“Pergala netewa demokratîk çareseriya hemû pirsgirêkane”

Jinên tevlî konferansa Kurdên Feylî û Êzidî bûn têkildarî nîqaşên hatin kirin nirxandinên giring kirin û gotin: “Pergala netewa demokratîk çareseriya hemû pirsgirêkane.”

Şengal – Di konferansa Êzidî û Kurdên Feylî ya duh bi diruşma “Ber bi bidestxistina hîmê dadperwerî û wekheviyê” li paytexta Iraqê Bexdayê hat li darxistin de ji bo yekîtî û yekrêziya her du gelan nirxandinên giring hatin kirin. Di konferansê de li ser mijarên dîroka Êzidiyan û Kurdên Feylî bi taybet dîorka jinê, rewşa Êzidyan û Kurdên Feylî di dema rêjîma Baas û piştî rêjîma Baas de, ezmunên Êzidî û Kurdên Feylî di xwe rêvebirinê de hatin nîqaş kirin. Di nîqaşan de hemû aliyan li dora nêrîna çareserî ancax bi sîstema netewa demokratîk pêkane kom bûn. Konferansa bi encama tekezkrina li ser karên hevbeş ên ji bo parastina pêkhateyên resen ên Iraqê û misogeriya mafên wan bi dawî bû. Jinên li ser navê Kurdên Feylî, Endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidyan (PADÊ) di konferasê de amadebûn ji kamerayên me re axivîn.

“Hewceye em pêkateyên Îraqê li hev runin û pisgirêkên xwe nîqaş bikin”

Li ser girîngiya û encama konferansê Berdevka Kongra Star a Ewropa Dilşa Osman ku bi xwe jî cihê xwe di konferansê de girt ji ajansa me re axivî. Dilşa Osman di destpêka axaftina xwe de ev konferans li Êzidî û Kurdên Feylî pîroz kir û wiha domand: “Di vê konferansê de ne tenê Kurdên Feyîlî û Êzidî amadebûn. Gelek pêkhateyên Iraqê yên din jî amade bûn. Ev konferanasa yekemîn bû. Li darxistina konferansekî wiha xwedî girîngiyekî mezine. Ji ber ku pêwîstiya me heye ku em weke pêhateyên di Iraqê de dijîn pirisgirêkên xwe bi hev re nîqaş bikin.”

“Çareserî di jiyanîkirina pergala netewa demokratî de ne”

Dilşa Osman bal kişand li ser girîngiya encam nameya ku di dawiya konferansê de hate dayîn û wiha  dawî li axaftina xwe anî: “Ya herî girîng di vê konferansê de encame. Yanî çareseriye. Hemû nêrîn wiha kom bûn ku encax bi sîstema netewa demokratîk ya ku Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşxistî çareserî pêkane. Encamên hebveş derketin. Konferansên wiha xwedî girîngiyekî mezine ji bo me tevan û lazime berdewam bikin, bi taybet jî bi pêkhateyên Ereb re hewceye hîn zêdetir em din ava xebatên hev beş de bin. Em hêvî dikin ku aramî û aşîtî di nava hemû civakan belav bibe.”

“Di nîqaşan de girngî hat dayîna Rêveberiya Xweser a Şengalê”

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen jî ev nirxandin kir: “Ruxmî 7 sal li ser fermana ser civaka me hatibû meşandin derbasbûye jî heya niha di Iraqê de tu mafekî me nîne. Ne di Iraqê de ne jî di asta cîhanê de tiştek ji bo me nehatiye kirin. Di vê konferansê de me li ser xalên hetibûn diyarkirin nîqaş meşand. Bi taybet girîngî hate dayîn ji bo qebûlkirina Rêveberiya Xweser a Şengalê di Iraqê de.”

 

“Ev konferans gavek giringe ji bo xebatên ji niha û şonde”

Hevseroka Partiya Azadî û Demokrasiya Êzdiyan (PADÊ) Zehra Silêman konferans weke gava despêkê ya ji bo kombûnên gelên cuda yên di nava Îraqê de nirxand û wiha got: “Ev gavek giringe ji bo gelên cuda yên nava Îraqê. Ji bo em karibin weke Êzidî û Kurdên Feylî re mafê xwe di hindirê Îraqê de bi dest bixin. Ev konferans gavek nû ye ji bo hemû gelên di Îraqê de dijîn. Ji ber em Êzidî jî Kurdên Feylî jî di cînosayîdan re derbasbûne. Heta niha di Îraqê de giringî bi van cînosayîdên ser me hatî kirin nedane û weke cînosayîd nenasîne. Li ser gelên nava Îraqê de siyasete dikin, lê tiştekê ji wan re nakin. Rexnedana pêvajoya fermana 3’ê Tebaxa 2014’an jî nedan û weke cenosayîd jî nenasîn. Weke Kurdên Feylî û Êzidî me bi vê konferansê despêkir, hewceye em di kombûnên bi vî rengî de hewild bidin gavên giring bavêjin û mafê xwe bi dest bixin. Ji bo em karibin xwe rêve bibin ev kombûn giringin.”

