Pencereya hêviyê ya keçên Efgan: Dibistana Şefeq
Hezar û 747 roj in keçên Efgan ji perwerdeya fermî bêpar in, însiyetîfa “Şefeq” ku ji aliyê Safiye Nab ve hatiye destpêkirin tevî zextên Talîbanê li parêzgehên cuda deriyên perwerdeya virtual û hunerên jiyanê ji bo keçan vedike.
Navenda Nûçeyan – Di demeke ku zêdetirî hezar û 747 roj di ser bêparhiştina keçên Efgan ên piştî pola şeşan ji perwerdeya fermî re derbas dibe de; jineke Efgan bi vekirina dibistana virtual a bi navê “Şefeq” hewl dide pencereyek ji bo berdewamiya fêrbûna keçan vebike. Ev însiyatîfa ku di bin siya qedexeyên Talîbanê de pêk hatiye, derfeta perwerdeya zanistî, çandî û pîşeyî ji bo keçên li parêzgehên cuda ava dike.
Perwerdeya virtual: Bersiveke li hemberî qedexeyên xwendina keçan e
Hemwextî berdewamiya qedexekirina xwendina keçan di dibistanên amadeyî û zanîngehên Efganistanê de, hejmarek ji çalakvanên perwerdeyê hewl dan bi riya bikaranîna platformên virtual, rê li ber qutbûna tam a pêvajoya perwerdeyê bigrin. Yek ji van destpêşxeriyan, dibistana virtula a “Şefeq” e armanca wê peydakirina derfeta fêrbûnê ji bo keçên ku ji perwerdeya fermî bêpar mane ye.
Ev dibistan bi însiyatîfa Safiye Nab, çalakvana qada perwerdeyê, hat destpêkirin. Nemaze piştî girtina deriyên dibistan û zanîngehan li pêşiya keçan, hat avakirin. Safiye Nab dibêje ku wê biryar daye li şûna pejirandina rawestandina perwerdeyê, riyeke nû ji bo berdewamiya fêrbûna keçan bibîne.
Li gorî gotinên wê, bêparhiştina keçan ji mafê perwerdeyê, motîvasyona herî girîng a avakirina vê navendê ye. Navendeke ku niha bi riya torên dîjîtal, keçên ji parêzgehên cihêreng ên Efganistanê di polên virtual de tîne cem hev û derfeta berdewamiya xwendin û fêrbûna pîşeyan ji bo wan peyda kiriye.
Ji zimanên biyanî heta karîn û jêhatiyên jiyanê
Safiye Nab dibêje ku çalakiya dibistana “Şefeq” tenê bi dersên klasîk sînordar nîn e, li gorî hewcedariyên keçan hatiye sêwirandin.
Safiye diyar kir ku dersên di warê karîn û jêhatiyên jiyanê, psîkolojî, çîroknûsî, werger, şîrovekirina Qurana Pîroz, fêrbûna zimanên biyanî û karînên din ên zanistî, çandî û pîşeyî di vê navendê de tên dayîn da ku her xwendekar bikaribe li gorî eleqe û hewcedariya xwe riya xwe ya perwerdeyê hilbijêre.
Ew bawer dike ku di şert û mercên heyî yên Efganistanê de, perwerde tenê bi wateya fêrbûna pirtûkên dersê nîn e, fêrbûna her karînê dikare bibe zemînek ji bo geşbûna kesayetî, serxwebûn û avakirina paşerojê.
Li gorî damezrînera “Şefeqê”, armanca vê dibistanê tenê gihandina zanînê nîn e. Her wiha parastina motîvasyon, hêvî û xwebûna keçên ku di salên dawî de bi qedexeyên berfireh ên perwerdehî û civakî re rû bi rû mane ye.
Safiya Neb tekez dike ku gelek zarokên keç piştî bêparhiştina ji xwendinê, hîs kirine ku paşeroja wan tune ye lê berdewamiya fêrbûnê dikare vê hestê biguherîne û wan ji bo paşerojê amade bike. Safiye wiha pê de çû: “Armanca me tenê perwerde nîn e; em dixwazin keç bawer bikin ku hê jî dikarin ji bo paşeroja xwe biryarê bidin, şiyanên xwe bi pêş bixin û ji bo girtina rola xwe di civakê de amade bin.”
‘Derfet li du me nayên’
Safiye Nab balê dikşîne ser girîngiya vîn û berdewamiyê di riya fêrbûnê de û dibêje ku qedexeyên heyî her çendî rastiyeke tal bin jî lê nikarin bibin dawiya riya perwerdeyê. Her wiha diyar dike ku ew wan keçên ku îro tevî hemû astengiyan berdewamiyê didin fêrbûnê, wekî “sermayeya sereke ya paşeroja Efganistanê” dibîne û wiha vedibêje: “Derfet li dû me nayên; divê em li du derfetan biçin. Her çendî riya fêrbûnê dijwar be jî, ev dijwarî nirxa gihîştina armancê zêdetir dike.”
Perwerdeya serhêl: Ji pola dersê zêdetir
Keçên ku di polên “Şefeq” de cih digrin, dibêjin ku ev dibistan tenê nebûye alternatîfek ji bo polên rûbirû (fizîkî), belkî alîkariya wan kiriye ku hêviya xwe ya li hemberî paşerojê biparêzin.
