Pepuleya aştiyê Aysel Dogan çu ser dilovaniya xwe

Siyasetmendar Aysel Dogan a ji bo aştiyê bîne ser erdnîgariya Mezopotamyayê kedek mezin dayî demekbû ji ber nexweşiya penceşêrê tedawî didît ji ber nexweşiya wê lê giranbû û tedawiyê encam negirt jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan - Endama Koma Aştiyê ya Duyemîn û siyasetmendara Kurd Aysel Dogan sala 1953‘yan li Dersimê hatiye dinê. Piştî qedandina beşê Mamostetiya Werzişê ya Zanîngeha Gaziyê ya Enqereyê mamostetiya lîseyê kir. Pêvajoya darbeya leşkeri ya 1980‘an hat girtin. Dema derket carekdinê xebatên xwe yên li hemberî şewitandina daristanan, nêçîra ajalên li herêmê li ber tunebûyînê ne û lidarxistina kampanyayan li dijî projeyên çêkirina bendavan disekinî gelek carah hat destgîrkirin û êşkencekirin. Bi salan bêyî dadgeh, bêyî pirs û lêpirsîn girtî ma.

Di hilbijartinên giştî yên 20‘ê Cotmeha 1991’an şer li Kurdistanê gur bû, li bajarê xwe Dersimê bû namzeda wekîliyê ya serbixwe. Tevî ku li herêma xwe ya herî pir deng girt jî ji ber qanûna hilbijartinê ya nedemokratîk çûyîna wê ya meclîsê hat astengkirin. Ji ber xebatên xwe yên li Dersimê ji aliyê JÎTEM’ê ve dihat şopandinû gefên kuştinê lê xwarin, ji wê boneyê derket derveyê welêt. Li Elmanyayê tevlî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û xebatên siyasî bû.

Ji bo pêkanîna aştiyê ji Ewrupayê berê xwe da Tirkiyê

Di sala 1999’an de bi destpêkirina hevdîtinên aştiyê yên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Îmraliyê dan destpêkirin re di nav Koma Aştiyê ya ku wê ji Ewrupayê biçe Tirkiyeyê de cih girt. Gava ku ketin Tirkiyeyê tevî endamên komê hat girtin û darizandin. 10 sal ceza lê hat birîn. Di vê pêvajoyê de di girtîgehên Meletî û Elbistanê de ma.

Kampanyayên ji bo parastina ekolojiyê da despêkirin

Piştî ku hat berdan cardin çû bajarê xwe Dersimê. Demekê ji bo avabûna Koma Sisêyan a Aştiyê ya li Ewrupayê xebitî. Dema pêvajo sekini ew jî li Dersimê bi cih bû. Di nav damezirînerên Komeleya Bawerî û Çanda Elewîtiyê ya Dersimê de cih girt. Di nav çalakiyên komeleyê ya damezirînerî de xebatê dide meşandin û serokatiyê wê kiriye. Organîze kirina vemirandina agirên daristanan ên di pevçûnan de dihatin şewitandin, çêkirina hişyariyê li dijî nêçîra ajalên li herêmê li ber tunebûyînê ne. Li darxistina kampanyayan li dijî projeyên çêkirina bendavan disekine. Di nelihevkirinên takekesî de navbeynkarî, semîner li ser mafê jinan û biyanîbûna çandî, lidarxistina meresiman di rojên dîrokî û pîroz de, çêkirina pirtûkxaneyên kolektîv, parastina cih û warên pîroz ên hatine xerakirin cihê xwe girt. Êdî hemû jiyana xwe xistibû xizmeta dawîkirina şer û aştiyê, ji lewra mirov weke pepuleya aştiyê binavbike dê di cihê xwe de be.

18 sal ceza lê hat birîn

Di êrîşên qirkirina siyasî yên bi navê KCK ê hikûmeta AKP’ê bi hevkariya Cimaetê piştî Hilbijartinên Giştî yên sala 2007‘an de, payîza sala 2011‘an carekdinê hat destgîrkirin. Damezrêner û Seroka Komeleya Akademiya Bawerî û Çanda Elewîtiyê ya Dersimê di çarçoveya lêpirsîna KCK’ê de bi hinceta ‘“derveyê armanca xwe çalaki kiriye“ ji aliyê dadgehê ve hat girtin. 25‘ê Îlona sala 2011‘an ji aliyê Dadgeha Cezayên Giran bi Taybet Rayedarkirî ya Meletiyê ve hat girtin û şandin girtîgehê. Piştî salekê dozê dom kir 18 sal ceza lê hat birîn. Doza wê sala 2014‘an li Dadgeha Bilind hat dîtin, bi daxwaza darizandina ji endamtiya rêxistinê ji nû ve hat xera kirin. Dadgeha Bilind biryar da ku mafê darizandina adîlane yê Aysel Doganê hatiye binpêkirin. Di koma duduyan a çalakiya rojiya mirinê ya ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Îlona 2012’an ji aliyê girtiyên PKK û PAJK’ê ve hatî destpêkirin de cih girt.

Di Girtîgeha Amedê de bi nexweşiya pençeşêrê ket û emeliyat bû bi şûn de, ji ber ku nexweşiyê lê zêde kir sala 2015‘an hat berdan. Piştî hat berdan carekdinê li Dersimê bi cih bû û cardin bi gel re tevlî xebatan bû. Ji ber nexweşiya wê lê giranbû demeke dirêj li Elmanyayê dihat dermankirin. Ji ber tedawiya wê encam negirt, li gorî dema Ewrupayê di saet 14.00'an de li mala ku lê dima jiyana xwe ji dest da.