Înşaya kesayeta azad û civaka azad: Rêveberiya Xweser

Pergala Rêveberiya Xweser ya Demokratîk a ku li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeya Neteweya Demokratîk bi jiyanî dike, 9 salan li pey xwe dihêle.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Piştî ku Bihara Ereban di salên 2010 û 2011`an li Rojhilata Navîn destpê kir, pêlên serhildanên navxweyî di Adara 2011`an de gihîşt Sûriyê. Kurdên ku li Rojavayê Kurdistanê jiyan dikirin, piştî şoreşa Sûriyê roj bi roj veguherî alozî xeta sêyemîn hilbijartin û di 19`ê Tîrmeha 2012`an serxwebûn û şoreşa xwe ya Rojavayê Kurdistanê ragihandin.

Piştî her sê herêmên Rojava, Kobanê, Efrîn û Cizîrê ji bin serweriya Rêjîma Baas’ê derketin, gelê wê ji bo dewamkirina jiyana xwe li ser bingehekî demokratîk, wekhev û azad pergala Rêveberiya Xweser ya Demokratîk ku xwe dispêre pirojeya Netewa Demokratîk ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hilbijartin. Li ser vê bingehê weke yekemîn qad Rêveberiya Xweser di 21`ê Çileya 2014`an de li herêma Cizîrê hat damezrandin. Piştre di heman mehê de li kantona Efrînê û herî dawî di 27`ê Çile de li Kobanê hat ragihandin. Piştî rizgarkirina herêmên Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrezor ji terora DAIŞ`ê, li wan deveran Rêveberiyên Xweser yên Sivîl hatin damezrandin ku di roja îro de hemû di bin sîwana Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dixebitin.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe yên ji Ereb, Ermen, Aşûr, Tirkmen, Çerkez, Kurd û hwd bi renegekî wekhev, demokratîk û azad cihê xwe di nava pergala Rêveberiya Xweser de digirin. Rêveberiya Xweser li ser bingehê vîna azad ya civakê, parastina ekolojiyê, demokrasî û azadiya Jin xwe di tevahî qadên jiyanê de birêxistin dike.

Bi boneya 9`emîn salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser ya Demokratîk, ajansa me ji bo naskirina pergala Rêveberiya Xweser, rêbaza hevseroketiyê, rêxistinbûn û rewşa jin, hevdîtin li gel hevserokên jin yên desteyên Rêveberiya Xweser a herêma Firatê pêk anî.

Encama têkoşîna 40 salan

20-01-2023--Pergala-ku-di-sedsala-21-emin-de-nasnameya-jin-dipareze-Reveberiya-Xweser-733e89pre.jpg (600×338)

Hevseroka Desteya Diravî ya herêma Firatê Firyaz Berkel destnîşan kir ku pergala Rêveberiya Xweser serhildaneke li hember pergala netew-dewlet e û got: "Modela Rêveberiya Xweser ji valatiyê nehatiye, ev rêbaz encama têkoşîna 40 salî ye. Weke gelê Rojavayê Kurdistanê di nava pergala Rêjîma Baas`ê de ku bi hişmendiya yek reng, ziman, al û nijad bû me jiyan dikir. Li Sûriyê bi dehan pêkhate, netew, ziman û bawerî hene, lê hemû ji aliyê Rêjîma Baas ve hatibûn vemirandin. Bi destpêkirina aloziya Sûriyê û şoreşa 19`ê Tîrmehê re, herêmên me rû bi rû yê êrîşên dewleta tirk, Cebhet El-Nûsra û çeteyên DAIŞ`ê hatin. Tevî van hemû astengiyan di 27`ê Çileya 2014`an Rêveberiya Xweser ya Demokratîk li ser asta Rojavayê Kurdistanê hat damezrandin. Ev Rêveberî li ser bingehê gelek pêkhate, ziman û netewan hat avakirin ku her nijadek bi nasnameya xwe beşdarî nava vê pergalê bibe. Ji ber ku Rêveberiya Xweser serhildanek bû li hember pergala netew-dewlet, me rêxistinbûna xwe weke altirnaftîfeke li ser bingehê demokrasî û azadiyê çêkir."

Di Rêveberiya Xweser de pergala hevserokatiyê

Firyaz Berkel di domandina axaftina xwe de balkişand ser modela hevseroketiyê û wiha got: "Gelek aliyên balkêş ya pergala Rêveberiya Xweser hene ku ya destpêkê hebûna jin ya di nava vê Rêveberiyê de ye. Ev xal ji bo gelek welat û aliyan bû meraq, gelo jin cihekî çawa digre û bi roleke bi çi rengî radibe. Bi taybet di warê hevseroketiyê de, gelo jin bi erka hevseroketiyê radibe ango tenê weke gotin dimîne. Weke bersiva van pirsan mirov dikare vê gotinê bêje, heger ev Rêveberî ne serkeftî ba 9 sal li pey xwe nedihîşt û wê yekser têk çûba. Her wiha di nava Rêveberiya Xweser de kordînesyona jin heye ku bi erka xwedîderketin, parastin, rêxistinkirin, şopandin û perwerdekirina jin radibe. Ev kordînesyon di 2020`an bi rengekî fermî cihê xwe di nava rêziknameya Rêveberiya Xweser girt û heta ji sedî 10 para vê kordînesyonê di nava aboriya Rêveberiya Xweser de heye."

