Perêz Umer: Pejirandina Zagona Rewşa Kesane karesatek mezin e
Çalakvana mafê jinan Perêz Umer diyarkir ku li erêkirina Zagona Rewşa Kesane li parlamentoya Iraqê, destdirêjiya li ser zarokan hate zagonkirin û ev yek karesatek mezin e.
Navenda Nûçeyan- Duh li Parlamentoya Iraqê sererastkirina Zagona Rewşa Kesane hate pejirandin. Li gor sererastkirina Zagona Rewşa Kesane wê mezhebgerî kûrtir bibe, mafê jin û zarokan wê hîn zêdetir were binpêkirin. Her wisa wê bi vê sererastkirinê di dema cudabûna jin û mêr de wê mafê dayiktiyê û mîras jî ji jinê were standin. Bi guherîna vê zagonê re wê rê li ber zewaca zaroka keç ya 9 salî û zarokê kur yê 15 salî, zewaca ji derveyî dadgehê vebe.
‘Pejirandina zagonê karesatek mezin e’
Çalakvana mafê jinan Perêz Umer derbarê pejirandina Zagonê de li ser malpera xwe ya Medyaya civakî de peyamek parvekir. Perêz Umer got ku li parlamentoya Iraqê Zagona ku destdirêjiya zarokan dike yasa, hate derbazkirin.
Perêz Umer wiha got: “Pejirandina vê zagonê ji bo civak û mirovahiyê karesatek mezin e, yanî li gorî zagonê wê destdirêjî li zarokên 9 salî were kirin. Parlamentoya Iraqê bi pejirandina vê zagonê, şermezariyek mezin tomar kir.”