PEN’a navneteweyî ji bo berdana rojnamegeran bang kir

Saziyên navneteweyî, banga demildest berdana 16 rojnamegerên li Amedê hatin girtin kirin.

Navenda Nûçeyan- PEN Internationalê daxuyaniyek weşand û bang kir ku divê 16 rojnamegerên Kurd ên li Amedê hatin girtin werin berdan.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Divê Tirkiye dest ji bikaranîna qanûnên antî-terorê û qanûnên din ên bi riya wan rojnamegerên serbixwe dike hedef berde û piştgiriyê bide mafê ragihandin û wergirtina agahiyan jî di nav de mafê azadiya îfadeyê.”

Di daxuyaniya ku der barê pêvajoya binçavkirinê de û di warê hiqûqî de hat dayîn de wiha hat gotin:

“PEN Înternatîonal bi tundî destgîrkirina 15 rojnameger û xebatkarên medyayê li Amedê şermezar dike ku wisa xuya dike ev yek beşek ji hewldaneke sîstematîk a ji bo bêdengkirina medyaya serbixwe ye û ev yek li Tirkiyê bandoreke neyênî li ser azadiya ramanê dike. Em di wê baweriyê de ne ku rojnameger ji ber ku karên xwe dikin tên cezakirin. Divê darizandina bi awayê girtî bi dawî bibe û rojnameger demildest bên berdan.

PEN Înternatîonalê gelek caran bikaranîna qanûnên têkoşîna li dijî terorê û qanûnên din ji aliyê rayedarên Tirk ve ji bo hedefgirtina dengên muxalîfan şermezar kiriye. Serdegirtinên 8'ê Hezîranê yek ji mezintirîn operasyonên salên dawî yên li dijî rojnamegeran e li başûr rojhilatê Tirkiyeyê ku piraniya şêniyên wê Kurd in. Tepisandina çand û zimanê Kurdî li Tirkiyeyê bi awayekî hovane didome, weşanên Kurdî û piraniya saziyên çapemeniyê yên alîgirên Kurdan tên girtin. Gelek rojnamegerên Kurd û alîgirên Kurdan bi sûcên terorê yên derew di zindanan de terkî rizandinê tên kirin.”

“Bila rojnameger bên berdan”

FIDH (Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî) ku rêxistineke sivîl a mafên mirovan a navneteweyî ye, 192 rêxistinên ji 117 welatan li hev dicivîne û Rêxistina Têkoşîna li Dijî Îşkenceyê ya Cîhanê (OMCT) ku li 90 welatan zêdetirî 200 endamên wê hene, daxwaz kir ku rojnamegerên di 8'ê Hezîranê de hatin girtin bên berdan.