‘Pergala herî baş û serkeftî ya parastina maf û hebûna jin e’

Hevseroka Desteya Diravî ya herêma Firatê Firyaz Berkel di dawiya axaftina xwe de bilêv kir ku wê hilma azadiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi felsfeya "Jin, jiyan, azadî" bighêje tevahî jinên cîhanê û wiha got: "Rêveberiya Xweser xwe dispêre pirojeya Netewa Demokratîk, ev proje li ser bingehê 9 rehendan hatiye avakirin. Ji lewra di nava Rêveberiya Xweser de ev rehend weke deste hatine birêxistinkirin. Piraniya desteyan di pergala giştî welatan de hene, weke desteya Tendirustî, Çand, Diravî, Hundirîn û hwd. Lê Desteya Jin jî, weke bikaranîna  rêbaza hevseroketiyê, modeleke nû ye. Her wisa di tevahî desteyên Rêveberiya Xweser de, xweseriya jin xwe dide der. Ev model di salên dawî de bandor li jinên Rojhilata Navîn û cîhanê kir, geşbûna felsefeya "Jin, jiyan, azadî" vê gotinê teqez dike. Her wisa ev yek ji aliyê jinên cîhanê ve hatiye tesbît kirin ku di sedsala 21`emîn de, pergala ku herî zêde maf, hebûn û nasnameya jin biparêze, Rêveberiya Xweser ya Demokratîk e. Ji lewra banga me ji bo tevahî jinan ew e ku têkoşin da ku hilma azadiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bighêje tevahî cîhanê."

‘Rêveberiya Xweser bû bersiva daxwazên gel’

Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya herêma Firatê Hêlîn Hacim damezrandina Rêveberiya Xweser wiha nirxand: "Em 9 salan ji damezrandina Rêveberiya Xweser ku ji hersê kantonên Kobanê, Efrîn û Cizîrê destpê kir û pişt li giştî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat, li pey xwe dihêlin. Weke tê zanîn gelek cudabûn di navbera pergala Rêveberiya Xweser û pergalên welatên din de heye, di nava Rêveberiya Xweser de pêkhateyên li vê erdîngariyê dijîn dikarbûn xwe birêxistin bikin û hebûna xwe biparêzin. Di demeke ku gelên li Sûriyê di kirîzeke gelek alî re derbas dibûn û êdî asta tehmûlkirina pergala Rêjîma Baas ya netew-dewlet û nijadperest nemabû, pêwistî pê hebû ku pergaleke li ser bingehê demokrastiyê were avakirin. Di nava vê rewşê de zayîna Rêveberiya Xweser rewş bi giştî guhert,  ji bo daxwaz û serhildanên gel bû bersiv. Bi taybet jî weke ciwan û jin dikarbûn bi rengekî çalakî xwe di nav de birêxistin bikin."

‘Rêveberiya Xweser derfeta sererastkirina rewş û dîroka jin e"

Hêlîn Hacim di domandina nirxandinên xwe de behsa rol û hebûna jin ya di nava Rêveberiya Xweser de kir û wiha got: "Di pergal, sazî û dezgehên dewletan de jin hene, lê ne weke Rêveberiya Xweser. Di modela me de ji bo jin dezgeh û desteyên taybet hene ku pirojeyên cur be cur pêk tîne, her wiha jin di asta biryardê de jî cih digirin. Pergala ku jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê avakirin cudabûn da pirojeyê û dewlemendtir kir. Ji komînan bigre, her wiha di nava komîte, deste û  heta asta Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin cih digrin û roleke diyarker dilîzin. Li rex rêxistinbûna  jin ya di bin sîwana Rêveberiya Xweser de, rêxistin û tevgerên jin yên serbixwe jî hene, ev yek jî hevbeşî û yekîtiya di navbera jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ava dike. Em bi vî rengî rola jin ya di avakirin û sererastkirina civakê de nûjen dikin, çawa ku jinan di serdema Neolotîk de kilan birêve dibir û di asta xwedawendiyê de xwedî nasname bû, em jî têdikoşin ku bi riya Rêveberiya Xweser rewşa jinan bighînin vê astê."

‘Ji bo parastina destkeftiyên jin, me xwe li dor Rêveberiya Xweser pêçandiye’

Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya herêma Firatê Hêlîn Hacim di dawiya axaftina xwe hevgirtina jinan ya ji bo parastina şoreşa Rojava û Rêveberiya Xwerser anî ziman û wiha got: "Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava Rêveberiya Xweser de gelek gav avêtin û bûn xwedî bi dehan destkeftî. Jinan di nava şoreşê de dikarbûn şoreşeke din biafirînin. Bi salane ev pergal rastî êrîşên cur be cur tê, her tim hewildan hene ku Rêveberiya Xweser ji holê were rakirin û destkeftiyên jin tune bibin. Bi boneya salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser, peyama me jinan eve. Me bi sedan jinên ji pêkahteyên cuda xwe li vê pergalê pêçandiye û ji bo parastina wê bûne xelekeke ji berxwedanê. Ji lewra em gavan paşve navêjin û emê pêşengiya xwe ya ji bo jinên cîhanê dewam bikin. Heger îroj li cihên sembolîk yên  Parîs, Berlîn û deverên din yên cîhanê silogana "Jin, Jiyan, azadî" tê nivîsandin, ev yek xwe dispêre têkoşîna jinên Kurd û yek ji destkeftiyên vê şoreşê ne.”