Pênûsa Gulistan û Hêro hê jî dinivsîne

Salek di ser qetilkirina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn re derbas bû. Seroka MKG’ê Roza Metîna, hemû cangoriyên jin ên çapemeniyê bi bîr anî û got: "Wê Pênûsa Gulistan, Hêro û hevalên me yên rojnamevan ên hatine qetilkirin li erdê nemîne.”

ARJÎN DÎLEK ONCEL 

Amed – Li Bakurê Kurdistanê, zextên li dijî rojnamevanên Kurd, ji roja ku çapemeniya Kurd bi dirûşma bûyina dengê heqîqetê derketiye rê ve heta niha didomin.

Çapemeniya Azad, di salên 1990’î de ji êrîşên bombeyî, qetilkirina rojnamevan û belavkaran a li nîvê kolanan bigre heta cezayên girtîgehê, ruxmê hemû zextên dewletê jî di dîrokê de navê xwe bi gotinên; “Dengê heqîqetê” nivîsî.

Bi hezaran rojnamevanên jin ên ku dixwestin di vê riyê de bibin dengê heqîqetê, ruxmê tarîtiya salên 1990’î, bê tirs cihê xwe di Çapemeniya Azad de girtin. Yek ji van rojnamevanên jin jî Gulistan Tara bû. Gulistan Tara, mîna cangoriyên din ên çapemeniya azad, dema hewl dida bibe dengê gel ê nayê bihîstin, hat qetilkirin.

Gulistan Tara ya ku di sala 1983’an de li bajarê Êlihê ji dayik bû, perwerdeya xwe ya seretayî û navîn li wê derê temam kir û di 17 saliya xwe de berê xwe da refên têkoşînê. Gulistan Tara, piştî xebata bi salan di 23’ê Tebaxa 2024’an de bi hevpîşeya xwe Hêro Bahadîn re li navçeya Seyîdsadiqa bajarê Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê ji aliyê SÎHA’yên dewleta Tirk ve hat qetilkitin. Di êrîşê de rojnamevanek jî birîndar bû.

Hero Bahadîn jî dema hat qetilkirin, hê 27 salî bû. Ji bo Sterk TV bernameyên curbecur çêdikir. Roja ku hat qetilkirin jî ji bo bernameyek derketibûn rêwîtiyê. Hêro Bahadîn jî mîna hemû cangoriyên din ên çapemeniyê, pîşeya xwe bi baweriyek mezin dikir û di wê oxirê de hat qetilkirin.

Gotinên bavê Hêro Bahadîn, Bahadîn Abdullah ê di merasîma cenazeyê keça xwe de, pênasekirina xiyaneta li dijî Kurdan tê kirin bû. Bahadîn Abdullah bi gotinên; “Bi pere û petrola me, zarokên me qetil dikin. Ji bo Saziya li Dijî Terorê ya girêdayî PDK’ê şermek e mezin e ku bûyerê berovajî radigihîne” û bi van gotinan bal kişand ser heqîqeta Kurd: “Êrîşan hemû sînoran derbas kir. Gelek kesên din mîna keça min hatin qetilkirin.”

Seroka Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna, Gulistan Tara û Hêro Bahadîn di yekemîn salvegera qetilkirina wan de bi bîr anî û diyar kir ku têkoşîna wan têkoşîna hemû rojnamevanên jin ên Kurd e.

Roza Metîna, da zanîn ku Gulistan Tara yek ji mînakên herî xweş a têkoşîna jinan e û diyar kir ku Gulistan Tara di Çapemeniya Azad de jî sembolek e.

'Gulistan Tara bû perçeyek têkoşînê’

Roza Metîna, diyar kir ku Gulistan Tara yek ji navên ku hem mîna jin û hem jî weke rojnamevanek di şert û mercên herî dijwar de tu caran dev ji têkoşînê bernedaye û got: “Gulistan Tara di qada Çapemeniya Azad de cih girt. Di dîroka çapemeniyê de jî têkoşîn hebû. Rojnamevanên ku di Çapemeniya Azad de ked dan, tu carî li dijî pergalê serî netewandin. Gulistan jî bû perçeyek vê têkoşînê. Bû yek ji navên ku ruxmê hemû şert û mercan jî heqîqetê derxist holê.”