Zehra Silêman têkildarî parastina ziman, bawerî û çandên cuda yên di nava Îraqê de jî ev tişt anî ziman: “Em weke baweriyên di hindirê Îraqê de bi van kombûnan bihêzdibin û dikarin bi yekbûnê xwe biparêzin û pêşdebiçin. Çareseriya ji bo parastina ziman, bawerî û rengên cuda di kombûnên bi vî awayî de ne. Dema ev bawerî bibin yek dikarin mafê xwe bi dest bixin û kes nikare zorê li wan bike.”

 

“Em jî weke pêkhateyên dinê mafê xwe dixwazin”

Endama Ofisa Bereya Feylî Hewra Selah jî giringiya konferansê bi van gotinan anî ziman: “Em weke Kurdên feylî û Êzidî tevlî vê konferansê bûne ji bo ku em bêjin em yekin. Mîna Kurdên di beşên din ê Kurdistanê de em baweriyên cuda jî jî divê bêjin em yekin. Em jî weke gelê Xirîstiyan, netewe û pêkhateyên din mafê me û navê me heye.”

“Hewceye em dîroka xwe ya resen biparêzin”

Hewra Selah pêvajoya ji sala 2003’an ve despêkirî jî wiha pênase kir: “Piştî sala 2003’an zêde guhertin li ser rewşa gelê feylî çê nebû lê ji bo demekê mafê feyliyan hate dayîn. Di gelek partiyan de feylî nîne û mafê me feyliyan binpêdikin. Em weke Kurdên feylî û Êzidî tevlî vê konferansê bûn ku em bêjin mafê me heye û dîroka me ya kevnar heye ku vedigere demê Aşurî û Babilyan. Ji me tê xwestin ku em liv ê dîroka xwe xwedî derkevin.”

 

“Li Îraqê gelên xwedî kokên dîrokê yên kur hene”

Sekretera Komeleya Jinên Îraqê Şemîran Merokur jî da zanîn ku gelên xwedî dîroka kevnare li Îraqê hene û wiha domand: “Konfirans ji bo nîqaşkirina dozên neteweyan di civaka Îraqê de pir girînge. Ji ber ku civak Îraqê ji gelek pêkhate û netewan pêk tê ku ev pêkhate jî hebûna wan a civakî, neteweyî, çandî heye ku kokeke wan a dîrokî di vî welatî de heye. Ji ber vê yekê pêwîste her kes xwedî maf be û wekhevî di navbera netewan de hebe. Çênabe ku neteweyên mezin li ser gelên biçuk destihilatdariyê bikin û mafên wan binpêbikin. Li Îraqê gelên xwedî kokên dîrokî hene, pêwîste wekhevî di navbera hemû netewan de hebe. Di gelek pêvajoyên rêvebirina Îraqê de me gelek êş û zehmetî dîtin û gelek neteweyan ji neheqî, biçukxistin û cudekariyê êş kişandin, niha jî dem hatiye ku her kes li Îraqê mafê xwe yê welatîbûnê bidest bixe. Em tevlî konfiransa Kurdên Feylî û Êzidî bûn, ev ji bo me tevan gavek giringe ku em li ser wê yekîtiya xwe bihêz bikin.”

Şemîran Merokur têkildarî zoriyên Kurdên Feylî ji dîrokê heya niha kêşane jî ev tişt got: “Bi rastî Kurdên Feylî di dirêjahiya hikumetên ku Îraq rêve dibirin de gelek zehmetî dîtin û ji neheqiyê êş kişandin û gelek mafên xwe bidest nexistibûn. Bi taybet mafê çandî û neteweyî ji wan hatibû girtin. Em gelek Kurdên Feylî nas dikin tevlî eşîr an jî neteweyên Erebî bûne ji bo bikarin parastina xwe ji hukumetên dîktatorî bikin. Heman tişt ji bo kurdên Êzidî jî derbas dare ku rastî gelek binpêkirinan hatin û binpêkirina herî dawî ku kurdên Êzidî rastî hatin ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat pêkanîn ku gelek qetil kirin pêkanîn û gelek jin û zarok revandin û xistibûn bin xizmeta xwe. Niha jî dem hatiye ku ji bo Feylî û Êzidiyan mafê wekheviyê were dayîn û tevahî mafên xwe bidest bixin. Dem hatiye ku tevahî pêkhateyên Îraqê li ser axa Îraqê bi azadî û wekhevî bijîn û mafê xwe bidest bixin.”