Medîne Heyderî, yek ji xwendekarên vê dibistanê ye, niha di hinek beşan de bi mamosteyan re jî hevkariyê dike, dibêje ku beriya ew “Şefeq” nas bike, derfeteke wisa ji bo berdewamiya fêrbûnê û geşbûna kesayetî tunebû.
Li gorî nirxandinên wê, bêparhiştina ji perwerdeya fermî bibû sedem ku ew bifikire riya pêşveçûnê li pêşiya wê hatiye girtin lê beşdarbûna di polên vê navendê de, nêrîna wê ya li hemberî şiyanên xwe guherandiye.
Medîne Heyderî dibêje ku beşdarbûna di polên çîroknûsî û wergera Quranê de tenê nebûye sedema zêdebûna zanîna wê. Her wiha şêwaza raman, nivîsandin û derbirîna nêrînên wê jî guherandiye û got ku destkeftiyên wê yên herî girîng hebûna di vê dibistanê de, zêdebûna xwebûnî û baweriya bi şiyanên kesayetî ye.
Baldariya li ser tenduristiya derûnî ya keçan
Yek ji taybetmendiyên dibistana “Şefeq” baldariya hemdem a li ser perwerdeya zanistî û tenduristiya derûnî ya xwendekaran e.
Fehîme Sadat, mamosteya psîkolojî û karînên jiyanê di vê navendê de, dibêje ku keçên Efganistanê di salên dawî de bi zextên giran ên derûnî, tirs, hesta bêhêvîtiyê, kêmbûna xwebûnê û fikarên li ser paşerojê re rû bi rû mane. Ew bawer dike ku ji ber vê yekê, perwerdekirina karînên jiyanê îro bi qasî perwerdeya zanistî girîng e.
Li gorî gotina Sadat, di van polan de babetên wekî xwenasîn, birêvebirina stresê, kontrolkirina hestan, avakirina pêwendiya biberketî, biryardan û çareserkirina pirsgirêkan tên hînkirin da ku keç bikaribin di şert û mercên dijwar de, şiyana birêvebirina pirsgirêkan di xwe de xurt bikin.
Ew tekez dike ku gelek keç dema bi krîzan re rû bi rû dimînin, li şûna ku li ser çareseriyê bifikirin, hesta bêçaretiyê hîs dikin û hînkirina van karînan dikare nêrîna wan li hemberî pirsgirêkan biguherîne.
Li gorî gotina vê mamosteyê, yek ji xwendekaran piştî beşdarbûna di polên psîkolojiyê de dikaribûye reftara xwe ya bi zarokên xwe re biguherîne û hêrsa xwe çêtir kontrol bike; tecrûbeyek ku nîşan dide perwerde dikare ji gihandina agahiyan zêdetir, kalîteya jiyana mirovan jî biguherîne.
Perwerdehiya virtual: Rêyek ji bo rêgirtina li pêşiya qutbûn ji perwerdê
Pisporên qada perwerdehiyê jî bawer dikin ku perwerdehiya virtual, her çend nikaribe bibe cîhgirê tam ê dibistan û zanîngehan, lê di şert û mercên heyî de yek ji wan kêm rêyan e ku peywendiya keçan bi pêvajoya fêrbûnê re diparêze.
Meryem Eymaq, ji pisporên mijarên perwerdehiyê, destnîşan dike ku gihîştina çavkaniyên perwerdehî, pirtûk, vîdyoyên perwerdehî û polên virtual bûye sedem ku gelek keç hîn jî ji qada zanistî dûr nekevin.
Ew tekez dike ku berdewamiya perwerdehiyê, heta bi şêwaza serhêl jî, ji bilî zêdebûna zanîn û karîneriyê, motîvasyona fêrbûnê û hêviya paşerojê jî di nav keçan de diparêze.
Li gorî baweriya Eymaq, ew keçên ku îro derfetên perwerdehiyê yên heyî bi kar tînin, di paşerojê de dê amadekarîyeke wan a zêdetir ji bo berdewamiya xwendinê, ketina nav bazara kar û girtina rola xwe di civakê de hebe. Her wiha wê rola navendên perwerdehiya serhêl ên wekî “Şefeq”ê valahiya ku di pergala perwerdehiya Efganistanê de çêbûye de wekî girîng nirxand û xwest ku însiyetîfên bi vî rengî bên berfirehkirin.
Zêdetirî çar sal bêparhiştina ji perwerdehiyê
Niha hezar û 747 roj di ser wê demê re derbas dibin ku Talîbanê keçên ji pola şeşan jortir ji hebûna di dibistan û zanîngehan de qedexe kiriye. Biryarek ku perwerdehiya bi milyonan keçên Efgan rawestandiye û bi rexneyên berfireh ên saziyên navdewletî re rû bi rû maye.
Pispor û rêxistinên navdewletî gelek caran hişyarî dane ku berdewamiya vê bêparhiştinê dê encamên wê yên ji qada perwerdehiyê, paşeroja civakî, aborî û pîşeyî ya nifşê nû yê keçên Efganistanê bi xetereyeke cidî re rû bi rû dike.
Di şert û mercên wiha de, dibistanên mîna “Şefeq”ê her çend nikaribin bibin cîhgirê pergala perwerdehiya fermî, lê ji bo hezaran keçên Efgan bûne pencereyek ji bo parastina zanînê, xurtkirina karînan û zindîhiştina hêviya paşerojê. Pencereyek ku di bin siya qedexeyên berfireh de, hê jî ronî maye.