê jî zêdetirî 14 hezar malbat ango 72 hezar kes ji niştecih û koçberên Serêkaniyê, gundewarên Til Temir û Zirganê û koçberên Efrînê, dijîn.Li ser vê bingehê jî îsal rêveberiya dibistanên bajarê Til Temirê hinek gav avêtin. Derbarê gavên ku hatin avêtin de, ji rêveberiya dibistanan Eyhan Yûnis ji ajansa me re, nirxandin kir. Eyhan Yûnis sala xwendinê li giştî xwendekar û malbatên wan pîroz kir û got ku îsal saleke bi coş destpê kiriye.
Zêdetirî 3 hezar xwendekarên nû hatine tomarkirin
Eyhan Yûnis da zanîn ku serjimêriya xwendekaran îsal hê bidawî nebûye, ji lewre nikarin serjimêriya giştî bidin lê heta niha zêdetirî 3 hezar xwendekar hatine tomarkirin û hê jî tomarkirin didome. Wiha hejmara xwendekaran heta niha dibe 10 hezar xwendekar, branşên Rêveberiya Xweser dixwînin û asta xwe ya zanistî li gorî wê bi pêş dixin.
4 dibistanên nû vekirin
Gelek daxwazên malbatan hebûn ku dibistanên nû werin vekirin. Li ser daxwaza malbatan û hewldanên Rêveberiya Dibistanan jî Eyhan Yûnis got ku îsal wan 4 dibistanên gundê Riguba, Micêbira û Dişîşa yên di xeta agir de û dibistanan Seyf El-Dewlê ya li taxa Şehîd Îbrahîm a bajar, nû vekirine. Dibistan niha bi mamoste û xwendekarên xwe, beşdarî sala xwendinê ya nû dibin.
Daxwaz tên bicihanîn
Eyhan got ku piştî daxwazên malbatan û serjimêriya xwendekaran a ji hêla komîna gund ve hatibû derxistin, daxwaz li gorî derfetên heyî û pêwîstiyê, hatine bicihanîn û dibistan hatine vekirin. Eyhan da xuyakirin ku du dibistan di xetên agir de ne û wiha got: “Du dibistanên din jî ji koçberan hatine valakirin. Koçber li mal û cihên bi ewle hatine bicihkirin û sîstema perwerdeyê piştî 5 salan careke din, li dibistanan destpê kir. Ji ber hejmara xwendekaran a zêde wê dayîna biranşan li ser du danan sibehê û piştî nîvro çêbibe.”
Hewldan didomin
Eyhan Yûnis bal kişand ser dibistanên din ên ku koçber lê bicih dibin û careke din hewldanên xwe anî ziman ku dibistanê bixin xizmeta xwendekaran û planên xwe yên salane bi cih bînin.
Ji bo Rêveberiya Xweser banga alîkariyê
Eyhan Yûnis bang li Rêveberiya Xweser kir ku ji bo xwendekar ji mafê xwe yê xwendinê bêpar nemînin, bi Desteya Perwerde û Fêrkirinê re bibin alîkar û wiha got: “Koçberan li kampan bicih bikin. Da ku xwendekar li dibistanên xwe vegerin. Ji ber îsal hejmara xwendekaran pir zêde ye û pêwistiyek demildest bi valakirina dibistanên koçber lê bicih dibin, heye. Sedema astengiyên di warê bicihkirina bi hezaran xwendekar de hene êrîşên dagirkeriya Tirk li ser dibistanan û rûxandina wan e. Ji ber vê sedemê bi hezaran xwendekar ji xwendinê bêpar in.”
16 dibistan hatin valakirin
Ji destpêka 2023’an ve heta niha 16 dibistan ji koçberan hatine valakirin û ketine xizmeta xwendekaran. Eyhan Yûnis daxwaza bidawîbûna dagirkeriya Tirk li ser bajar û gundewarên Til Temirê kir û tekez kir ku heta dagirkerî bidawî nebe, ew ê nikaribin xwendekaran bi xetera êrîşên dagirkeriya Tirk rû bi rû bihêlin û wan bişînin dibistanên xeta agir.
Eyhan Yûnis êrîşeke dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser bajar bi bîr xist diyar kir ku di yek ji êrîşên li ser bajar de, wê bi sedan xwendekar bihatana qetilkirin û birîndarkirin lê ya baş ew bûye ku topên li nêzî dibistanan ketin, neteqiyane.
Sozeke din
Rêveberiya Dibistanan ji bo xwendekar û malbatên wan careke din soz dan ku wê hemû derfetên heyî bixin xizmeta wan, da ku şagirt perwerdeyek bi zanist û dirust, bê tirs bibînin.
Destwerdana navneteweyî û rawestandina dagirkeriyê
Eyhan Yûnis di dawiyê de bang li aliyên navneteweyî kir ku destwerdana êrîşên dagirkeriya Tirk bikin û êrîşan rawestînin. Ji ber bêparkirina bi hezaran xwendekaran ji mafê perwerdeyê wekî sûc pênase kir. Di heman demê de Eyhan Yûnis xwest ku zarokên Rojava jî weke zarokên cîhanê bê tirs biçin dibistanê û perwerdeya xwe bibînin.