‘Rojnamevan di hedefê de bûn’

Roza Metîna, da zanîn ku Gulistan Tara ji ber bale dikişand ser polîtîkayên şer ên li Başûrê Kurdistanê hat qetilkirin û wiha axivî: “Armanca serekê ya êrîşên dewletê nixumandina polîtîkayên qirêj bû. Ji ber polîtîkayên qirêj ên curbecur ên dewletê ya li ser Bakurê Kurdistanê jî hebûn. Rojnamevanan balê dikişand ser polîtîkayên dewletê û rêveberiya herêmî ya Iraqê. Ji ber vê sedemê jî hatin hedefgirtin.”

Roza Metîna bi bîr xist ku Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên di sala 2024’an de li Silêmaniyê hatin qetilkirin û Cîhan Bîlgîn ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin qetilkirin, sûcên şer teşhîr dikirin, hemû rojnamevanên jin ên dema li ser erka xwe bûn hatin qetilkirin bi bîr anî û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku ew rojnamevanên li dijî vê pergalê û zilmê bûn serî netewandin hatin kuştin.”

Roza Metîna, da zanîn ku pênûsên rojnamevanên hatine qetilkirin li erdê nemaye û wek xebatkarên Çapemeniya Azad li ser şopa wan berdewam dikin.

Roza Metîna, wiha got: "Gulistan Tara ne tenê bi şêwaza qetilkirina xwe, mîna rojnamevanek jin ku bi têkoşîna xwe re tê naskirin û bi bawerî û berxwedana xwe re di dîroka Çapemeniya Azad de bê bibîranîn.”

‘Yekîtiya rojnamevanan ji bo aliyên êrîşkar bersivek e’

Roza Metîna, destnîşan kir ku li herêmên din ên Kurdistanê jî rojnamevanên Kurd heman pirsgirêkan dijîn û rastî gefa girtin, qetilkirin û binçavkirinê tên û axaftina xwe wiha domand: "Li Bakurê Kurdistanê rojnamevanên Kurd nikarin di hawirdoreke azad de pîşeya xwe bi cih bînin, bi azadî pîşeya xwe bikin. Li Başûrê Kurdistanê jî rewş pir cuda nîn e. Her wiha li Başûr an jî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî rojnamevan ji ber polîtîkayên dewleta Tirk tên qetilkirin. Li Rojhilatê Kurdistanê jî rojnamevan tên darvekirin. Li çar perçeyên Kurdistanê nêzîkatiya dewlet û hikûmetan a li dijî rojnamevanên Kurd naguhere. Lewma li çar perçeyên Kurdistanê yekîtiya rojnamevanên Kurd, pir girîng e. Ev yekîtî, ji bo aliyên êrîşkar bersivek mezin e."

‘Zextên hêyî ji polîtîkayên dijminatiya jinan ên hikûmetê cudatir nîn in’

Roza Metîna, destnîşan kir ku zextên li ser rojnamevanên jin, ji polîtîkayên dijminatiya jinan ên hikûmetê cudatir nîn in û wiha got: "Li Tirkiyeyê polîtîkayên dijminatiya jinan tên meşandin. Lê belê em weke rojnamevanên jin ên Kurd, li dijî van polîtîkayan têkoşînek mezin dimeşînin. Em hem têkoşîna ji bo mafên jinan dimeşînin û hem jî mîrateya hevalên xwe yên mîna Gulistan, Hêro, Cîhan, Denîz, Nûjiyan û Gurbetelliyan diparêzin. Komeleya me bi armanca xwedîderketina mîrateya wan û birêxistinkirina jinan hat avakirin. Armanca me ne tenê di navbera rojnamevanên Kurd de pêşxistina hevgirtinê ye; em dixwazin hemû rojnamevanên jin ên li seranserê cîhanê di têkoşînek hevpar de kom bikin. Em tenê dikarin bi vî awayî dikarin pêşiya êrîşan bigrin.”

‘Em ruxmê bedelên herî giran jî paşve gav navêjin’

Roza Metîna bi gotinên; “Rojnamevanên jin ên Kurd ji aliyekî ve tên qetilkirin û li aliyê din jî bi girtin, lêpirsîn û dozên dadgehê ve dikevin bin zexta darazê” û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em ruxmê bedelên herî giran jî paşve gav navêjin. Ew dixwazin bi qetilkirin û girtanan re peyam bidin me, em jî bi pênûsa xwe bersiv didin. Doz û lêpirsînên tên vekirin jî ji bo rojnamevanên jin mîna gefek tê bijaranîn û mîna amûreke zext û îşkenceyê tên bikaranînin. Lê em ê her dem gotina xwe bibêjin. Em soza xwe dubare dikin. Wê pênûsa Gulistan, Hêro û hevalên me yên şehîdên li erdê nemîne.”